Me gelek cara di derbarê rojnemevanê Komara Ermenîstanêyî emekdar, serokê beşa kurdî ya radîyoya Ermenîstanêye civakî, ji bo baş meşandina karê radîyoya Yêrêvanêye beşa kurdî û rojnemevantîya wîye pir’sale, yê ku bûye xudîyê gelek rewayên dewleta Ermenîstanê û hukumeta herêma Kurdistanê, Keremê Seyad nivîsîye. Hêjaye vê carê jî em bala xwendevanên rojnemê bidine ser kar û jîyana wî. 82 salê temenê Keremê Seyad temam bû. Lê dengê wîyî nazik usa jî ciwan ma. Ew her roj bi wî dengê xwe bi gotina “Yêrêvan xeber dide” mêvanê malên hemû kurda bû. Ew deng îdî nîv sedsalî zêdetirbû ku bi zimanê kurdî agahîyî dida hemû kurdên cîhanê. Dîroka jîyana Keremê Seyadê Xalid û eşîra wane Sîpka gelekî dûr û dirêj e.
Sala 1918-a pareke gelê kurd, kîjan ola xweva êzdî bûn, ji destî zulma Roma Reş, nava şevekêda ji cî û warên xweye kal û bava qetîyan, destê neferê xwe girtin, koçber bûn, berê xwe dane Ermenîstana Rohilatê, kîjan wî zemanî bin bandor’a împêratorîya ûrisda bû. Nava wanada bû usa jî malbeta Xalidê Çolo, kîjan ji eşîra Sîpka bû. Hela ewana cîwar nebûbûn cerdevan û leşkerên Roma Reş Xalidê Çolo tevî pêncî zilamên êzdîya digirin divin û bi teherekî hovane, wehîştî dizêrînin û qetil dikin. Lawê Xalidê Çolo — Seyad bi alîkî Xwedêda tevî çend neferên malê ji zulmê xilaz dibe, derbazîi vî alîyê çemê Arpaçayê dibe û gundê Hekoda disêwirin, bi wê hîvyê ku wê zûtirekê ew şer û dewê rawestin, û ewê jî vegerine gundê xweyî Êngukuyê, kîjan li navça Qersêye mentîqa Dîgorêva girêdayî bû. Lê bextê reşra her tişt hate guhastinê, bi destê dewletên cîhanêye mezine serdest xerîta Rohilata Nêzîk û navîn hate guhastinê. Navbera Ermenîstanê û Tûrkîyayêda sînor hate danînê. Hêvîyên malbeta Xalidê Çolo jî bo dagera li welêt hate birînê. Lawê Xalidê Çoloyî Seyad malbetêva diçe Gurcistanê û demeke kin bajarê Tibilîsîyêda dimînin û paşê dîsa vedigerin Ermenîstanê û gundê Hekoyî mentîqa Telînêda hîmê maleke nuh datînin. Dest bi jîyana nuh dibe.
Sala 1938-a li gundê Heko, hema wê mala nuhda Keremê Seyad tê dinyayê. Xwendina xwe ew dibistana gundê Hekoye dehsaleye navînda demam dike. Hela hê salên hînbûnêda mêla wî li ser pêşê rojnemevanîyê hebûye. Keremê Seyad bi gotar û nivîsên xwe rojnema mentîqêye ‘’Bolşyêvîkyan droşov,,-va tê girêdanê, li kî derê gelek nivîsên wîye balk’êş ronahî dibînin. Rîya rojnemevanîyêye rûmet pêşîya wî vedibe. Ew bi nivîsên xwe diha ruhdar dibe, demeke kinda ew bi nivîsên xweye nuhva rojnemên Komara Ermenîstanêye navendîyêye ‘’Avangard,,, ‘’Sovêtakan Hayastan,, û ‘’Komûnîst,,-êda pêşda tê. Nivîsên wî parên radîyoya Yêrêvanêye rûsî, ermenî û kurdîda tên weşandinê.
