Wezîrê Nadirî — Dersdar şiro dikir

Автор Асан Джалилов
180 просмотры

Sala 1930 bû, ez bi malêva dimame li nehya şerûrê gundê Şawilîka. Wî gundîda gelek malê kurmanc wetenî bûbûn : lê hela gund da mekteb tune bû wan rojêd paşîn beş hebû, wekî mektebê vekin. Rojeke paîzê sar, berî nîvro maşîne ji Nexcîwanê hat, çû li stansîya Arazdayanê sekinî..

Ji maşînê merivekî bi kincêd xas peyabû, destekîda çemedanek berdestê dinê kitêb, devter girtibûn, rastî kê dihat, navê sedrê gund, cîyê îdara dipirsî. Hat kete îdara şêwra gund.

Êpêce wext derbaz bû, uzvê şêwra gund elametî dan, wekî siheta hevta civat- heye, gelekê gundî temam îdara şêwra gundda hazir bin. Siheta 7 a bû, gundî bere bere diçûne civatê, ez jî çûm, nav cimaetêda rûniştim. Sedrê şêwrê û katibê uzeka komsomola xelq cî dikirin û didane rûniştandinê.

Sedir civat vekir, got :

-mizgîna min ji we gundîyê kesîb û nîvçera ! dîwana şêwrê îro ji bona we dersdar şandîye, mektebê vedike. Wexta gundîyê kesîb- nîvçe ev xeber bihîstin, ji eşqa- şabûna nizanbûn çi bikirana, ji dest li hev xistinê dengê meriva nedihate bihîstinê, ancax min dibihîst, wekî digotin- emir bike dîwana şêwrê firqa kommûnîsta !

Wê me jî bide xwendinê.

Alîkîda jî, dengê axe- ax, ofe- ofê ber guhê min diket, digotin- dewrana me çû, dewrana wan hat. Min ew deng lap pak seh dikir, lê min nizanbû ji kêderê tê, lema jî digeryam ku wan bibînim, kanê ew kîne ?

Çima ussa dikin ? min jî tirê brîndar hene, yan jî nexweş. Ew dengê wane tê.

Nişkêva meriv ber çevê min ket, li ber dîwarê rûnişt, piste- pista wane li civatê pirçûye xwe kiribûn «nolê merivê ewled mirî, sekinîbûn. Min lê nihêrî, ew kûlakêd gund Hesoyê Kelo, Keleşê Fero û mellê gund Misto ye, li hev civyane halê xweda dibêjin : raste heta niha gund da xebatçî hebûn, lê ji wana gelek xwendî û nîv xwendî bûn, dersdar jî hat, ew him bi xwey xwendî, him jî wê zara û mezina bide xwendinê û yê nexwendî jî bi her gilî- gotina bide serwext kirinê. Îdî kes gura me nake, ewê hemû sirrê me bide eyan kirinê, me ji dunyayê bide qetandinê.

Wexta ku sedr got, — ji bona mektebê otax dest xistin lazime, çika bêjin, ya kê layîqe ? em dikarin bi wedetî bikin mekteb ? katibê uzeka komsomola Hesenê Hancî rabû, got, — hevalno ! qanûn rê nade ku em gundîyê kesîb û nîvçe ji xan manê wan derxin, lê wext jî pêra gihîştîye, êdî em nikarin teze ji bona mektebê xan- mana avakin, lazime wekî em otaxa kulakê gund Hesoyê Kelo jê bistînin.

Ewê yekê lap agir bere dilê «koma bi şîn» da civatê qirar da, wekî wê otaxê ji wî bistînin û çiqas zarê emrê xwendinê hene, bişînin xwendinê. Civat bi dest, li hevxistineke giran kutabû.

Sivetirê dersdarî li hîvya şagirta bû, ku zarê bên. Zaru zef kêm hatibûn. Tu nevê wê şevê kulak, şêx, mellê gund şev heta sivê ketine nav gund pravaktsîya belakirine, loma zaru nayên.

Sedrê gund û dersdar, carke din ketin nav gund û navnîşa zarê emrê mektebê girtin, û dîsa dê bavê wan derheqa xwendinêda dane serwextkirinê. Heso jî hela otax bi pakî vala nekiribû, digot, kengê zaru hatin, ezê paşê valakim. Hemîn ku kulak û

dîndarê gund seva stendina otaxa wî razî nînbûn. Sedir bi qelebalixeke giran ew jî vala kir.

Şagirt dihatin, 70 kur, 53 qîza dixwend, gundî deste – deste dihatin temaşa xwendina wan dikirin, wan roja çevê minî li Heso bû, ewî şer dixast, dixast wekî yek derheq nepakîya xwendinêda tiştekî bêje, yan jî gilîkî ji nepakîya dîwanê xeberde, seva ew jî derê gilîya veke, derd û kulê xwe bêje, loma banzdida ber devê her kesî û gilî jê dipirsîn.

Rokê jî ez seva standina perçe û şekir ber koopêratîvê sekinîbûm. Perçe û şekirî- bol bû, kê çiqas dixast, distand, lê perê min malda mabûn, ez hîvîya ji mal anîna pera mabûm, Heso zanibû, wekî pere bi minra tunenin, hinekî dora min çû- hat, got, kerem ke mal. Ez neçûm, paşê got, — dibe tu seva pera sekinî ? were pere çiqas lazimin, bidim.

Min qestbende got, lê paşê ezê ji ku bînim, bidme te ? tenê tu eva otaxê komekê bide, bera otaxê ji destê min neçe, pere xweşhelalî te bin. Min dixast wekî nêta dilê wî zanibim, min ew jî pak eyan kir, û paşê guh nedayê û çûm.

Sive bû uzeka komsomola Hesenê Hacî derî kuta û paşê hate hundur, mîna merivekî dev bi ken got, berî selamê mizgîna min : êdî gundî hêsabûn, pêsîra me ji kulak û dîndara xilas bû, gund steqirîye, zaru bi 100% hatine mektebê.

— Çibû ? min pirskir.

— Kulak û dîndar girtin, malê wan nihêrîn, mala Heso da 3 tiving qirmek jî girtin, ez şa bûm, min mizgîna wî kitêbeke,» xu xu hînbûna xwendina kurmancî»dayê pey girtina wanra êdî zaru ji mektebê nediman, şuxulê xwendinê ro- bi ro pêşda çû. Min hêca fem kir, wekî şuxul paşda dixist.