Maksîmê Xemo sala 1934-a, li gundekî kurdên êzdîyaye li Ermenîstana Sovêtê- Çobanmazê (niha Avşên), nehîya Aparanê ji dayîk bûye. Xwendina ewlin li dibistana gundê xwe û gundê cînar Pampa Kurda (niha Sîpan), lê ya navîn dibistana gundê ermenîyayî Saxkahovîtê standîye. Sala 1954-a fakûltêta zimanên dereke (almanî, înglîsî) ya Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewletêda tê pejirandin û sala 1959-a wê bi serkeftin xilaz dike. Dema salên xwendinê, du sala (1958-1959) li para axaftinên kurdî, ya radîoya Yêrêvanêda wek dîktor dixebite. Wan salan, usa jî li dibistana hejmara 47-a, ya bajar’ê Yêrêvanê, ji bo zarokên kurd dersên zimanê kurdî vedike û bi xwe jî dersa dide. Ji pey dawî anîna xwendina bilindra diçe bajarê Lênîngradê û aspîrantûra înstîtûta Rojhilatzanîyê, ya Akadêmîya welatê Sovêtêda dikeve xwendina zanyarîyê (doktorantûra). Li wê navenda kurdzanîêye bi nav û dengda, di nav rojhilatzan û kurdzanên e’yan, li ser têza xwe dixebite. Têma dîşêrtasya doktorîya wî bû „Zaravê kurdên Behdînan li Kurdistana Îraqê “.
Salên xwendina li aspîrantûrayê ew usa jî dersên zimanê kurdî dide kurdzanên genc. Sala 1966-a dîsêrtasya xwe bi serkeftin xweyî dike, nave kandîdatê zanîyarîya fîlologîyê (doktorîya ewlin) distîne.
Ji sala 1964-ada li Yêrêvanê akadêmîya Ermenîstanêye zanîyarîyê, di koma kurdzanyê ( paşê ew kom dibe para kurdzanîyê, ya înstîtûta rojhilatzanîyê) da derbazî xebata zanîyarîyê dibe.
Ji wê demêda, eva devedevî nîv sedsale, bê rawestandin li wir kar dikir. Zimanzanê xweyê emekê mezin t’emamya jîyana xwe dîyarî pirsgirêkên zimanzanya gelê xwe kir. Sala 1990-î, Maksîmê Xemo bi têma “Binaxên frazêologîya zimanê k’urdî“ dîsêrtasîya doktorîyê li bajarê Moskvayê xweyî dike û dereca doktorê fîlologîyê distîne. Sala 1997-a hêjayî navê profêsorîyê dibe. Salên 1964-1981-ê wek xebatçîyê zanyarî wê îdara zanistîyêye jorgotîda dixebite. 1981-1995-an dibe xebatçîyê zanyarîyî sereke, lê ji sala 1995-ada îdî karmendê zanyarîyî pêş û serokê para kurdzanîyê dixebite.
Goveka şuxulvanya zimanzan berfire bû. Pirofêsor devedevî 120 pirtûk û gotarên zanistî li ser piroblêmên zimanzanîya kurdî û cihanê nivîsîye û bi çend zimanan (rûsî, kurdî, ermenî) weşandîye. Emekê wî pire di zimanzanîya kurdîda. Em çend xebatên wî bîr bînin: „Ferhenga kurdî-rûsîyê firazbendî (firazêolog)“, „Zaravê kurdên behdînan li Kurdistana Îraqê“, „Zimanê kurdî û lîtêratûra“, „
Binaxên firazêologîya zimanê kurdî“, „Rîya sazbûna zimanê kurdîyî hemmiletîyî lîtêratûrî“, „Problêma prosêsa sazbûna strûktûra ziman bal merivayê“,“Problêma daxwezên di zimanzanîyêda“û yên din.
Maksîmê Xemo derheqa bi deha problêmên k’urdzanîyê, başqe gotîzimanzanîya k’urdîda li konfêransên mezine ortemiletîyêda pêşda hatîye, bi gotarên xweye zanistîye hewaskar fikira xweye zanistî gotîye û guhdarîya zimanzanîya cihanê kişandîye ser zimanzanîya kurdî. Profêsor serokatîya zanistî bi dehan têzên berendem û doktora kirye, bi rêdaktorîya wî gelek pirtûk û xebatên zanîyarî bi zimanê kurdî, rûsî, ermenî hatine weşendin…
Wî karê xweyî zanyarîra tevayî, ji sala 1968-a heta 1975-a li fakûltêta Rojhilatzanyê, ya Unîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewletêda dersên zimanê kurdî daye. Sala 1994-a, bi hewildana Meksîmê Xemo û hinek zaniyarên ermenî, li bajarê Yêrêvanê ûnîvêrsîtêta hûmanîtar, ya ser navê “Davît Anhaxt’” vedibe.
Li wir fakûltêta kurdzanîyê jî tê damezirandin. Zanyar li wê îdara xwendinêda him serokatîyê wê fakûltêtê dike û him jî dersên zimanê kurdî dide. Fakûltêta rojhilatzanîyê, ya ûnîvêrsîtêta ser navê “Hraçiya Açaryan “-da jî dersên “Bingeha zanîyarîya zimanên rojhilatê” dide.
Salên 1996-2000-a serokatîyê komîtêya têrmînologîya zimanê k’urdî, ya li rex rojnema RÎYA TEZE dike, Endamê şêwira zaniyarîyê ya xweyîkirna têzên kandîdatîyê û doktorîyê li înstîtûta rojhilatzanîyê ya akademîya Ermenistanê bû. Karê zimanzanê eyan bilind hatîye qîmetkirin. Ew hêjayî gelek mêdal û hurmetnemên komara Ermenistanê bûye.
Rojnema Riya Teze №6 (4861), hezîran s. 2011