— Tu çi kilamî hiz dikî?
— Ez ya “Mem û Zîn”…
— Ez ya “Gidî lo-lo”…
— Ez ya Şivan Perwar: “Xanima min”…
Pirsekêra hezar û yek cabê dibîhîzî…Kî raste? Her yek hindava xweda raste. Lê kîjan kilam xweşe? Ew kilam, ya ku dilê mêrivda hisreta hişyar dike, ya ku ruhê mêriv nazik dike, qelbê qenciyê davê dilê mêriv?…
Kilam zûda pêşda hatiye. Berî pêşdahatina îsanet — heywanet sitraye û distirê. Wextê pişîk ber tendûrê ditele, çevê xwe digire û bi awakî dike mire-mir “hirr-firr — hirr-firr”…ew kilame, kilama edilayê û xewê. Wextê kelb berê xwe hevraz dike û “divê” “hew- hew-heûûû”… ew kilame, kilama derd û dewê. Wextê mirîşk bedena xwe gupe vedike, mîna xanim-xatûna dimeşe û “divê” “Qiix…qix-qix-qix-qix”, wextê çivîk çerx vedide û dike çîve-çîv, wextê reşêle ser têla datîne û dike çike-çik: “çik-çik çivvv…,çik-çik- çivvv…” – ew eseyî kilamin, kilamê hişyariyê û şayê…
Lê berî heywan tebiyetê sitraye. Wextê ba dike “hûûû”, wextê belgê dare dikine xişîn, wextê av dike xule-xul, wextê xarina berkelê dike qilpe-qilp – ew kilame…
Lê kilama îsanet diha kûr û pirr awaze, diha bi ruh û xeyset va perwede…
Hene cure-cûre kilam û sazbendî. Û îsanet sitraye, kilam bihîstiye di qewlê emir başqe-başqeda: wextê şînê, wextê şayê, wextê xebatê… wextê melûliyê û wehîdiyê…
Wextê şayî meryada tije dive, tê hilnayê – meriv distirê, bi kilamê kela şayê vedipesirîne… Wextê derd dilê meryada dibe “gilê” meriv bi kilamê wê “gilê” vedike, çawa dewrêşêd sazbend bi def û şivêvya kulokanya mera vedikin…
Kilam her tiştîra pîrika zeynandinêye…
Kilam hevala amine, dayka helal…
Kilam namirin…
Fêrîkê ÛSIV