ÇÎROKEKE EVÎNÊ YA 60 SALÎ

Автор Асан Джалилов
329 просмотры

Van rojan, pirtûkek helbestên helbestvanê Kurd Kinyazê Mecîd (Suleymanov), bi navê «Evîna min», li Almataya Qazaxistanê hate weşandin. Pirtûk, ku bi zimanê Kurdî hatiye çapkirin, di nav xwe de helbestên bi Rûsî û Qazaxî jî dihewîne. «Evîna min», ji 147 rûpelan pêk tê û helbestên wî ya bijarte tê da cih digirin. Li ser wê pirtûkê Refîkê Yaqûb, Hesenê Evdo, Hesenê Mehmed û Omerê Mihemedserwar xebitî ne.

Kiyazê Mecîd yek ji helbestvanên me ye ku bi jêhatî zaravayê an jî devoka Serhedê yê xweşik û şirîn ê zimanê Kurdî bikar tîne û bi awayekî serketî kevneşopiya helbesta Kurdên Qefqasyayê didomîne. Motîfên sereke di helbestên wî de dîroka gelê me, kevneşopî û adetên wan, hewesa wan a ji bo azadiyê û rastiyên jiyanê ne. Helbestên wî ji dil in ji ber ku mijara wan ji jiyanê bi xwe hatiye kişandin, û ew dikarin bandorê li ser xwendevan bikin.

Gelek helbestvanên kurd ên jêhatî ji Qazaxistanê derketine yan jî beşek ji jiyana xwe li Qazaxistanê jiyane. Mînak: Salîhê Heso Seyadî, Enver Nadîrov, Eliyê Evdilrehman, Bariyê Bala, Egîdê Qadirî, Usivê Evdîlleyê Balo, Hesenê Hecîsilêyman, Mecîdê Silêmîn, Evdile Şemoyi, Sedî Ûsiv û hwd. Kinyazê Mecid mîratgir û şopînerê hêja yê vê dibistanê ye.

Kinyazê Mecîd di 30ê Hezîrana 1966an de li herêma Araratê ya Ermenîstanê ji dayik bûye û ji sala 1989an vir ve li bajarê Almata yê Qazaxistanê dijî û sibe dibe 60 salî. Em jê re temenekî dirêj û di karê wî yê afirîner de serkeftinên bêtir dixwazin.
Her bijî!

Hejarê Şamil

Комментарии