EFOYÊ ESED – XUDANÊ DENGÊ NERM Û NAZIK

Автор Асан Джалилов
195 просмотры

Tiştekî dîhare: zargotina kurdî, xazma stranbêjîya gelêrî, neynika ruhê gele, deng û seda netewî ye.

Dîroka stranbêjîya kurdî gelekî kevnare, bi naverok û dewlemende. Di stranên me da jîyana gel rind tê li ber çavan: axîn û keser, xem û xîyal, qencî û xirabî, mêrxasî û xîyanetî, camêrî û nemerdî, şayî û şîn, bêçarî û hêvî, evîn û bedbextî û gelek jîyandîmenên mayîn tê bêjî bi hev ra dimeşin û şer dikin…

Stranbêjan jî bi akla xwe ev hemû hesîn bi hostatî anîne li ser zar û ziman. Ji wan yek jî hema dengbêj Efoyê Esede. Ew xudanê dengekî nazik, nerm û bi taybete. Her caran, gava kilamên wî dibhêyî, mirov wan stranan bi heyr û hijmekar guhdar dike, di xwe da «dikele», lo hela kela girî jî dide li ser te…

Efoyê Esed bêtir bi strana «Bêrîvanê» tê naskirinê, ya ku efrandineke gelêrîye nazik û delale.

Efoyê Esedê Sefo 1-ê çile (meha yekemîn) sala 1927-an li gundê Heko li Ermenîstanê ji dayîkê bûye. Eva gunda gundekî êzîdîyane li navçeya Talînê, ku bi sînorê devera Qersê va girêdayî ye.

Dengbêj bi xwe ji qebîla Mamreşane. Eva qebîla dikeve nava êla Zuqurîya. Kal-bavên Efoyê Esed piştî sala 1918-an tevî vê êlê ji Wanê ji ber zulm û zordestîya Romê revine û hatine li vî gundî hêwirîne.

Salên 1918-1920-an, dema ku qezayên Qersê û Îdirê dikevine li bin desthilatdarîya tirkan, êzîdîyên van deveran bi rev û bez derbazî wî alîyê çemê Erez, koçberî Ermenîstanê dibin…

Efo Esed xwendina xwe ya navîn li gundê xwe Heko dest tîne û piştî şerê cîhanê yê duemîn diçe Rewanê, di xwendinxana hesabdarîyê da dixwîne û xilas dike. Ew vadigere gundê xwe û salên dirêj li vira wek hesabdar kar dike.

Wek hemû gundên kurdên êzîdîyan yên li Ermenîstanê, di vî gundî da jî qedir û rûmeta zargotina gelêrî blind digirtin. Binecî di nava deba xwe da hemû derecên xwe, rê-rizmên pêşîyan bi şêweyên netewî derbaz dikirin.

Malbeta Efoyê Esed jî maşoqê sazbendîya gelêrî bû. Bavê Efo – Esedê Sefo hunera gelêrî pirr hiz dikir, lema jî kurên wî Efo û Moskov xwe li sazbendîyê girtin. Efoyê Esed distra, lê Moskov jî defê dixist, ew diholvanekî bêqusûr bû.

Belê, Efoyê Esed di maleke hunerhiz da û ji bal gundîyên xwe yên dengbêj terbîyet-torê stranbêjîyê hilda. Mînanî hemû stranbêjan ewî jî di biçûktîya xwe da destbi dengbêjîyê kirîye. Ewî gelek stranên govendê, bengîtîyê û mêrxasîyê (yên li ser şeran û bûyerên dîrokî) dizanibû û bi dengekî şêrîn distra.

Dema sala 1955-an li Yêrêvanê radyoya kurdî vedibe, gelek dengbêj têne radyoyê ji bo dengê xwe binvîsin û qed bikin. Di navabera salên 1958-1960-î da Efoyê Esed jî li radyoyê dibe mêvan û gelek kilamên xwe qeyd û tomar dike…

Îro bêtirî 15 stranên wî li dengxana radyoyê têne parastinê. Ji wana yên naskirî evin: «Bêrîvanê», «Şîrîn Şêxê», «Dotmam», «Ahmedo Ronî», «Tu dînî», «Were, lo, lo» («Dayê merûmê») û yên dinê. Lê Efoyê Esed gelek stran dizanibû, mixabin, notla dengbêjên meye mayîn ewî jî di dema xwe da hemû stranên xwe tomar nekirye.

Di berhemên nimûnên zargotina kurdî da, ku li Ermenîstanê çap bûne, di navnîşa kilaman da gelek caran navê Efoyê Esed li ber çavên xwendevanan ra derbas dibe. Sed hef, wekî wekîlên malbeta wî jî hemû stranên dengbêj nenivîsîne. Lê çi jî hebe, ev stranên Efoyê Esed yên heyî, ev dengê nerm û nazik bese, ku wî qîmet bikin wek dengbêjekî kurdên Sovîyêta berê yê xweyê şuret û merîfeta mezin. Navê Efoyê Esed wê di rêza dengbêjên meye meşûr da heta-hetayê bimîne!

Malbeta Efoyê Esed malbeteke mezine, xwey nav û bi qedre. Mixabin, piştî hilweşbûna Sovîyêtê eva malbeta jî ji Ermenîstanê koçberî Rûsyayê bû.

Vê demê neferên lawên Efoyê Esed – Milazim, Zade û Şazo li Rûsyayê dimînin.

Salên jîyana xwe yên dawî Efoyê Esed li Rûsîyayê li bal kurên xwe derbaz kir. Ew 29-ê çile sala 1999-an çû li ser dilovanîya xwe. Tirba wî li nav mexberên êzîdîyan li gundê Bêzopasnoyê li navçeya Trûnovskê ya parwalatê Stavrapolê hatîye çêkirin.

Gelek nebî û nebîçirkên Efoyê Esed hene. Dibîjin, hinek ji wana xwe li hunerê girtine, stranbêj û sazbendin. Ji wana eyek jî nebîçirkekî wî yê bi navê Artûr Safoyane…

… Û dengê Efoyê Esed îro jî perwaz dide, wek dengekî di nava gelê me da hizkirî, nazik û şîrîn…

PRÎSKÊ MIHOYÎ,

rojnamevanê emekdar yê Komara Ûdmûrtyayê (Rûsya).

22.05.2012.