29-ê mijdara sala 1920-an piştî damezrandina h’ukimeta Sovîyêtê li Ermenîstanê, gelek guhastinên baş di navbera civaka me pêk hatin. Di sala 1929-an bi bir’îyara h’ukumeta Ermenîstanê elîfba k’urdî bi tîpên latînî hate amade kirinê. Ew elîfba nivîsk’arê navdar, bavê r’omana k’urdî E’rebê Şemo (Ereb Şamîlov) û Îsahak Marogûlov yê ku netewa xweda Aşûr bû hazir kiribûn. Li gundên ku civaka me têda jîyan dikir, dibistanên k’urdî hatibûn vekirinê, li dibistananda h’emû ders bi zimanê k’urdî dihatne derbazkirinê. Di sala 1931-an li p’aytexta Ermenîstanê bajarê Yêrêvanê xwendinxana k’urda ye Pişkavkazêye pêdagogîêye ser navê A. Mr’avyan hatibû vekirinê, k’îjanê ne ku t’enê dersdarên k’urd, lê usa jî k’armendên partîyê û Sovîyêtê hazir dikir. Piştî wan guhertina, Komîtêya navendî ya Partîya Komûnîst ya Ermenîstanê bir’yarê qebûl dike derheqa çapkirina r’ojnema bi zimanê k’urdî. Adara sala 1930-î li Yêrêvanê hejmara “R’YAT’EZE”-ye yekemîn neşir bû. Berpirsîyarê (rêdaktor) pêşin nivîsk’arê ermenîya meşûr, dost û xêrxazekî gelê k’urd Hraçîya K’oçar bû. Ew sala 1910-an li Bakûrê K’urdistanê hatîye dinîyayê. Hela zarok bû dayîka wî diçe ser dilovanîya Xwedê. Bavê wî K’oço t’evî serleşkerê ermenîya Andranîk P’aşa dijî Zulma R’oma r’eş şer’ dike lê Hraçîya K’oçar t’evî pizmanên xwe ji ber sure R’omê dir’eve Ermenîstanê. Li wir gelek zor û zehmetê divine. Piştr’a diçe ser xwendinê li Zanîngeha Yêrêvanê ya Dewletê li beşa zimannasîyêda tê qebûl kirinê û demam dike. Jînenîgarîya nivîsk’arê ermenîyayî mezin Hraçîya K’oçar dûr û dirêje. Ew xudîyên di sedan nivîsa û pirtûkên bedewetîyêye. Gelek berhemên wî jîyana gelê k’urdva girêdayîne. K’eda wî bo pêşk’etina çanda k’urdî geleke. Ew sala 1965-a li Yêrêvanê çûye ser dilovanîya Xwedê. K’eda nivîskarê ermenîyaûî nav û deng Harûtyûn Mkrtçyan wan salan di nava k’ar û xebatên r’ojnema R’YAT’EZE-da kêm nîbû. Rêdaksîya r’ojnemêda ew jî hevserok bû. Ew di sala 1903-an liWanê ji dayîk bûye. Di sala 1915 – an li dema qet’ilema ermenîyan t’evî qewim – pizmanên xwe dir’eve Ermenîstanê neh’îya Eçmîyazînê. Di sala 1919-an piştî k’utakirina sêmînarîyê dibe endamê Partîya Komûnîst ya Ermenîstanê û li partîyê kar dike. H. Mkrtçyan – nivîsk’arê Ermenîstanê bi nav û denge. Ew xudîyê gelek berhem û miqalên balk’êşin yên ku jîyana kurda tine ber ç’ewa. Harûtyûn Mkrtçyan sala 1992-a Yêrêvanêda diçe ser dilovanîya Xwedê.
Berpirsîyarên Rojnema “Rya teze” yê pêşin ermenî bûn, çimkî di nav civaka meda karmend hindik bûn. H. Koçar û H. Mkrtçyan zimanê k’urdî baş dizanibûn, ew welêtda nava k’urdada mezin bûbûn. Sala 1934-a Cerdoyê Gênco wek berpirsîyarê r’ojnemê hate k’iviş kirinê. Wî çaxî H’ecîyê Cindî, Emînê E’vdal, E’tarê Şero, Gêvorg Parîs, Vardan Pêtoyan, R’ûbên Drampyan r’ojnemêda k’ar dikirin.
