Barbang.info
  • Aborî
  • Civak
  • Siyaset
  • Cîhan
  • Werziş
  • Zanist
  • Çand
  • Êtnos
  • Ziman biguherînin
    • Kurdî
    • Русский
    • Қазақ
Barbang.info
Piştgiriya Redaksiyonê
  • Aborî
  • Civak
  • Siyaset
  • Cîhan
  • Werziş
  • Zanist
  • Çand
  • Êtnos
  • Ziman biguherînin
    • Kurdî
    • Русский
    • Қазақ
Barbang.info
Piştgiriya Redaksiyonê
Barbang.info
  • Aborî
  • Civak
  • Siyaset
  • Cîhan
  • Werziş
  • Zanist
  • Çand
  • Êtnos
  • Ziman biguherînin
    • Kurdî
    • Русский
    • Қазақ
©2025 — barbang.info
Civak

Refîq Yeqûb Mîrzoyêv: Di pasaportên me de neteweya me wekî Kurd hatiye nivîsandin

Автор Асан Джалилов 23/11/2026
Автор: Асан Джалилов 23/11/2026 35 просмотры
Refîq Yeqûb Mîrzoyêv: Di pasaportên me de neteweya me wekî Kurd hatiye nivîsandin
aqshamnews.kz
35

Beriya 90 salan, di çileya zivistanê û di meha Çiriya Paşîn de, bapîrên Kurdên Yekîtiya Sovyetê ya berê di nava vagonên trênan de ber bi deştên sar ên Qazaxistanê ve hatin sirgûnkirin.

Di wan rojên dijwar de xelkê Qazaxistanê deriyê mal û sifreya xwe ji bo wan vekir.

Niha piştî 90 salan, neviyên wê koça bi zorê yên ku di pasaport û nasnameyên wan de bi awayekî fermî neteweya wan wekî «Kurd» hatiye nivîsandin, wekî berbijêr tevlî hilbijartinên xwecihî û parlamentoyê yên wî welatî dibin.

Rewşa Kurdên Asyaya Navîn û beşdariya wan a di hilbijartinan de di bernameya vê hefteyê ya Diyasporayê ya Rûdawê de hat gotûbêjkirin.

Refîq Yeqûb Mîrzoyêvê ku siyasetmedarê Kurd û berbijêrê Meclîsa Şaredariya Almatiyê ye li bajarê Konayêvê beşdarî bernameyê bû.

Mîrzoyêv sala 1970yî li Ermenistanê ji dayîk bûye û xwendina xwe ya zanîngehê li Azerbeycanê qedandiye.

Ew behsa qonaxeke din a koçberiya malbata xwe dike û dibêje:

“Salên 1988 û 1990î, ji ber şerê Qerebax û Ermenistanê em neçar man koç bikin û em çûn Asyaya Navîn û Qazaxistanê. Em Kurdên Ermenistanê hatin Almatî û navçeyên derdora wê.”

Banga ji bo dengdana li Konayêvê

Mîrzoyêv xwe ji bo endamtiya Meclîsa Şaredariya Almatiyê û navçeya Almatiyê li bajarê Konayêvê kiriye berbijêr ku bajarekî mezin û navenda parêzgehê ye.

Bi gotina wî, propagandaya hilbijartinê heta 27ê mehê berdewam dike û roja 29ê mehê dengder diçin ser sindoqên dengdanê.

Ew hevniştimanî amaje bi wê yekê dike ku Kurd bi piranî li Almatî û derdora wê û her wiha li bajarên Çîmkent û Cambûlê dijîn û dibêje:

“Em hêvîdar in Kurdên me dengên xwe bidin me, ji bo ku em bikaribin deriyan vekin û xizmetê bikin.”

“Di nasnameyan de neteweya me Kurd e”

Berevajî gelek welatên din, Kurd li Qazaxistanê xwediyê naskirineke fermî ne.

Mîrzoyêv li ser vê yekê dibêje:

“Em wekî welatiyên Qazaxistanê xwediyê hemû mafan in, wekî her neteweyeke din û bi taybetî jî wekî Qazaxan.

