Barbang.info
  • Aborî
  • Civak
  • Siyaset
  • Cîhan
  • Werziş
  • Zanist
  • Çand
  • AGQ
  • Ziman biguherînin
    • Kurdî
    • Русский
    • Қазақ
Barbang.info
  • Aborî
  • Civak
  • Siyaset
  • Cîhan
  • Werziş
  • Zanist
  • Çand
  • AGQ
  • Ziman biguherînin
    • Kurdî
    • Русский
    • Қазақ
Barbang.info
Barbang.info
  • Aborî
  • Civak
  • Siyaset
  • Cîhan
  • Werziş
  • Zanist
  • Çand
  • AGQ
  • Ziman biguherînin
    • Kurdî
    • Русский
    • Қазақ
©2025 — barbang.info
Civak

Bȋranȋnȇnȇn min derheqa Bavȇ folklora kurmancȋ, nivȋskar, ulmdar, profȇsor, HECȊYȆ CȊNDȊ CEWARȊ

Автор Асан Джалилов 19/03/2026
Автор: Асан Джалилов 19/03/2026 130 просмотры
Wêne: saradistribution.com
130

Nav ȗ dengȇ nivȋskar ȗ ulimdarȇ kurd, profȇsor Hecîyê Cindî, li nav kurdȇn Yekȋtiya Sovyȇt, xasma li komarȇn Qafqasiya Başȗr de belav bibȗ. Her kurdek, mezin be yan jȋ biçȗk, navȇ wȋ bihȋstibȗ. Zarokȇn kurd pȇ Alfabeya kurdȋ ya wȋ afirandibȗ, fȇrȋ bi zimanȇ dayȋkȇ xwandin ȗ nivȋsarȇ dibȗn. Ew dersbȇjȇ, mamostayȇ zarokȇn kurd bȗ. Ew mamostayȇ Tȇxnȋkȗma Kurdȋ a Qafqasiya Başȗr bȗ. Bavȇ min jȋ wȇ zaningehȇ de xwendina navendȋ temam kiribȗ, paşȇ, piştȋ Şerȇ Cȋhanȇ yȇ Duem Ȋnstȋtȗta Tbȋlȋsȇ ya mamostatiyȇ temam kiribȗ ȗ gundȇ me da mamostayȇ zimanȇ kurdȋ ȗ yȇ dȋrokȇ bȗ. Gelek caran wȋ behsa mamostayȇ xwe, Hecîyê Cindî dikir. Cara yekem sala 1965-an, dema civȋna Sȇksiyona Nivȋskarȇn Kurd de, min nivȋskar ȗ mamostȇ navdar dȋt. Dema ez ketime salona civȋnȇ, li serȇ jorin profȇsor Hecîyê Cindî rȗniştibȗ. Ew damezirandarȇ wȇ rȇxistina nivȋskaran bȗ. Sala 1932-an Sêksîya nivîskarên Kurd li Yekîtîya Nivîskarên Ermenistanê de, bi daxwaza wȋ, tê damezirandin û ji roja vekirinê heta sala 1966-an Hecîyê Cindî serokê wê rȇxistinȇ bû. Li dor wȋ maqȗlȋ nivȋskarȇn temenȇ xwe de ji min mezintir rȗniştȋ bȗn. Min şerm kir, ku derbazȋ serȇ jorin bibim ȗ li kȇleka wan camȇran rȗnȇn. Li ser kursȋkȋ vala yȇ li ber derȋ, ez rȗniştim. Hecîyê Cindî ew yek dȋt. Ew ji ciyȇ xwe rabȗ ȗ pȇ desta kursiyȇ vala yȇ pȇşberȋ xwe nȋşanȋ min kir ȗ got:

— Xortȇ delal, derbasȋ serȇ jorȇ be.

Ez jȋ ji ciyȇ xwe rabȗn. Min razȋbȗna xwe ȋlan kir ȗ xwest di ciyȇ xwe de rȗnȇm.

— Pȇşberȋ min rȗnȇ, xortȇ delal! Em dixwazin te nas bikin,- bi dilovanȋ Hecîyê Cindî got.

Ez li pȇşberȋ profȇsor rȗniştin.

Wȋ maqȗlȋ, xȇr hatin jibo min xwest ȗ pirsȋ, ku navȇ min ȗ navȇ bavȇ min çiye? Min navȇ xwe ȗ navȇ bavȇ xwe, wisa jȋ navȇ gundȇ xwe ȗ kȋjan zankoyȇ de ez dixwȋnim, got.