Derheqa Cerdoyê Gênco nivîsk’ar û lêk’olînêr, dramatûrgê navdar Eskerê Boyîk di p’irtûka xwe ya ser nave “Çanda Kurdên Sovêtê” nivîsîyê. Li gorî melûmetîyên Eskerê Boyîk, Cerdoyê Gênco sala 1904-an gundê Emançayîrê, qeza Qersê maleke K’urdên Êzdî da dayka xwe bûye. Ew jî, zarotîyêda wek ya Hecîyê Cindî, Emînê Evdal, Casimê Celîl û gelekên din ji kanîya sêwîtîya dilêşe dijwer avê veduxwe, sêwîxanêda mezin dibe. Sala 1918-an ji bûyarên heremê û hicûmkirina hêzên t’irkan, mala bavê wî jî cî-war, milk’ û malê xwe dihêlin dir’evin berbi Ermenistana niha. R’êda dê-bavê wî tên kuştin, Cerdo dik’eve sêwîxana bajarê Eşterekê, nêzîkî Yêrêvanê. Ji bîranîn û nivîsara tê xanê ku Cerdo xortekî jêhatî û zîrek bûye Sala 1929 tê bajarê Yêrêvanê ser xwendinê. Zûtirekê navê wî jî di nav rewşenbîrên kurd da tê xanê. Weşena rojnema “RÎYA TEZE” (1930) rûpelekî nû di nav jîyana wî da dinivîse. Dik’eve nava k’ar û barên weşena r’ojnemê. Goter û miqala rojnemêr’a dinivîse, bi aktîvî t’evî r’êvabirinê dibe. Sala 1934 wî k’ivş dikin wek r’êvabirê „RÎYA TEZE“. Ew r’êvebirê Rojnemêyî, ê kurdî ewlin bû. Balk’êşe, ku ji pey çar salên weşena r’ojnemêr’a (berpirsîyar nivîsk’ar û zanyarê Ermeniya ye mezin bûne) layîq dibînin wî k’arê cawdarda Cerdoyê Gênco kivş bikin. Wusane, gorî wan di nav kadroyên K’urda yê wê demêda yê herî hêja ew bûye. R’ewşenbîrê zîrek bi t’emamî xwe p’êşkêşî k’ar û barê r’ojnemê dike, miqala, gotara, kurteç’îroka, fêlêtona (kurtegotara) dinivîse. Werger’a dike, t’evî xebata demezirandina xebernema, kitêbên dersa dibe, miqaledarên jêhatî li dora r’ojnemê dicivîne. Lê zûtirekê weşena rojnemê tê sekinandîn (1938) û xewn-xiyalê wî nîvcî dimînin. Demekê ew jî dikeve devê dijwerîyên stalînîzmê, tê zêrandin… Dest bi şer’ê Almanîya Hîtlêrîyê û welatê sovêtê dibe. Demên giran tên. Wî k’ivş dikin serokê têatroya K’urdaye dewletê li gundê Elegezê. Vira t’evî serokatîyê wusa jî ji bo têatroyê şanoya dinivîse (“Destebirak”,” Xûşka doxtriyê”). Sala 1945, çend r’oja berî kutabûna şêr’ Cerdoyê Gênco çil û yek salya xwe da diçe ser dilovanîya xwe. Xêncî wan şanoya ji berhemê wî yên edebî wusan jî çend kurteçîrokê weke gotara û hejmarên rojnema “RÎYA TEZE” yên bi berpirsîyarîya wî gihîstine me. Çawa lêkolînêr Eskerê Boyîk li pirtûkêda gotibû, di sala 1938-an r’ojnema “RYA T’EZE” hate girtinê.
Li K’omarên Sovîyêta Sosîyalîst zulm – zordarîya Îosîf Stalîn pir’ bû. Bi h’ezaran mirov, nivîsk’ar, r’ewşenbîr, endamên partîyê bê guneh hatine girtin û kuştin. R’onakbîrên k’urd Heciyê Cindî, Cerdoyê Gênco, Ahmedê Mîrazî, E’rebê Şemo jî wan sala hatibûn girtinê. Gelek net’ewên kêmjimar hatine sirgûn / aksor kirin. Di nav wan net’ewan k’urd jî hebûn. Bi h’ezaran k’urd ji Azerbaycan, Ermenîstan û Gurcistanê di navbera salên 1937 – 1950-î sirgunî K’omarên Asîya Navîn kirin. Piranîya wan bi tirêna sirgûnî Qazaxîstan û Qirgîzstan ê kirin. Di adara sala 1953-an piştî mirina J. Stalîn û hatina Nîkîta Xrûşêv li ser text, li K’omarên Sovîyêtê guhastinên baş despê bûn. Mafê net’ewa û mirova zêde bû.
