Ez bawarkȋ 3-4 sala Komara Qazaxistanê li bajarê Almatayȇ mam. Gelek cȋ û warȇ wî welȇtî geryam, rastȋ gelek evdȇn Qazax, wek karmendȇn dewletê, zaniyar, nivȋskar, rewșembȋr, wusa jȋ evdên sade: xebatҫȋ û gundiyan hatim. Min bi xwe dȋt gelȇ Qazax miletekȋ rehm, mêvanperwer, wek welatȇ xwe dilfire û xerȋbdost in. Qedirȇ mȇvana û gilȇn nav xwe da dijȋn zanin. Xwe ji kesȋ mezintir, aqiltir û zanetir ne didȋtin. Miletҫȋtȋ kȇm bû. Xeysetȇ wan hișk bû lȇ rehm zȇde bû. Weletȇ xwe va kubar bûn. Ez ҫi cara diҫûm Mala Yekȋtiya Nivȋskarȇn wan, ȋdareke xwendinȇ û ciyȇ din bi hewas û kȇfxweșî derdiketim. Merivhizȋ hebû, mirovatî zêde bû, karmendan dixwestin ҫiqas karin kȇrȋ mirov bȇn. Derȇ wan û dilê wan ber mȇvanan vekirȋ bûn.
Her ciya, tevȋ zimanê qazaxȋ zimanȇ rûsȋ bû. Xelkȇ wan payȇ pirȇ zimanȇ rûsȋ gelekȋ rind zanȋbûn. Bi dewrana, hȇ berȋ șorișa oktobirȇ di pȇșvaҫûyȋna ҫand-kûltûra wan da Rûsȋyayȇ u kûltûra Rûsȋ roleke pir mezin lȋstibû.
Bi texmȋna min ziman û kultûra Rûsȋyayȇ, ya dewlemend ji bo gelek gelȇn welatȇ Sovȇta berê, yȇn wek Qazaxan, bû pirake pȇșvaҫûyȋnȇ berbi ҫand û kûltûra Ewropȋ û ya hemdinyayȇ. Eger Welatȇ Sovȇtȇ wan herema da ser neketa, ew weletȇ wek dewlet nebûna û îro dijwer navȇ wan geleka li ser xerȋta cihanȇ hebûya. Halȇ wan wȇ jȋ yȇ Kurd û Kurdistana ȋroîn baștir nȋ bûya.
Xwezil Kurdan ji dewsa Tirkan, Farizan, Ereban xwe bi gelek wek Rûsa û Ȗrisêtê bigirta. Berȋ herba cihanê ya ewlin bașûrȇ Kovkasȇ da hesabȇ Kurdan yȇn gelȇn ku nha dewlet û saziyȇn wan hene kȇmtir nȋbû. Kurd, eger nerevyana, cȋyȇ xwe da bimana, bi kurdîtîya xwe xweyî derketana, ji bo dagerkirên xwe dijî Rûsan șer nekirana ew jȋ niha xweyȋ deshilatdarȋke serbixwe bûna.
(Ji bîranînên min).