— Dibe ku serpȇhatiya «Zimanȇ çȋya» te nivȋsȋbe?- Wȋ ji min pirsȋ, min erȇnȋ serȇ xe hejand, ew hȇviya bersivȇ nesekinȋ ȗ pesnȇ serhatiya min da.- Serpȇhatȋke bȇqisȗr e. Bi rȇkȗpȇk hatiye nivȋsar. Naveroka wȇ jȋ balkȇşe. Pȋroz be! Min ew serpȇhatȋ di rojnama «Rya Teze» de xwend.

— Zehf razȋme,- min li ber xwe de got.

— Gelo tu dixwazȋ bibȋ hevalȇ me?

Min ji bihȋstina guhȇ xwe bawar nekir. Perȇn min eger hebȗna, ez ȇ bifiriyama. Min bi dilekȋ şa ȗ bi devekȋ ken got:

— Şerefeke mezin e jibo min, ku ez bibim hevalȇ we maqȗlan.

— Tu ȋro de dibȋ endamȇ yekȋtiya me, eger hevalȇ me pȇşniyara min qebȗl bikin? Gelȋ hevalan! Min serpȇhatiya xortȇ delal, Ezȋzȇ Gerdenzerȋ «Zimanȇ Çȋya» ȗ çendek helbestȇn wȋ xwendiye. Tȇ xuyakirin, ku marȋfeta xort a nivȋskariyȇ heye. Em dikarin alȋ xort bikin, jibo ku berhemȇn hȋn çȇtir ew pȇşkȇşȋ xwendevanȇn kurd bike. Kȇ ji we qebȗl dike, ku ev xortȇ delal bibe endamȇ beşa me, destȇ xwe bilind bikin.- Gişkȋ destȇ xwe bilind kirin.- Mala we hemiyan ava! Pȋrozbe endametiya te! Niha de erk ȗ wezȋfeyeke giran dikeve li ser milȇn te. Em jibo te serkeftinȇ dixwazin.

Ez bȗm endamȇ beşa nivȋskarȇn kurd. Ew yek xewna min bȗ. Min hewl da xwe, ku berhemȇn çȇtir biafrȋnin, jibo ku li ber mamosta Hecîyê Cindî şermȋ nemȋnim.

Jibo min fersend çȇbȗ, ku ji nȇzȋk ve nivȋskarȇ mezin Hecîyê Cindî nas bikim.