Di sala 1955-an r’ojnema “R’YA T’EZE” careke din li Yêrêvanê neşir bû. Berpirsîyarê Rojnemê ji navbera salên 1955 – 1989an Mîroyê Esed bû. Rojnemevan, nivîsk’ar T’êmûrê Xelîl yê ku çend sala li r’ojnema “Rya teze” k’ar kiribû, derheqa Mîroyê Esed li pirtûka xwe ya ser nave “Antologîya 35 helbestvan û nivîsk’arên Sovyeta berê” nivîsîye:
«Mîroyê Esed sala 1919-an li Ermenîstanê, li gundê Elegezê, ku navê wî yê berê Camûşvana Mezin bû, hatîye dinîyayê. Ewî pêşîyê zanîngeha Pişkavkazê ya k’urdî ya mamosteamadekirinê, paşê jî fakûltêta hiqûqê ya Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanê xilaz kirîye. Ji sala 1937an di gundê xweda dibe mamosta, paşê serokê dibistanê. Di salên sere hemcihanê yê dudan da serwêrê têatroya k’urdî ya gundê Elegezê bûye, paşê bûye sêkrêtarê partîa komûnîstan ya navçeya Elegezê, dûr’a bûye dozgerê navçeyeke paytextê Ermenîstanê. Ew gelek caran hatîye hilbijartinê wek endamê Komîtêya Navbendî ya Partîya Komûnîst ya Ermenîstanê. Mîroyê Esed, ku bi fermî navê wî Mîroyê Esed Mistoyan bû, endamê Yekîtîya Nivîskarên Soveytistana berê û endamê Yekîtîya R’ojnamevanan bû. Ewî qulixên dewletêye bilindda k’ar kirîye. Keda wî di warê pêşketina çanda k’urdîda geleke. Di sala 1955- 89an r’êdaktorê rojnema R’YA T’EZE-î sereke bûye. Xudîyê gelek berhemên k’urdî yên bedewetîyêye. Ji bo k’arê serketî ew bi ordênên ”Beyraqa Sor” û ”Nîşana hurmet”ê va hatîye xelatkirin, layîqî nave k’armendê k’omara Ermenîstanê yê çandêyî hurmetlî bûye.
Lê yek ji k’arê herî mezin, ku Mîroyê Esed kirîye, ewe, ku bi dehan kadroyên bona r’ojnamevanîya k’urdî daye amadekirin û bi r’iya r’ojnameya kurdî, ku ewî salên dirêj serokatî lê kir, rê ber şayîr û nivîsk’arên k’urdda vekirinê bona berhemên xwe yên nû bidine çapkirinê û ew ji wanr’a dibû bingeh, ku xwe li r’iya pêşketina e’debîyeta me bigirin. Rojnameya ”R’YA T’EZE” di hêlekêva jî ji bo edebîyethizan helaneke xurt bû, ku bir’yara paşer’oja xwe ya nivîsara berheman bidin. Ji ber ku di r’êdaksyonêda li ser berhemên her yekî bîr û bawerîyên xwe ji efrandaran ra digotin, şaşîyên wan r’ast dikirin, şimşat dikirin û cihana edebîyetê ber wan vedikirin. Mîroyê Esed 4-ê sibatê sala 2008-an, di 89 salîya xweda li mala xwe, li Rewanê çû ser dilovanîya xwe,,. Bi r’astî jî, çawa T. Xelîl dibêje, dema ku M.Esed berpirsîyarê r’ojnemê bû, çand, wêjeya k’urdî gelekî pêşda çû. Ew salên gulgeşbûna r’ojnemê bûn. R’ojneme ya dewletê bû, ji alîyê dewletê dihate fînans kirinê. 12 odê r’ojnemê hebûn, hesabê k’armendên r’ojnemê jî pir’ bûn. R’ojneme di nav heftekîda 2 cara neşir dibû. Eger salên 1930-î hejmara “R’YA T’EZE” nedigihîşte 1000-î, lê dawîya salên 1980-î ew gihîşte weke 6 h’ezara. “R’YA TEZE” r’ojnema pêşin bû, ku organa dewletê bû. Paşwextîêda li Ermenîstanê 4 r’ojnemê dewletê r’esmî hebûn, ku organê Komîtêya navendî ya Partîya komûnîst ya Ermenîstanê, Şewra bilind (par’lamênt) û hukumeta Ermenîstanê bûn. Ew r’ojnemên bi zimanê ermenî, r’ûsî, azêrî û k’urdî bûn. R’ojnema “Komûnîst” bi zimanê r’ûsî, r’ojnema “Sovêtakan Hayastan” bi zimanê ermenî, “Sovêt Ermenîstani” bi zimanê azêrî, r’ojnema “R’YA T’EZE” jî bi zimanê k’urdî neşir dibû.
