Baran dibare ser min di şevêde
Şevek ji şevê havîna Tîrmehê
Dîgel strana kulîyan pêş govenda stêrkan
Qewî xweşe senfonîya siruştê qebqeba kevokan
Hêvî mîna hespek seklawîye
Çar gavî dibeze di şînahîya ezmande
Bê hêvîtî, medar û wargeha mirinêye
Îşe cîhê wê bal min nîne
Ferheng jî napejirîne.
Baran dibare ser min,
Dilop ji rengê hesretan
Ji wan çavên kujer-fetan.
Bum kujtîyê xal û xet’an
Dil xwîn diçe mîna şet’an
Ezê dilê xwe birijînim tevî Erez
Ango pêkve hêvî û hesretan
Lê tu warê ruyê min maç bike
Lê tu warê ramusanekî li min keremke
Ba hênikbuna sirra bayê bakur-
di sehera sibêde
Baran dibare ber hêvîyan di şevêde
Ezê navê te bineqişînim ser çîyayê Agirî
Lê tu dilê min maç bike
Bes tu dilê min maç bike !
Kanê bang û dengê te yê her roj
Ji bona wê strana me ya bedew-
Ka tu deng bide dengê min
dest bide destê min
Em bi hevre bêjin wê dîsgotinê
Helbesta azadîyê a nayêt ji bîrkirinê
Ta ji lutkeya Zagrosan
Ji destana Derwêş û Edulê
Ji dur û deraz,ji şevên baranîde
Mîna bahozê ta ji lutkeya Araratê
Yan jî wek pêlên Firatê-
dîn û har
Hemêzke axa tîhbuyî a birîndar
Da reng bidî dil û nebatê
Da rih bidî dil û nebatê
Û bitemirînî arû şewatê !
Kanê tu li ku mayî ?
Bo çi nayê ?
Tu zanî ez bi bahozêre coşîyam
Bi lehenganre meşîyam
Min hilweşand bendavên nefretê
Raperîn da çîyayê xîretê
Jan û evîn Dîcle-Xabure
Kanî-rubar hesretan difure
Ne şev min şeve,ne Roj min roje
Li vir bendewarî jî mînanî şure
Ka de ware,ka de ware !
Tenêtî min dikuje
Îdî sêl jî nan napêje !
Evîna te nîyaz w nimêje
Ka de warê,
Bo xatirê jêhezkirîyan
Bo xatirê Roj û deryayan
Bo xatirê çîyayê hêvîyan warê.
Yan hîç min şîyar neke
Yan jî bi Şefeqa sibehêre derî li min veke !
Bes îdî ji dest ar û şewatê
Min dil nake tebatê
Bila dîsa baran bibare ber me
Barana rehmetê,barana wesletê !
Bila evîn berzeyî ber ezmanabe
Mînanî minara mizgeftê
Em venoşin lîvana wesletê !
Dîgel sirur û sohbetê !
Tu warê,
Di heyamê ruyê neynika bixur dide
Tu warê,
Di waxtê nîva şevêde xunav xwe davêje ser rupelan
Tu warê,
Di waxtê banga muftî û Melande
Dê waxtê nêçîra şêr û şepalan !
Min baş ji bîrbîne
Dibe ku ev bihara bihara dawîyêbe
Dibe ku ev ristana jî ristên dawîyêbin
Hew bizane ku ez baranekbum
Yan jî bahozekbum hatim û çum !
Tu warê,
Ger zimanê dil hebe
Hevok tenê mêhvan’in
Di vî darê dinêde,
Dil qonxa dila ne
Em tev rêwî û rewan’in !!!
Mehmet AVCÎ
Tîrmeh 2026