Jȋyangeriya nivȋskar ȗ lȇkonerȇ navdar Hecîyê Cindî, nolȋ qedera, nolȋ feleka her kurdekȋ ȇzȋdȋ bȗye, yȇ li Ȋmpȇratoriya Osmaniyan de mezin dibȗ. Ew ji dayȋkȇ bibȗ sala 1908-an, 18-ȇ adarȇ, li gundê Emençayîrê, nehiya Dîgorê, qeza Qersê, Kurdistana Bakȗr. Wȇ demȇ leşkerȇn ȗris li Qersȇ da bȗn. Peywendiyȇn navbera ȇzȋdiyan ȗ desthilatdarȇn Ȋmpȇratoriya Ȗrisȇtȇ, wisa jȋ ȇzȋdiyan ȗ ermeniyan gelekȋ xweş bȗ. Leşkerȇn ȗris, ȇzȋdȋ ȗ ermenȋ kiribȗn li bin perȇn xwe, wan ji ȇrȋşȇn cerdevanȇn osmaniyan ȗ «tirkȇn gȇnc» diparastin. Lȇ sala 1917-an şoreşa sibatȇ ȗ şerȇ navxweyȋ, li ȗrisȇtȇ de destpȇdibe. Leşkerȇ ȗris destpȇka sala 1917-an ji Qersȇ dertȇn. Ȇrȋşȇn çete ȗ cerdevanȇn osmaniyan ȗ «tirkȇn gȇnc» li ser ȇzȋdiyȇn 17 gundȇn nehiya Dȋgorȇ destpȇdibin. Xelk dev ji mal ȗ milkȇn xwe berdidin ȗ berȇ xwe didin Ermenistanȇ. Wȇ demȇ çiqasȋ jȋ rewşa Komara Ermenistanȇ ne baş bȗye, desthilatdarȇn komarȇ peneber cȋ ȗ war dikin, nan ȗ av dikin. Wȇ demȇ li ser rȗpelȇn rojname ȗ kovarȇn ermenistanȇ dihat nivȋsar: «Ȇzȋdȋ dostȇn me ne», «Ȇzdȋ birayȇn me ne». «Em hȇvȋdarin, ku bi her awayȋ, em derd ȗ ȇşa ȇzȋdiyan sivik bikin, birȋnȇn wan melhem bikin». Birȋnȇn li ser dilȇn peneberan pir kȗr bȗn. Derd ȗ ȇşa koçberan pir şewat bȗ. Wȇ demȇ peneberȇn ji Emençayîrê du gundȇn nehiya Aparanȇ de hatibȗn sitar kirin; gundȇ Camȗşvana Mezin(niha Elegez)ȇ ȗ gundȇ Pampa kurdan(niha Sȋpan). Eskerȇ «roma reş», eskerȇ «tirkȇn gȇnc», bihara 1918-an ȗ li ser du milan, ȇrȋş dibin li ser Komara Ermenistanȇ ya hȋn jȋ pişta xwe rast nekiribȗ. Roma reş ȇrȋşȇ dibe li ser Serderabadȇ ȗ li ser nehiya Aparanȇ. Armanca dijmin dorpȇçkirina Yȇrȇvanȇ bȗ. Mebesta dijmin bȗ, Komara Eremenistanȇ li nav xwȋnȇ de fetisandin. Hengeke romiyan tȇ ȗ derdikeve gundȇn ȇzȋdiyan. Ewan ȇrȋşȇ dibin li ser gundȇn Elegezȇ ȗ Pampa Kurdan(Sȋpanȇ) ȗ komkujiya ȇzȋdiyȇn herdu gundan destpȇdibe. Ewan serȇn zarokȇn herdu gundan, datȋnin li ser çokȇn bavȇn wan ȗ wan diavȇjin li ber devȇ şȗran. Paşȇ dest bi kuştina mȇrȇn herdu gundan dikin. Wȇ demȇ heftȇ zilamȇn gundȇ me, gundȇ Cercerȋsȇ(niha Dȇrik) dixwezin li ser çȋyayȇ Qemerdax(Pambak) re derbazȋ bajarȇ Spȋtak(wȇ demȇ Hasavan)-ȇ bibin ȗ çekan jibo berxwedanȇ bȋnin. Romiyan zilamȇn gundȇ me dorpȇç dikin. Romiyan nolȋ dirindan ȇrȋşȇ dibin li ser zilamȇn gundȇ me. Ewan bi yeko yeko zilamȇn me digirin, ȋşkevce dikin, paşȇ dikujin. Ewan pȇ şȗr renȇ hȇsȋran jȇdikin ȗ destȇ wan dikin birȋnȇn ser renȇn wan. Tik tenȇ zilamekȋ gundȇ me ji wȇ cehnimȇ rizgar dibe.

Cangȋr Axayȇ ȇzȋdȋ ȗ Diroyȇ ermenȋ, li tev mȇrxasȇn xwe, di pȇşeniya Aparanȇ de şerȇ dijȋ osmaniyan dikin. Mȇrxasȇn ȇzȋdiyan ȗ ermeniyan zora romiyan dibin, wan dişkȇnin. Cangȋr Axa tȇ gundȇ me. Ew pȇ dihese, ku ew henga dijmin ya komkujiya ȇzȋdiyan pȇk anȋbȗ li ku ye. Ew ȇrȋşȇ dibe li ser wȇ henga dirindan ȗ heta hidȗdȇ romiyan wan diajo.

Dema ȇrȋşa romiyan li ser Elegezȇ ȗ Pampa Kurdan, ji malbeta Haciyȇ Cindȋ, tenȇ ew ȗ birayȇ wȋ yȇ biçȗk sax dimȋnin. Sala 1919-an Hecȋ ȗ birȇ wȋ yȇ biçȗk vedigerin Emençayîrê. Çetȇn «tirkȇn gȇnc» Emençayîr ȗ gundȇn ȇzȋdiyan yȇn din kavil kiribȗn, telan kiribȗn, komkujiya ȇzȋdȋ ȗ ermeniyȇn li 17 gundȇn nehiya Dȋgorȇ de mabȗn pȇk anȋbȗn. Li sȇwȋxana Amȇrȋkayȇ de Hecȋ ȗ birȇ wȋ yȇ biçȗk tȇn sitar kirin. Di sȇwȋxanan de zarokȇn ȇzȋdiyan yȇn nolȋ wan gelek hebȗne. Xortȇn nolȋ Haciyȇ Cindȋ jȋr ȗ jȇhatȋ dibistana navendȋ li sȇwȋxanan de temam dikin ȗ xwendina xwe di zanko ȗ ȋnstȋtȗtȇn Yȇrȇvanȇ de berdewam dikin.