Xênji Ermenîstanê r’ojneme usa jî Azêrbêcanê, Gurcistanê, Qazaxîstanê, R’ûsîyayê, çend dewletên Ewropayê, Kanadayê, Amerîkayê dihate belakirinê. Hinek K’omarên Sovîyêtê (Azêrbêcanê, Gurcistanê, Qazaxîstanê) korêspondêntê r’ojnemê hebûn. Dema ku Mîroyê Esed berpirsîyarê r’ojnemê bû kesên ku li rojnemê k’ar dikirin ev kes bûn: Qaçaxê Mirad, Şekroyê Xudo, Tîtal Mûradov, E’liyê E’bdilrehman, E’gîtê Xudo, H’esenê Qeşeng, Karlênê Çaçanî, Şerefê Eşir, E’gîtê Abasî, P’aşayê E’rfût, Letîfê E’mer, E’merîkê Serdar, Babayê K’eleş, T’êmûrê Xelîl, Pirîskê Mihoyî, Yûrayê Şewo, Vanîkê E’lîxan, Rizganê Cango, P’orsora Sebrî, Tîtalê Efo, Hesenê Ûso, Gayanê Hovhannîsyan û yên din k’ar kirine. Serok û berpirsyarê r’adyoya k’urdî Xelîlê Çaçan jî demeke kurt li vir xebitî bû. Salên pêşin helbestvan Mîk’ayêlê R’eşîd jî wek wergêrvan li vir k’ar kirîye.
Berpirsîyarê r’ojnemê yê salên 1991 – 2006an r’ehmetîyê E’merîkê Serdar derheqa r’ojnemê digot: “R’YA T’EZE” bû serkanîya pêşdahatin û pêşdaçûyîna e’debyeta k’urdê Sovîyêtê. H’emû nivîsk’ar, şayîr û dramatûrgên k’urd gavê xweye e’frandarîyê pêşin r’ûpêlên wê r’ojnemêda avîtine. R’ûpêlên “R’YA T’EZE”-da usa jî hîmê krîtîka e’debyetê hatîye danînê, p’irtûkên bedewetîyê hatine analîzkirinê. Xwendevanên r’ojnemê karibûne bi zimane xweyî dê t’ercima e’frandinêd gelek klasîka, şayîr û nivîsk’arêd wedê niha yê miletên başqe-başqe bixûnin. Pir’e emekê “R’YA T’EZE” di şuxulê xweykirina dewlemendtîyê gelê meye çandêda. Derheqa wê yekê ew yek şedetîyê dide, wekî hertim r’ûp’êlê r’ojnemêda nimûnêd zargotina me têne çapkirinê (lêgênd, mesele û met’elok, ç’îrok, beyt’-serhatî, têderxistinok û yên mayîn). Cara pêşin r’ûpêlê r’ojnemêda k’ilamên gelê k’urd bi nota, helbestê şayîrên me, ku kirine k’ilam, bi nota hatine çapkirinê. Xênji wê, sazbendzanêd me hert’im miqale nivîsîne derheqa sazbendîya me. Bi r’astî jî h’emû r’ewşenbîr, r’onakbîr, zanîyar, nivîsk’ar, doktor yên din miqale û e’firandinên wan li r’ojnemêda çap bibûn”. Di sala 1989-an Mîroyê Esed ji k’arê xwe aza bû, dewsa wî Tîtalê Efo hate k’iviş kirinê.
