Barbang.info
  • Aborî
  • Civak
  • Siyaset
  • Cîhan
  • Werziş
  • Zanist
  • Çand
  • Êtnos
  • Ziman biguherînin
    • Kurdî
    • Русский
    • Қазақ
Barbang.info
Piştgiriya Redaksiyonê
  • Aborî
  • Civak
  • Siyaset
  • Cîhan
  • Werziş
  • Zanist
  • Çand
  • Êtnos
  • Ziman biguherînin
    • Kurdî
    • Русский
    • Қазақ
Barbang.info
Piştgiriya Redaksiyonê
Barbang.info
  • Aborî
  • Civak
  • Siyaset
  • Cîhan
  • Werziş
  • Zanist
  • Çand
  • Êtnos
  • Ziman biguherînin
    • Kurdî
    • Русский
    • Қазақ
©2025 — barbang.info
Civak

Bîranînên Nadir Nadirov bi Kurdî hatin çapkirin

Автор Асан Джалилов 01/10/2026
Автор: Асан Джалилов 01/10/2026 209 просмотры
надиров
Wêne: dozyayinlari.com
209

Weşanxaneya DOZê pirtûka bîranînan a zanayê Kurd Nadir Nadirov ji Rûsî wergerand Kurdî û bi navê “Rêya Min a Dijwar Ber bi Zanyariyê ve” çap kir. Berhema ku ji 190 rûpelan pêk tê, ji aliyê Têmûrê Xelîl ve li Kurdî hatiye wergerandin û ji aliyê Salih Kevirbirî ve jî sererastkirin û edîtoriya wê hatiye kirin.

Orjînala berhemê piştî koça Nadir Nadirov sala 2022yan li Almatiya Qazaxistanê bi Rûsî çap bûye. Her wiha nivîsa bergê li paşiya pirtûkê jî bi vî awayî ye:

“Nadir Nadirov, ne tenê zanyarekî navdar ê cîhanê û endazyarekî bêhempa yê sedsala 20an bû, ew di heman demê de serbilindiya miletê Kurd û welatiyekî dilsoz ê gelê Qazaxistanê jî bû.

Wî bi sedan xebatên zanistî, xwedîtiya zêdetirî 200 patentan û lêkolînên xwe yên pêşeng ên di warê kîmya û derxistina petrolê de, mohra xwe li qada navneteweyî xist û di qada zanyariyê de gihîşt astên herî bilind. Ev pirtûka bîranînan a ku ji salên zarokatiyê yên melûl heta serkeftinên herî mezin ên akademîk diçe, şahidiya berxwedan û jêhatîbûna zanyarekî mezin e.

Nadirov di vê berhemê de ne tenê serpêhatî û xebatên xwe yên bêwestan vedibêje, di heman demê de nîşan dide ka mirov çawa dikare di nav şert û mercên herî dijwar de bi zanabûn, aqilmendî û kedê bi ser bikeve û rê nîşanî nifşên nû bide. Her wiha ev pirtûk ji bo xwînerên Kurd xwedî wateyeke dîrokî ye çimkî cara yekem e berhemeke vî zanyarê mezin bi zimanê wî yê zikmakî, bi Kurmanciyeke şêrîn digihîje ber destê wan.”

Li Amedê gotûbêj

Hêjayî gotinê ye ku dê 2yê Çiriya Pêşîn li Fuara Pirtûkan a Amedê, ji aliyê Weşanxaneya DOZê ve li ser bîranînên Nadirov gotûbêjek pêk were.

Di vê gotûbêjê de dê Narîn Nadirova û Salih Kevirbirî li ser naveroka berhemê û jiyana Nadirov biaxivin.

Rûdaw

0 комментарии 0 FacebookTwitterPinterestVKOdnoklassnikiWhatsappTelegramSkypeThreads

SERSAXÎ

Ji bona bîranîna Keremê Ankosî (1937 — 2019)

Bîranîna salvegera koça dawî ya navdarê gelê Kurd...

BIHAR — EMÎNÊ EVDAL

PAŞAYÊ EFO: WISA NENÊR TU LI MIN!..

PROFÊSOR MAKSÎMÊ XEMO (1934 — 2011)

Kurdê herî bi nav û deng li Ermenîstanê

Yusef Adampira: Mirovekî rêzdar û bi dilşewatî tê...

Hunermend û Zimanê Wî

Edîtorên rojnameya civakî-siyasî JIYANA Kurd û portala serbixwe...

  • Kurdên Qazaxistanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    19/05/2026
  • Paşînyan û Tokayêv li ser têkilîyên dualî yên Ermenîstan-Qazaxistanê axivîne

    18/05/2026
  • Li çapxana «Avêsta» du pirtûkên Babayê Keleş — «Nîşanî» û «Serhatî» derketin

    15/04/2026
  • WEZÎRÊ NADIRÎ – NAVÊ NEBÎRKIRÎ

    07/02/2026
  • Rola Dayikan li Mala Dostaniyê ya Almatiyê Hate Gotûbêjkirin

    19/01/2026
  • SERSAXÎ

    20/10/2026
  • Мурад Шамилов: путь учёного и общественного деятеля

    10/10/2026
  • PAŞAYÊ EFO: WISA NENÊR TU LI MIN!..

    12/09/2026
  • Kurdê herî bi nav û deng li Ermenîstanê

    05/09/2026
  • Али Абдулрахман — курдский писатель и общественный деятель, прошедший путь через репрессии и войну

    02/04/2026

Barbang.info — întêrnêt-rojnama serbixwe ya kurdên Qazaxistanê ye. Ew li Almatê diweşe.

  • Derbarê projeyê de
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Prensîbên ji bo bikaranîna materyalan
  • Qazaxistan. Almatî
  • Tel: +7 775 453 64 25, +7 775 142 1496‬
  • Reklam: barbang.info@mail.ru
  • barbang.info@gmail.com

©2025 — barbang.info

Facebook Instagram Youtube Tiktok
Barbang.info
  • Общество
  • Политика
  • Экономика
  • Мир
  • Спорт
  • Наука
  • Культура
  • Этносы
  • Выбрать язык
    • Русский
    • Қазақ
    • Kurdî