Ji sala 1955-da gelek miqalên wî rojnema kurdîye ‘’Rya T’eze,,-da ronahî divînin, kîjan her dem bi para xeberdanên radîyoya kurdî tên belakirinê. Sala 1959-a wî teglîf dikin, ku ew li rojnema Gurcistanêye bi zimanê ermenîye ‘’Sovêtakan Vrastan,,-êda kar bike, lê nêt û meremê wî li ser vegera warê bûyîna wî bû. Sala 1960-î serokê radîyoya Ermenîstanêye beşa kurdî, rehmetîyê Xelîl Mûradov wî çawa rojnemevanekî xudîşuret, bo xebata radîyoyê teglîfî para radîyoxeberdanên kurdî dike.
Bi biryara sala 1961- ê, meha nîsanê, para radîoêye kurdîda 12 karmend hatine qebûlkirinê. Wê demê pirsa here ferz bijartina spîkêra bû, ji bo kîjanê konkûrs hate elamkirinê. Ewê pêşbirkêda 26 mirov amede bûn, li kîderê komîsîyayêda bûn, dengên wan haziran dibihîstin. Gerekê berê ewlin dengê wana xwaş bûya û nava xwendina akila kurmancîda cîwar bûya. Ewê pêşbirkêda dengê Keremê Seyad û Sîdarê Emînê Evdal tên qebûlkirinê. Beşa radîoêye kurdîda spîkêr gotî dudu jin bûna, dudu jî mêr. Spîkêrên jin yek Eznîva Reşîd bû, lê yek jî salekê şûnd hat qebûlkirinê ew Sêvaza Evdo bû. Piştî mehekê akila kurmancîya Sîdarê Emîn nehate pejirandinê. Bi wî awayî Keremê Seyad dimîne tenê. Ewî gerekê ber mîkrofonê radîoxeberdan him t’evî Sêvaza Evdo û him jî tevî Eznîva Reşîd raberî guhdara bikira. Bi wê xebatêva tevayî, ewî xebata walgêr û miqalenivîsarê jî dikir. Merîfeta wîye di alîyê amedekirina radîokompozîsîada jî gelek hebû. Ewî gelek caran rolên (dilqên) artîstîyêye sereke diqedandin.
Bi rêdaktorîya Xelîl Mûradovê rehmetî weke 40 radîokompozîsîya hatine hazirkirinê, nava kîjanada keda Keremê Seyad gelek heye. Tevbûna spîkêrîya dereca praktîkantîyê gihîşte navê spîkêrê dereca (pîvana) bilind. Gerekê bê gotinê, ku dema spîkêrê radîoya Moskvaêyî cîhanêda eyan Yûrî Lêvîtan li Yêrêvanê bû û tevî spîkêrên radîoêye kurd û ermenî ders derbaz dikirin, dema ku têkstên ûrisî hildida destê xwe, lê yên kurdî û ermenî didane destên spîkêra û dida xwendinê, ew ser xwendina Keremê Seyad metelmayî dima, Yûrî Lêvîtan bo xwendina bê qusûr, Keremê Seyad pîroz kir û karta xweye t’eglîfkirinê pêşkêşî wî kir. Destpêka salên 60-î Keremê Seyad parêda karê rojnemevantîyêyî rêdaktorîyê û wêra tevayî spîkêrî jî dikir.
Bo wê yekê jî piştî sala 1980-î li seranserî Kurdistanê dengê Keremê Seyad diha bela bûbû. Bi sedan nivîs, înformasîya, rêportaj bi pênûsa wî hatibûne amedekirinê û bi radîoyê hatibûne dayînê. Peyî jevberdana Yekîtîya Sovyêtîyêye berêra halê abûrî li Ermenîstanê xirab bû. Cimet bi massayî koçber dibû. Transport bajêrda bawerkî nedixebitî, li soqaqa terî û terîstan bû, ênêrgîya êlêktrîkîyê rojê du seheta didan, nangiranî bû, serê neferê rojê 300 gram nan didan. Di wî qewlîda cimet kete nava halekî giran û rîya penaberîyê da pêşîya xwe. Nava wanada gelek rewşenbîrên kurde li Ermenîstanê û gelek xebatkarên radîyoêye beşa kurdî ber xwe nedan û ji welêt derketin, çûne welatên dereke. Keremê Seyad beşa radîoyêda bêçare û tenê ma. Kesên welger bikirana tunebûn.
