183
Were bihar, were delal,
Dîsa biken. Biken îsal,
Mîna hercar, diha zelal!
Ezê bi tera bême çolê,
Bona gerê, bona gulê,
Bikevin avê, nava golê.
Dîsa wê bê dengê teyîra,
Bîna biharê, wîtîna çivîka,
Diha pirbe hewasa dila.
Îcar zevî, bax û baxçe,
Dîsa hêşîn dibin bo me,
Em bilîzin hergav deme.
Deşt û mêrgê kolxoza me
Wê hêşîn bin û gul bidin,
Hasletê wê pirr bidin.