Heciyȇ zȋrek, aqil li Peymangeha Perwerdeyȋ de tȇ qebȗlkirin. Sala 1929an ew li wir jȋ xwendina xwe temam dike. Ew berȇ xwe dide gundȇn kurdȇn ȇzȋdȋ yȇn Nehiya Apararȇ. Ew li gundên Qundexsazê û Camûşvana Mezin(niha Elegez) mamostatiyê dike.

Haciyȇ Cindȋ li tev çend hevalȇn xwe; Emȋnȇ Evdal, Casimȇ Celȋl, Ahmed Mȋrazȋ, Etarȇ Şero, Cerdoyȇ Gȇnco, Qanatȇ Kurdo, Erebȇ Şemo…, di ermenistanȇ de ȗ bi alȋkariya nivȋskar ȗ rewşenbȋrȇn ermenȋ, hȋm ȗ bingeha çand, wȇje, zimanȇ kurdȋ datȋnin. Ewan bi xwe bȗn mamostyȇn zimanȇ kurdȋ li gundȇn kurdan de. Haciyȇ Cindȋ bi xwe çendek salan li dibistana gundȇ Qundexsazȇ(«Rya Teze») de mamostayȇ zimanȇ kurdȋ bȗye. Wȇ demȇ ew dest diavȇje folkilora, zargotina kurdȋ. Ew li rex çȋrokbȇjȇn kurd rȗdinȇ ȗ nimȗnȇn cewahirȇn ziman ȗ wȇjeya kurdȋ ji mirinȇ rizgar dike.

Sala 1936-an Hecîyê Cindî ȗ Emînê Evdal, pirtȗka»Folklora Kurmancan» ya 640 rȗpel, didine weşandin. Di wȇ pirtȗkȇ de, nimȗnȇn zargotina kurdȋ, yȇn wan herdukan li nav milet de berav kiribȗn, ciyȇ xwe dibȋnin.

Dema pirtûka «Folklora Kurmancan» ya sala 1936-an weşandȋ dikeve li ber destȇ Qazî Mihemedȇ rehmetȋ. Pȇşewa pir kȇfxweş dibe. Ew li meydana bajarȇ Mahabadȇ de ȗ pȇşberȋ 100.000-ȋ zȇdetir Kurdistaniyan dibȇje: «Ev e Qurana me!».

Folklora Kurmancan, 1936

Paşȇ li dȗ hevdu, pirtȗkȇn Hecîyê Cindî: «Şaxêd Rostemê Zale kurdî», 400 rûpel. Pênc cildên «Hikyatêd cimaeta kurdîyê», 1300 rûpel. «Folklora kurmancîyê» ya sala 1957-an. «Sitiranêd kurdaye lîrîkîyê». «Şaxêd Koroxlîye kurdî». «Mesele û metelokên cimaeta kurda», 800 rûpel, û yên din tȇne weşandin.

Xȇncȋ, bilȋ beravkirin ȗ weşandina, dir ȗ cewahirȇn folkilora kurdȋ, xȇncȋ amadekirina Alfabeya kurdȋ-rȗsȋ(kȋrȋlȋ), Hecîyê Cindî amade kiriye ȗ daye weşandinȇ «Pirtȗkȇn Perwerdayȋ» jibo dibistanȇn gundȇn kurdan de ȗ jibo sinifȇn sisiyan ȗ çaran. Ew demeke dirȇj dersbȇjȇ Zankoya Yȇrȇvanȇ, beşa kurdzaniyȇ bȗ. Bi hereketȇ wȋ ȗ Emȋnȇ Evdal Akadêmîya Ermenîstanê de beşe kurdzaniyȇ tȇ vekirin ȗ ew bi xwe dibe serokȇ wȇ beşȇ. Ew gelek goterȇn ulimȋ çap dike. Serokatiya akadȇmiyȇ navȇ Profȇsor pȇşkȇşȋ lȇkolȋnerȇ kurd dike. Profȇsorȇ kurd dibe şȋretkar ȗ rȇberȇ gelek ulimdarȇn kurd yȇn ciwan, kȋjan dibin doktorȇn kurdzaniyȇ. Doktorȇn ciwan zimanȇ kurdȋ dewlementir dikin. Ewan ȗ nivȋskarȇn kurd edebiyeta kurdȋ gav bi gav xwirtir dikin. Dema em bala xwe didin romanȇn kurdȋ, yȇn bi destȇ nivȋskarȇn nifşa yekȇ hatine nivȋsar ȗ romanȇn pȇ qelema nivȋskarȇn nifşa dudan ȗ sisiyan hatine afirandin, firq ȗ cudatȋke mezin tȇ xuyakirin. Gelek romanȇn kurdȋ yȇn nȗ wek bȇstsȇlȇr tȇn nirxandin ȗ hȇja ne bi zimanȇn din bȇne wergerandin ȗ weşandin. Romana Hecîyê Cindî «Hewarȋ» ya salȇn 1980-ȋ hatiye weşandin, berhemeke nirxgiran e.