Serokê parên xeberdanên bona welatên derekeye wî çaxî Vladîk Zadayan xwest, ji bo tunebûna xebatkara, para radîyoxeberdanên kurdî bide dadanê. Keremê Seyad lawê xwe û keça xwe- Tîtal û Leylê (xwendina wane bilind hebû), xebatkara parêye xwedî ked Gulîzera Memê karê radîoyêda dane qebûlkirinê. Gerekê bê gotinê, wekî Keremê Seyad bi wê yekê beşa kurdî ya radîyoya Ermenîstanê xurt kir, lê warê abûrîda derbeheke giran da malbeta xwe. Birayê Kerem- Mirazê Seyad li Rûsîyayê bona malbeta wî derfetne baş çê kiribûn. Ewî bona wî û neferên wî di warê jîyînê, xebata baş amede kiribû, Lê Keremê Seyad dest ji karê radîyoyê berneda. Rûyê wê yekêda ewî bextê Leylê û Tîtal xist, kîjana xwendina bilind dest anîbûn û li Rûsîyayê pêşerojeke baş hîvîya wana bû.
Belê, beşa radîoya kurdî bi wan kadroyava îdî xurt bû. Bi serkarîya Keremê Seyad wan kadroyan ji salên 1990-da amedekarîyên berhemên nuh kirin. Ji wan berhema bûn ‘‘Zimanê dê,,, ‘‘Xerîbê xwe digerin,,, ‘‘Serhildanên kurda,,, ‘‘Rasthatin û bîranîn,,, ‘‘Pêncşema edebîyetê,, û bernemên mayîn. Xeberdanên bi têlêfonêye zêndî nava xeberdanada cîhê xwe girtin. Ew têlêfon çawa ji Ermenîstanê, Gurcistanê û welatên Avropayê, usa jî herçar parçên Kurdistanê dihatin. Ew hemû xeberdan bi radîoya kurdî dihatine dayînê û di wî warîda, nava 12 parên radîoyêda, beşa kurdî ya here pêşin bû. Ewa yeka ji alîyê serokê radîoyê, birêz Armên Amîryanda gelekî hate pesindanînê û dema kivşkirina 50 salîya salvegera Keremê Seyade li para kurdî, ew gelekî bilind hate qîmetkirinê. Nava van 15-20 salên axrîyêda ew têlêfonên ku ji radîyoguhdara hatine stendinê, gelek ji wana çawa nimûne, arşîva radîoêda têne xweyîkirinê. Gereke bê gotinê, wekî tu cara xeberdanên têlêfonê, bilî beşa kurdî, li tu beşa nehatine dayînê. Minê bigota wekî hineka ew kar û xebata Keremê Seyade salên dirêj dicêribandin bikine ser navê xwe û şert û şiltaxên nebûyî peyî Kerem gilî dikirin.
Sala 2005-a kovara Kurdistana Başûre “Gulan”-da mirovekî ku xwe çawa rewşenbîrekî kurdê Ermenîstanê dihesand, bê wijdanî dibêje wekî giva rûyê Keremê Seyadda bûye ku demên xeberdanên radîoya kurdî kêm kirine, gîhandine nîv sehetî û qaşo vekirina radîoya para êzdîya bi alîkarîya Keremê Seyad hatîye kirinê. Bira ew rewşenbîr xweş bizanibe, wekî şert-şiltaxên hişk pêşa mirovava nagirin. Lê çi ku derbarê ewê bûyarêdane, bira ew rewşenbîr bizanibe, wekî ew dutîretî û vekirina beşeke radîoêye mayîn sîyasetek bû û Keremê Seyad dijî wê yekê bûye. Ez usa jî bîr nekim bêjim, wekî hejmareke rojnema kurdîyê ‘‘Hîwa,,-êda xweyê nivîsekê keda Keremê Seyad dike ser navê xwe. Keremê Seyad xebata radîyoêra tevayî pênc sala rojnema ‘‘Rya Teze,,-da kar kirîye. Ewî korêktorîya (serrastkirina) rojnemê kirîye û bilî wê korêktorîya bi dehan pirtûkên kurdî kirine. Ew usa jî tevî amedekirina fîlma kurdîye ‘‘Zerê,, bûye. Bo 50 salîya salvegera radîyoxeberdanên kurdîye li Ermenîstanê keda Keremê Seyad ji alîyê serokkomarê dewleta Ermenîstanê û serokatîya radîoyêda bilind hatîye qîmetkirinê. Ji alîyê serokatîya radîoyêda ew laîyqî prêmîya “Qelema zêrîn”, hurmetnema û rewa bûye
Sala 2006-a Keremê Seyad ji alîyê serokkomarê Ermenîstanê Robêrt Koçaryanda bi mêdala zêrînva hatîye rewakirinê û layîqî navê rojnemevanê Ermenîstanêyî emekdar bûye. Ji bona bênavbirîbûna salên dirêje radîoyêda, Serokkomar Robêrt Koçarîyan bi xwe Keremê Seyad pîroz kirîye. Keremê Seyad îdî 82 salîye. Ew her dem sala 1958-a bîr tîne, dema ku Mustefa Barzanîyê nemir hate Ermenîstanê û li gundê wanî Heko qesidî. Binelîyên Heko û gundên der-dora bi def û zurnê, bi govend û dîlan ew pêşwazî kirin.