Tîtalê Efo 8-ê k’anûna paşin di sala 1941-an li Ermenîstanê li gundê T’ilikê nehîya T’allînê ji dayîk bûye. Dema ku Tîtalê Efo 9 salî bû, bavê wî diçe ser dilovanîya xwe. Sala 1964-an Tîtalê Efo xwendina xwe ya bilind li Zankoya Yêrêvanê ya pêdagogîyê bi açixî k’uta dike. Tîtalê Efo k’arê xwe ya pêşin sala 1963 — an li Televîzîyon û r’adyoya Dewletê ya K’omara Ermenîstanê çawa r’êdaktorê radîyoya beşa kurdî despê dike. Tîtalê Efo usa jî kompozîsîya bona şanoyên r’adyoyê dinivîsî. Sala 1965 –an Tîtalê Efo derbazî ser k’arê Partîya Komûnîstîyê bû. T.Efo sala 1965-a li aparata Komîtêya Merkezê ya Yekitîya Ciwanên Komûnîst li p’ara propagandayê, çandêda serokatî kir. Sala 1972-an bû k’atibê komîtêya mentîqa Aragasê.
Di sala 1975-an li Moskovayê dibistana partîyê ya bilind bi açixî k’uta kir. Hema wê sale jî alîyê partîyê hate k’iviş kirinê çawa Serokê p’ara giştî ya Komîtêya Navendî ya Partîya Komûnîst ya Ermenîstanê. Sala 1977-an Înstîtûta zootêxnîk – beyt’arîyê ya Yêrêvanê k’uta kir. Di sala 1989-an pistî azabûna Mîroyê Esed ji alîyê Partîya Komûnîst hatê k’ivişkirinê çawa r’êdaktorê (serokê) r’ojnema “RYA T’EZE” û h’eta sala 1991-an li r’ojnemêda k’arê xwe berdewam kir. Dema ku Tîtalê Efo berbirsîyarê r’ojnema “R’YA T’EZE” bû, ewî li ser r’ûpêlên r’ojnemê derheqa r’ewşa K’urdistana Başûr dinivîsî. Tîtalê Efo – xudanê gelek miqala û gotara bû, yê li ser zimanê kurdî, r’ûsî û ermenî hatine çap kirinê. Tîtalê Efo usa jî endamê r’êdkollêgîya r’ojnema «Avangard» bû. Di sala 1999 – an ew li r’ojnema «Axîna Welat» ya ku R’ûsîyayê neşir dibû bû berpirsîyarê sereke. R’ojnema «Axîna Welat» bi zimanê rûsî çap dibû. Tîtalê Efo miqale û gotarên xwe bin nave «Tor’in» çap dikir. Tîtalê Efo ûsa jî endamê Yekitîya r’ojnemevanên R’ûsîyayê bû. Tîtalê Efo 8-ê t’ebaxa sala 2003-an çû ser dilovanîya xwe.
Di sala 1991 – an Sovîyêta Sosîyalîst hilweşîya. R’ewşa aborî – sîyasî xirab bû. R’ojnemê jî statûsa xweye r’esmî undakir û bû r’ojnema serbixwe. Rojnema bi r’ûyê t’unebûna fînansa mehê carekê an du cara r’onayî dibîne. Rojneme piştî kambaxbûna Sovîyêtê kete nav r’ewşeke gelekî giran. Piştî Tîtalê Efora, navbera salên 1991 – 2006-an E’merîkê Serdar bû berpirsîyarê rojnemê. Emerîkê Serdar 8-ê sibatê sala 1935’an gundê P’amba K’urda (niha Sîpan) herêma Aragasotnê, li k’omara Ermenîstanêji dayîk bûye. Dê û bavê wî gundî bûn: Dewrêşê Serdar û Seyra Xudo. Ew hela şeş salî nîbû, gava dest bi Şerê Wetenîyê mezin bû û bavê wî şêrda şehîd ket. Di sala 1959 — an E. Serdar fakûltêta dîrokê-fîlologîyê ya înstîtûta Ermenîstanêye pêdagogîêye ser navê X. Abovyan xilaz kir. Hema wê salê ewî teglîf dikin, wekî radyoya Yêrêvanê p’ara xeberdanê kurdîda k’ar bike. Pêşîyê ew wêderê dixebite çawa p’eyîvkar (spîkêr), paşê dibe cîgirê serokê p’arê. Di sala 1962-an E’merîkê Serdar cîguhastî r’êdaksîyona r’ojnema “R’YA T’EZE” dibe. Sala 2006-an ji k’arê xwe aza dibe. Emerîkê Serdar ji sala 1965-an endamê Yekîtya rojnemevanê Ermenîstanê bû, lê ji sala 1995-a endamê Yekîtya nivîskarê Ermenîstanê bû. Ew usa jî endamê PEN-a Kurde. Emerîkê Serdar 19 – ê sibata sala 2018-an di 83 salîya xweda çû ser dilovanîya Xwedê. Çawa me gotibû, piştî jihevketina Dewleta Sosîyêtê, r’ewşa aborî û sîyasî xirab bû. Gelek k’armendên r’ojnema “R’YA T’EZE” yê ku bi sala kar dikirin, jî Ermenîstanê derk’etin, pir’anîya wan çûne Rûsîyayê û dewletên Ewropayê. Rojneme jî notila berê dernedik’et. Di sala 2005-an her t’enê 2 hejmar neşir bibûn. Ew jî bi saya alîk’arya welatparêz û xêrxazên r’ojnemê. Ji sala 2000-da r’ojnema “R’YA T’EZE” bi tîpê latînî r’onkayî dibîne. Di sala 2006-an, Grîşayê Memê dewsa E’merîkê Serdar dibe berpirsîyarê r’ojnema “RYA T’EZE”.