Hecîyê Cindî dema destpȇka tȇrora Stalînîzmê, salȇn 1937-an tȇ girtin ȗ wȋ nivȋskar ȗ ulimdarȇ mezin, dikine habsȇ. Ew salekȇ hebsȇ de dimȗne. Ew camȇrekȋ qenc bȗ, dilovan bȗ, dema şahiyan ȗ şȋnan li nik dost ȗ hevalȇn xwe bȗ. Bi hereketȇ hevalȇn wȋ, nivȋskarȇn ermenȋ ȗ rȗs, tȇ ȋsbat kirin, ku Profȇsor ne tawanbare, bȇsȗc, bȇguneh ye. Ew sax, silamet vedigere li nav malbetȇ. Sedema girtina Hecîyê Cindî welatheziya wȋ bȗ. Ew dibihȋze ku kovareke kurdȋ «Hawar» a bi zaravȇ kurmancȋ li Şamȇ de tȇ weşandin. Ew peywendiyan li tev ȇdȋtorȇ kovarȇ, nivîskar Celadet Bedirxan (bi nasnavê Herekol Azîzan) datȋne. Ew çend hejmarȇn «Rya Teze» ȗ çend pirtȗkȇn kurmancȋ jȋ dişȋne jibo Celadet Bedirxan. Celadet Bedirxan jȋ li ser rȗpelȇn «Hawar» ȇ gotarekȋ derbarȇ «»Rya Teze» » ȗ Hecîyê Cindî de dinivȋse. Ew yek jȋ dibe mane, behane, ku nivȋskar ȗ lȇgerȋnerȇ navdar salekȋ zȇdetir hebsȇ de bihȇlin.

Hecîyê Cindî welatparȇz bȗ. Gel gelekȋ rȗmeta wȇ digirt. Bi daxaza gel, dibistana gundȇ Sȋpanȇ dibe li ser navȇ nivȋskar ȗ ulimdarȇ kȗrd. Sala 1990-ȋ bavȇ folkilora kurdȋ wefat bȗ. Ew li goristana gundȇ Sȋpanȇ de tȇ çalkirin.

Piştȋ wȇ yekȇ, ku bi pȇşniyara nivȋskarȇ navdar, ez bȗm endamȇ beşa nivȋskarȇn Kurd ya li nik Yekȋtiya Nivȋskarȇn Ermenistanȇ, em gelek caran li Mala Nivȋskaran de, me hevdu didȋt. Çend caran jȋ, bi daxwaza Prof. Hecîyê Cindî li tev bavȇ xwe em bȗn mȇvanȇ wȋ nivȋskarȇ navdar. Bavȇ min gelek çȋrok, meselok ȗ metelok zanibȗ. Çi ku bȋra wȋ de bȗ, di mal de dinivȋsȋ ȗ tanȋ dida mamostayȇ xwe. Sala 1970-ȋ min xwendina xwe li zankoya bijȋşkiyȇ de temam kir ȗ 11 salan li Komara Qazaxistanȇ de wek xȋrȗrg/emelȋkar xebitȋm. Peywendiyȇn min ȗ nivȋskarȇ navdar Haciyȇ Cinȋ berdewam dibȗn. Wȋ di nameyȇn xwe de hertim ji min re digot: «Ezȋzȇ Ezȋz». Wȋ çend pirtȗkȇn xwe jȋ ji min re şand. Piştȋ 11 salam ez li tev malbeta xwe vegeriyan Yȇrȇvanȋ. Piştȋ çend rojan min nivȋskarȇ navdar ȗ xanima wȋ Zeyneba Ȋbo dawetȋ mala xwe kir. Ewan pir kȇfxweş bȗn, ku em vegeriyane Ermenistanȇ. Em dȋsa civȋnȇn nivȋskaran de, me hevdu didȋt.

