Barbang.info
  • Общество
  • Политика
  • Экономика
  • Мир
  • Спорт
  • Наука
  • Культура
  • АНК
Barbang.info
  • Выбрать язык
    • Русский
    • Қазақ
    • Kurdî
  • Общество
  • Политика
  • Экономика
  • Мир
  • Спорт
  • Наука
  • Культура
  • АНК
Barbang.info
Barbang.info
  • Общество
  • Политика
  • Экономика
  • Мир
  • Спорт
  • Наука
  • Культура
  • АНК
©2025 — barbang.info
CivakKurdî

PROFÊSOR MEHMEDÊ MISTO: BÎRANÎNÊN BAVÊ MIN

Автор Асан Джалилов 09/10/2025
Автор: Асан Джалилов 09/10/2025
3

(Eva gotara 22-ê gulanê sala 1991-ê di rojnama «Rya teze» da çap bûye)

Bavê min – Mistoyê Ûsiv niha 91 salî ye. di vî emrê xweyî dirêjda ewî gelek zelûlî dîtye. Ezê bîranînên bavê xwe raberî we – xwendevan bikim.

Ew dibêje: «Ew salalna gelek salên giran bûn. Em li Kurdistana Tirkyayê (Kurdistana bakur)diman, li gundê Marmêtê, qeza Wanê. Salên bîstî bi fermana dewleta tirka xeberdana bi zimanê kurdî hatibû qedexekirinê, usa jî îzin ne didan kincên milatîyê xwekin. Eger merivekî bi zimanê kurdî xeberda, elbêra bona wî qirara girtinê derdixistin. Kese gotî, bona miletê me her cûre qewlê xirab hatibûne çêkirinê.

Mala me koç kir, hate Azerbêcana Sovîyêtê, li ku sala 1923-a qeza kurdaye avtonom hatibû teşkîlkirinê. Vira îdî rojên meye fireqetîyê destpê bûn. Zarên me mektebêda bi zimanê dê dixwendin. Me tu caran xwe ewqasî aza û xudanextîyar (xudanmaf) texmîn nekiribû. Lê me nizanibû, wekî wedê vê bextewarîya me wê dirêj nekşîne û ewê mîna xewnekî bîra meda bimîne.

Sala 1929-a avtonomya dane hildanê. Têxnîkûm û mektebên kurda dane dadanê. Eşkere destbû rêprêsîya (binçavkirin, girtin) kirin. Bi seda kurdên am û tam girtin, zulma dinê anîne serê me. Bona çi? Ewana bi xwe jî nizanibû bona çi. Kesekî nikaribû caba vê pirsê bida.

12-ê noyabra (cotmeh) sala 1937-a em gundê Golovanê da (nehîya Noraşênê) top kirin. Çi tişt lazim bû: genim, heywanet û hebûn ji me stendin, zorê em tijî vagonên (vagonên trênê)sar kirin.

Ew roja reş bû. Di wê helebelê da gelekan zarên xwe unda kirin, ji qewm û pismamên xwe dûr ketin. Kê jî miqabil derdiket, cîda dihate gullekirinê.

Destbi rojên zelûlî bûn. Vagon tarî û bîngirtî bûn. Serma û birçîbûn bûbûne zulm û ser meda hatibûn. Mervên ku vagonêda dimirin, meytê wan tesmîlî xebatçîyên stansyayê (stasyona trênê)dikirin.

Vê maşînêda (trênêda)merivên usa jî hebûn, ku meytên miryên xwe nedidan, xwera dibirin, wekî li cîyê xweyî teze çelkin. A ji wana yek jî qewmê me Ahmedê Nûrikê bû, ku zara xweye çardesalîye mirî usa xwey kir.

Rojên meha dêkabrêye (kanûnê) sar em gihîştine sînorê Qazaxstanê. Wê salê zivistan gelekî sar bû. Vagonêda gelek meriv miribûn.

Em îdî gihîştine cîyê kivişkirî. Em peya kirin û birne xarinxanê. Maşînên (makîne) barbir hatin û sekinîn. Tu tişt negotin û cimet gişk maşîna sîyar kirin.

Çawa paşê eyan bû, em alîyê Bakanasêda birin. Em hetanî 150 klomêrtan birin. Bawer bikî zar gişk qerimî bûn. Kurê min jî ji sur û sermê mir. Bedbextîya usa her malekêda hebû.

Sibetirê wekîlên cimeta qazax hatne bal me. Me emrê xwda mervên usa mêvanhiz û rehm netîtibûn. Ewana komekeke baş dane me û dereca definkirina miryê meda alî me kirin. Merivhizîya wan ber dilê meda bû sêkin. Em heta hetayê ewê komeka cimeta qazaz bîr nakin. 12-ê sêntyabra (îlonê) sala 1938-a em birne kolxoza (malebûna kolêtîv) «Alga»-yê (marza (qeza) Alma-Atayê). Em îdî hînî cimeta cî û xebatê bûn. Bona me rêjîma komêndantîyê hatibû kivişkirinê. Îzna me tunebû biçûna kolxoza cînar jî…

Evê yekê hatanî sala 1956-a kişand. Dû wê yekêra îzna me dan, wekî temamîya Qazaxstanê û welatê Sovîyêtê bigerin.