Grişayê Memê 10-ê adara sala 1948-an li gundê E’mirê t’eze ji dayîk bûye. Dibistana navîn li Saxkahovistê dixwûne. Piştr’a, li Yêrêvanê fakulteya R’ojhilatnasiyê beşa t’irkîda xwendina xwe berdewam dike. Destpêkê di sala 1974-an di r’ojnema “R’YA T’EZE”- da k’arê wergerê dike. Grîşayê Memê piştî xebateke dûr û dirêj di sala 2006-an dibe berpirsyarê r’ojnema “R’YA T’EZE”. Ligel xebatên r’ojnamevaniyê, dibe endamê Şêwra Kurdên Ermenistanê ku di gulana 2000-anda hat damezradin… Girîşayê Memê çawa kariye xwe di dilê gelê Kurdda bide hezkirin heman demê di nav cıvata gelê Ermeniyanda jî hatiye hizkirin û r’êz girtin. Grişayê Memê di sala 2010-an diçe ser dilovaniya xwe.
Piştî mirina Grîşayê Memê ji sala 2010-an h’etanî r’oja îroyîn berpirsîyarê r’ojnemê Tîtalê K’ereme. Tîtalê K’erem 1 – ê t’ebaxa sala 1965 — an li Ermenîstanê dayîk bûye. Bavê wî – K’eremê Seyad 55 sala li r’adyoya Yêrêvanê kar kir û çend sala bibû berpirsîyarê r’adyoyê. Dema ku Tîtalê K’erem li fakûltêya zimanê îngilîzî li Ûnîversîtêya dewletê ya zimannasîyê ya Yêrêvanê dixûne, serokê r’adyoya Yêrêvanê ya wê demê Ahmedê Gogê di dawîya sala 1989-an wî t’eglîfî r’adyoya Yêrêvanê dike. Wî cureyî Tîtalê K’erem li r’adyoyê dibe spîkêr (peyîvk’ar) û niha jî ew serokê radyoya Yêrêvanê ye.
Niha li rojnema R’YA T’EZE-da 2 kes k’ar dikin: berpirsîyarê r’ojnemêyî serekeye Tîtalê Kerem û cabdarê hejmaraye Mirazê Cemal.
Mirazê Cemal sala 1945-an gundê Qundexsazê (niha R’îyaTeze) li mentîqa Elegezêye berê (niha dikeve nava herêma Aragasotnê) malbeteke k’urdê gundîda hatîye dinîyayê. Piştî demamkirina dibistana gundê xwe ye h’eyşt sale ya ku bi nave Emînê Evdal tê navkirin, ew xwendina xwe çend sala dibistana gundê Elegezêye navînda berdevam dike lê sala dawîyê xwendina xweye navîne 11 sala bajarê Gumirîyêda bidest tîne.