Di pasaport û nasnameyên me de jî neteweya me wekî Kurd hatiye nivîsandin û îro ez wekî Kurdekî dibim berbijêr.”

“90 sal berê Qazaxan deriyê malên xwe ji bo me vekirin”

Ji bo wî berbijêrê Kurd, Qazaxistan ne tenê rawestgeheke koçê ye, belkî niştimanek e ku ew û Kurdên din ên li wir deyndarê mazûbaniya xelkê wê ne.

Mîrzoyêv dibêje:

“Zarokên me li vir ji dayîk bûne û dayîk û bavên me li vir hatine veşartin.

90 sal berê di demsala zivistanê û di meha Çiriya Paşîn de bapîrên me bi vagonên trênê anîn vê derê, Qazaxan mal û sifreya xwe ji bo wan vekir û nan, av û cih dan wan.

Em ti carî wê qenciyê ji bîr nakin.»

Li gel vê yekê, dûriya cografî di navbera wan û welêt de qutbûn çênekiriye û wekî ku ew dibêje:

«Pêwendiya me bi Kurdistanê re heye, dil û mêjiyê me li cem Kurdistanê ye. Em agahdarî hemû nûçe û zanyariyan in û li wê derê nivîskar û dostên me hene.»

Hêmin Ebdullah

RÛDAW

0 комментарии 0 FacebookTwitterPinterestVKOdnoklassnikiWhatsappTelegramSkypeThreads

SERSAXÎ

Ji bona bîranîna Keremê Ankosî (1937 — 2019)

Bîranîna salvegera koça dawî ya navdarê gelê Kurd...

Bîranînên Nadir Nadirov bi Kurdî hatin çapkirin

BIHAR — EMÎNÊ EVDAL

PAŞAYÊ EFO: WISA NENÊR TU LI MIN!..

PROFÊSOR MAKSÎMÊ XEMO (1934 — 2011)

Kurdê herî bi nav û deng li Ermenîstanê

Yusef Adampira: Mirovekî rêzdar û bi dilşewatî tê...

Hunermend û Zimanê Wî

  • Kurdên Qazaxistanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    19/05/2026
  • Paşînyan û Tokayêv li ser têkilîyên dualî yên Ermenîstan-Qazaxistanê axivîne

    18/05/2026
  • Li çapxana «Avêsta» du pirtûkên Babayê Keleş — «Nîşanî» û «Serhatî» derketin

    15/04/2026
  • WEZÎRÊ NADIRÎ – NAVÊ NEBÎRKIRÎ

    07/02/2026
  • Rola Dayikan li Mala Dostaniyê ya Almatiyê Hate Gotûbêjkirin

    19/01/2026
  • Азиз Алиев переизбран председателем Ассоциации «БАРБАНГ»

    14/11/2026
  • Курды из 19 стран собрались в Тбилиси

    23/11/2026
  • Refîq Yeqûb Mîrzoyêv: Di pasaportên me de neteweya me wekî Kurd hatiye nivîsandin

    23/11/2026
  • Welatparêzekî kurd ji Azirbêcanê

    23/11/2025
  • Депортация курдов в Казахстан: трагедия тысяч семей в архивных документах

    17/10/2026

Barbang.info — întêrnêt-rojnama serbixwe ya kurdên Qazaxistanê ye. Ew li Almatê diweşe.

  • Derbarê projeyê de
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Prensîbên ji bo bikaranîna materyalan
  • Qazaxistan. Almatî
  • Tel: +7 775 453 64 25, +7 775 142 1496‬
  • Reklam: barbang.info@mail.ru
  • barbang.info@gmail.com

©2025 — barbang.info

Facebook Instagram Youtube Tiktok
Barbang.info
  • Общество
  • Политика
  • Экономика
  • Мир
  • Спорт
  • Наука
  • Культура
  • Этносы
  • Выбрать язык
    • Русский
    • Қазақ
    • Kurdî