Nava 20 salên zulm û çetnayên vî teherîda emrê me derbaz bû. Heta niha jî min fem nekir, gelo seba çi zulma giran anîne serê miletê me?».

Çavên bavê min tijî hêsir bûn. Ne axir eva biranîna derd û kulaye. Em gerekê wan mesela binvîsin, wekî unda nebin, bila silsiletên paşwextîyê (nivşên nû) derdê me pê bihesin.

Hetanî niha jî em nikarin tê derxin, gelo stanîlîzmê seba çi eva yeka anî serê miletê me. Saya daçêkirinê (werguhastinê) û dêmokratyayê îro em dixwînin, dibhên û xeber didin derheqa wan rojên giranda. Bona wê yekê em gelekî razîne.

Mehmedê Misto,

dewsgirtîyê dîrêktorê (midûrê)mekteba bajarê Alma-Atayêye N 108.

(Rojnama «Rya teze», 22-ê gulanê sala 1991-ê).

Têbinî ji hêla Prîskê Mihoyî va:

Ev hejmara «Rya teze» min di arşîva xwe da dît, ev gotar ber girt û tîpên kirîlî werguhêzî tîpên latînî kir.

Bavê Mehmedê Misto – Mistoyê Ûsiv sibata sala 1999-a di temenê 100 salîya xwe da çû ber dilovanîya Xwedê. Ew li nava mezelê kurdan ya gundê Vînosovxozê (navçeya Iîyîskê li qeza Almatê) hatîye binaxkirinê. Li ser tirba wî heykelê wî hatîye danînê.

Îro Mehmedê Misto doktor-profêsorê dîrokzanîyê ye, dersbêjê Ûnîvêrsîtêta Almatê ya Asya Navîne, pêra jî ew cîgirê serokê Asosasîya kurdên Qaxazstanê ya bi navê «Berbang»-e. Sala 1992 heyanî sala 1997-an ew berpirsyarê rojnama «Kurdistan» bu.

Di wêneyê da: Mistoyê Ûsiv tevî nevîyên xwe.

0 комментарии 0 FacebookTwitterPinterestVKOdnoklassnikiWhatsappTelegramSkypeThreads

Eskerê Boyîk: Gelȇ Qazax-Almata

Têmûrê Xelîl derheqa Kinyazê Îbrahîm da: “Me du...

Kurdên jibîrkirî yên Qazaxistanê

Ewî bi mîlyonan kurd şîyar kirin. Xelîlê Çaçan...

Fêrîkê Ûsiv. KURIK, ÇIQILÊ   DARÊ   JÊ   NEKE!

Emerîkê SERDAR — DENGBÊJ

JI BONA 90 SALÎYA NIVÎSKARÊ REHMETÎ EMERÎKÊ SERDAR...

Toqayêv ji bo reforma parlemantê komîteya xebatê avakir.

Toqayêv beşdarî samîta “Asîya Navîn – Rûsya” be

Cigirê Serokê Assamblêya Gelê Qazaxistanê M. Azîlxanov tevî...

Комментарии Отменить ответ

Сохранить моё имя, email и адрес сайта в этом браузере для следующего комментария.

  • Токаев создал рабочую группу по реформе парламента

    08/10/2025
  • Токаев отправится в Азербайджан на саммит тюркских государств

    03/10/2025
  • Солнечная вспышка может вызвать магнитную бурю на Земле

    08/09/2025
  • МВД Казахстана предупреждает: 10 фраз, которые выдают мошенников

    08/09/2025
  • Казахстан увеличит нефтедобычу в октябре в рамках соглашения ОПЕК+

    08/09/2025
  • Ожидается рост геомагнитной активности в течение суток

    19/08/2025
  • День Святого Иштвана: Токаев направил теплые слова венгерскому лидеру

    20/08/2025
  • Новое применение ядерных отходов: получение топлива для термоядерных реакторов

    20/08/2025
  • Солнечная вспышка может вызвать магнитную бурю на Земле

    08/09/2025
  • МВД Казахстана предупреждает: 10 фраз, которые выдают мошенников

    08/09/2025

Barbang.info — это независимая интернет-газета курдов Казахстана, издающаяся в Алматы.

  • О проекте
  • Политика конфиденциальности
  • Правила использования материалов
  • Казахстан. Алматы
  • Тел: +7 707 717 0500‬, +7 775 142 1496‬
  • Реклама: barbang.info@mail.ru

©2025 — barbang.info

Facebook Youtube
Barbang.info
  • Общество
  • Политика
  • Экономика
  • Мир
  • Спорт
  • Наука
  • Культура
  • АНК