Mirazê Cemal zarokîya xweda sêwirandîye. Berî weşandinên helbestên wî li r’ojneme û kovarada, ew nava gelda belav dibin. Dibine kilamên govend û dîlana. Bi sedan helbestên wî p’irtûkên almanaxa ‘’BaharaTeze,, û almanaxên net’ewên biyanîda r’onahî dîtine. Helbestên wî wisa jî p’irtûkên dibistanaye dersada û kovara ,,Dostanî,, r’ojnemên “Rya teze”, ‘’Mêzopotamîya,,, ‘’Zagros,, û kovar û r’ojnemên ji Ermenîstanê dere li Moskvayê û cîhên mayîn r’onayî dîtine. Helbestên wî gelek cara Bi radyoya Yêrêvanêye beşa k’urdî û têlêvîzîyonên k’urdîye Avropayê hatine dayîn. Ser têkstên helbestên wî hine hozanên k’urde navdar k’ilam sêvirandine û cejnada an jî têlêvîzîyonada distirên. Wî r’êdaktorî, karêktorî û welgera gelek gotar û p’irtûka kirîye. Sala 2014’an di alîyê Yekîtîya Nivîskarên Ermenîstanêda ronahî dît p’irtûka wîye bi ser navê K’ESKESORA Ç’ÎYA, k’îjan bo xwendevanên k’urd gelek kêrhatî û h’ewaskare. Îro li h’emû dibistanên K’omara Ermenîstanêyî gundên K’urdanda dersên ziman û wêjeya K’urdî tên dayîn. Dewletê bona dersxanên 1-12 p’irtûkên k’urdî daye weşandin. Ew hemû p’irtûk ber destê Mirazê Cemalr’a derbas bûne. Mirazê Cemal niha jî diefirîne, ew xebatkar û cabdarê r’ojnema “R’YA T’EZE”-ye. Endamê PÊN-a k’urdî û Yekîtîya Nivîsk’arên Ermenîstanêye.
Li r’ojnema “R’YA T’EZE”-da bi nivîsar, gotar û berhemên xwe yên mayînva r’ûpelên r’ojnamê xemilandine: E’rebê Şemo, H’ecîyê Cindî, Nadoyê Xudo, Emînê E’vdal, Wezîrê Nadirî, Xelîlê Çaçan, Ahmedê Mirazî, Ûsivê Bek’o, Aramê Çaçan, Baxçoyê Îsko, Fêrîkê Ûsiv, Şikoyê H’esen, Sehîdê Îbo, Xalit Çetoyêv, Casimê Celîl, Celîlê Celîl, Meksîmê Xemo, Wezîrê Eşo, Memoyê Xalit, Simoyê Şemo, Ezîzê Îsko, Cerdoyê Esed, Semend Siyabendov, Egîtê Şemsî, Eskerê Boyîk, Ordîxanê Celîl, R’izaliyê Reşîd, Sîma Semend, Çerkezê R’eş, Nûra Cewarî, Tosinê R’eşîd, E’zîzê Cewo, Ehmedê Hepo, E’lîxanê Memê, E’zîzê Gerdenzerî, E’gîtê Sinco û yên mayîn.
Em dikarin bêjin ku r’ojnema “R’YA T’EZE” bibû p’ergala hemû r’ewşenbîrên me yê Sovîyêta berê. Derheqa r’ojnema “R’YA T’EZE”- da bawer bikî p’ir’anîya r’ewşenbîr, r’ojnemevan û nivîsk’arên me miqale û gotar nivîsîne. Ûsa jî alîyê Med TV, Rudaw TV, Waar TV û televîzîyonên din ser k’ar û xebata r’ojnema “R’YA T’EZE” belgefîlm hatîyê amade kirinê. Dawîya miqalêda dixwezim bêjim ku r’ol û k’emala r’ojnema “R’YA T’EZE” ji bona pêjdaçûyîna civaka me ya Sovîyêta berê û Kurdistanê mezine. Di dema Sovîyêtê r’ojneme gelekî pêjda diçû, gulgeş dibû çimkî dewletê gelek mecal û alîk’arî dida r’ojnemê. Lê ev 30 salên dawîyê ku r’ojneme k’etîye nav r’ewşeke giran. Karmend jî nemane, ji alîyê dewleta Ermenîstanê alîk’arî hindike. Lê dîsa jî rojnema R’YA T’EZE” bi saya sere Tîtalê K’erem û Mirazê Cemal mehê carekî an du cara neşir dibe.
Hesen CELÎLOV
Rojnema R’YA T’EZE. № 3(4972) ADAR /Mart/ SALA 2020. Rûpêl 3 – 4.