Dawiya sala 1980-ȋ «pȇrȇstroyka» Garbaçov ȗ hilweşȋna Yekȋtiya Sovyȇt destpȇbȗ. Tevgera Qarabaxȇ, temamiya bajarvanȇn Yȇrȇvanȇ rakir li ser lingan. Meş ȗ mȋtȋng rȇ nedidan hevdu. Li qarabaxȇ de şer destpȇbȗ. Blokada Komara Ermenistanȇ ȗ Kirȋza ȇnȇrgiyȇ destpȇbȗ. Zavod ȗ fabrȋk xebata xwe rawestandin. Salȇn dijwar destpȇbȗn. Bajarvan tariyȇ de rȗdiniştin. Avahȋ nedihatin germkirin. Nangiranȋ destpȇbȗ. Nan pȇ talonan didan gel. Sȋxwir ȗ neqencȇn der ȗ yȇn hundir hewl dane xwe ȗ cȇribavdin li hundurȇ Komara Ernenistanȇ de jȋ alozȋ ȗ gengeşiya çȇkin… Koçberiya gel destpȇbȗ. Çend salan ew rewş berdewam bȗ. Dilȇ nivȋskar ȗ Prof. Hecîyê Cindî teyax nekir. Ew çȗ, gihȋşte refȇ nemiran. Ew nemirȋ ye. Ew dilȇ me de ya.

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ

0 комментарии 0 FacebookTwitterPinterestVKOdnoklassnikiWhatsappTelegramSkypeThreads

Li çapxana «Avêsta» du pirtûkên Babayê Keleş —...

Kesê ku ji dengbêjiyê fam nake, çawa dikare...

Ji bona bîranîna Serokê radyoya Yêrêvanê salên 1994...

DÎROKA R’OJNEMA K’URDÎ YA HERE T’EMENDIRÊJ “R’YA T’EZE”

Kurdên li Kazakistanê Newroz pîroz kirin: ji Almatiyê...

Di ser koça dawî ya Seydayê Tîrêj re...

Cejna Newrozê pîroz be!

Cejna Remezanê pîroz be

Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî koça dawî kir

Pêşangehek ji hunermendê Kurd Omran Şêxmûs li Almatiyê...

  • Li çapxana «Avêsta» du pirtûkên Babayê Keleş — «Nîşanî» û «Serhatî» derketin

    15/04/2026
  • WEZÎRÊ NADIRÎ – NAVÊ NEBÎRKIRÎ

    07/02/2026
  • Rola Dayikan li Mala Dostaniyê ya Almatiyê Hate Gotûbêjkirin

    19/01/2026
  • Toqayêv: Divê Qazaxistan hukimdarîya Serokatiyê ya xurt biparêze

    25/10/2025
  • Toqayêv pêşnîyara guherandina nêzîkî 40 madeyên Qanûna Bingehîn wekî beşek ji reforma parlamentoyê kir

    14/10/2025
  • ROJNAMEVAN Û DÎPLOMAS HESENÊ QEŞENG ÇÛ BER DILOVANYA XWEDÊ

    14/01/2026
  • NEWROZ — STRANA DILAN

    21/03/2026
  • GULÎYÊN TE

    24/01/2026
  • WEZÎRÊ NADIRÎ – NAVÊ NEBÎRKIRÎ

    07/02/2026
  • НОВАЯ КНИГА Л.М. БРУКИ «КУРДЫ — НАЧАЛО ИСТОРИЧЕСКОГО ПУТИ»

    07/02/2026

Barbang.info — întêrnêt-rojnama serbixwe ya kurdên Qazaxistanê ye. Ew li Almatê diweşe.

  • Derbarê projeyê de
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Prensîbên ji bo bikaranîna materyalan
  • Qazaxistan. Almatî
  • Tel: +7 775 453 64 25, +7 775 142 1496‬
  • Reklam: barbang.info@mail.ru
  • barbang.info@gmail.com

©2025 — barbang.info

Facebook Youtube
Barbang.info
  • Общество
  • Политика
  • Экономика
  • Мир
  • Спорт
  • Наука
  • Культура
  • АНК
  • Выбрать язык
    • Русский
    • Қазақ
    • Kurdî