Bi saya serê Barzanîyê nemir, Yêrêvanêda xeberdanên radîyoa kurdî kirne sehet û nîvekê. Lê dema ku şertê gelê kurdî miletîyê-azadarîyê li Îraqê dest pê bû, Keremî xort bû. Di derbarê wî şertîda radîoyên dinîyayê agahî didan. Keremê Seyad ew guhdarî dikirin. Ewî her dem bi hisreteke xerîbîyê alîyê başûr dinihêrî û difikirî, ka wê rojêkê bê, wekî Kurdistan azadbe û ew herê welatê xweyî azad bivîne. Dengê Keremê Seyad her roj li Kurdistanê belav dibû, lê wî bi xwe Kurdistan ne dîtibû û timê bi hisret dima. Sala 2001-ê armanca wî pêk hat. Wî Kurdistan dît.
Lê sala 2005-a dîsa ji alîyê serokatîya hukumeta herêma Kurdistanêda Kerem teglîfî Kurdistanê bû. Ewê salê 50 salîya para radîyoxeberdanên kurdîye li Komara Ermenîstanê demam dibû. Bi birîyara hukumeta Kurdistanê Hewlêra paytextda bona ewê salvegerê civîneke bi dereca bilind hate darxistin. Evê civînêda gelek rewşenbîr, midûrên dewletêye derecebilind hazir bûn. Civînêda bi axavtin 1pêşda hatin wezîrê Kurdistanêyî rewşenbîrîyê Samî Şoriş, Serokbajarê Hewlêra paytext birêz Hadî, doktor-pirofêsor Marûf Xeznedar û gelekên mayîn. Ewana nava axavtinên xweda di derbarê kemala radîyoa Yêrêvanêye beşa kurdî, ya nava jîyana gelê kurdî li Kurdistanê û cîhanêda gotin. Nava axavtinada keda Keremê Seyade rêtî bilind hate qîmetkirinê. Ji alîyê serokatîya hukumeta herêma Kurdistanêda Keremê Seyad bi mêdala zêrînva hate rewakirinê. Çawa min jorê got, xîyala Kerem mîyaser bû. Ewî Kurdistana azad dît û li her dera gerîya. Ew weke hec diçe ser turba Barzanîyê nemir û Qazî Mehmed, li ber turba wana serê xwe ditewîne. Nava ewê seferêda ew serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û gelek mrovên dewletêye navdar, hostên çanda kurdî divîne. Keremê Seyad niha tevî malbeta xwe li Yêrêvanê jîyan dike.
Ew îdî çend sale mûçeya kaltîyê ji dewletê distîne. Ew bavê çar zaroka bû. Neh nevî û çar nevîçirkên wî hene. Ewî zarokên xwe baş perwerde kirine. Tîtal bavê sê zarokaye, rêdaktorê, rojnema ‘‘Rya Teze,,-yî serekeye wisa jî serokê radîyoya Ermenîstanêye ciwakî ya beşa kurdîye. Du zarokên wî zankoya Yêrêvanêye dewletêye nûjdarîyê demam kirin û dixwînin. Keça Kereme mezin Annê li Rûsîayê hiqûqzane, Leylê xebatkara radîyoya Yêrêvanêye beşa kurdîye, dayka lawê xweye. Laûra kevanîya mala girane, sê zarokên wê hene. 27ê adarê sala 2021an Keremê Seyadê Xalit di 83 salîya xweda çû rehma Xwedê.
Mirazê CEMAL