Welatê rojê

Автор Асан Джалилов
134 просмотры

Ez bûme derzî,

Helbestên min têl,

Gotinên min kêl.

Ser Kurdistana qelişî û çar pirtî,

Em bûne hêsîr û girtî.

Lê rîsê dayîkê ristî

Pir qewîn û qedîme,

Tu kes nikare biqetîne.

Ew guman bû

Zor da ziman

Ziman bû teşî,

 Lê çavên dayîkê girî,

Dilên meda bû hirî.

Hey dayîka me!

Tu nabe derengî,

Îdî tu caran neke dil tengî,

Em ser te bûne bengî.

Wê heft rengêkim serê te,

Hetanî deqa ruhê min heye,

Ew deyîndarên şîrên te ye.

Ez pir gerîyam evan sala

Min ne dît tiştekî baş

Tenê cîkî mame şaş.

Ber min vebû du derî

 Yek ronkayî,

Yek tarî.

Min gavek avît

Derê ronkayî avît.

 Gava duda,

Ez sekinandim cîhda,

Lê hinekî wêda,

Sekinîbû merîyê duda.

Keşîş wî alî,

Melle wî alî,

Herekî girtibû çenge xwelî.

Wî digot: kerem bike were vî alî,

Yê din digot: keremke were vî alî,

Serê tekim çenge xwelî,

Yan na

Tu ji mera ne hevalî,

Paşê tê ji mera bibi xulam û ber malî,

Çawa bikim xilazbim ji vî halî?

Jêla tê qalme – qal denge,

Ez vegerim hê ne derenge.

Keşîşê newêrek, mellê bê taqet e,

Herekî defek dayê,

Wêda ketim zivirîm,

 ji wira derketim.

Çûme ber derîyê tarî,

Sekinîbû dêwekî çar serî.

Hevekî wêda wî berî pirê,

Nahêle kesek vêxe çirê,

Weka qirarê mêrên berê,

Dagrim bidimê kasa jehrê,

Bira çavên dêw derê.

Hema ewra kirine birqînî,

Qîzên cahil, bikini,

Zar li hemêzan dikirne zûkînî.

Xortên cahil ber bi miraz,

Tûncik reş,

Simêlên wan notila  qeytanê,

Tiştek bi  wan nayê xanê.

Dijmin bira ji hev dernaxin,

Ditirsin gula xwe xwexin.

Hevekî weda hafa gêlî,

Ber zinara xwe veşartibûn.

Bibûn hêsîr bire jin, zar, kal û pîr,

Li ber ewrên birq vedayî,

Agir ezman dibarî.

Hema xût wê gave,

Dilê min da nabê,

Gerîyam çem û kanî,

Wekî vexum kasa avê.

Nizanim çavên min kor in,

Yan ne nas in,

Avên welatê min sor in.

Ketime fikir û mitala peyî ewqas bûyîn

Nabe îdî pajda çûyîn,

Min hat notila merîkî dîn,

Min palda cîhkî şîn,

Wekî bistînim hevekî bîn.

Li vî çîyayî ez tenê ketime xewê û xewnê,

Xewa şîrin, xewna zelal,

Xewna xweda hatibûme mal.

Li bin konê hevt stûnî, heft rengî mala mêra ne,

Rûniştibû dayika me ye kawe kubar,

Kevanîya mala giran,

Ez pêjda çûm sê caran.

Ser lingê wêda tabûm,

Paşê hêdî cîhda rabûm.

Lê dayîka meye kawe kubar, esil zade

Axîn hatê ji kesera kûr.

Hevt cara destên xwe bir berbi bara.

Derxist gem û zînê hevt sîyara.

Çek û sîlahê,

 Top û gule,

Herekî wan şûrekî zer,

Hanî danî ber,

Hevt kurên dayika kubar,

Ser şûrada bûne xar,

 Xwera dîtin tivdîr û kar.

Gava dayIk cîda rabû,

HeVt serî hevra ber wê tabûn,

Her yekîra başqe şabû.

Dayikê lezand berbi stêr,

Qurçên Xwedan,

Derxist destexan,

Navda pêçabû heft pirtî nan.

Dayikê got: Gelî kurên dayika kubar!

Tiberka mala meda,

Heft pirtî nan binda ma,

Gerekî hûn sond bixwin,

Li ber min,

Wekî gumanbin,

Hûnê nebine bira tevî dijmin.

Sirê hat birê mezin

Sonda xwe xar pê van gotinan:

Gelî bira!

Hûnin şede

Li jorê Xwedê,

Dayik erd e!

Serê xwe datînim

Li ber Xwedanên mala mêra,

Warê şêra,

Ocaxa me hevt bira,

Xweyîkin fêza hezar mizgeft

Û hezar dêra

Xêra nedin tu car têra.

Gerek kela dil dagirtî,

Sînor xweyîkin doran girtî,

Her cesûs û nemam, girtî,

Bigirin qetkin pirtî – pirtî!

Mûrad EVDOYÎ