Terîyê erd hilçinî. Te ku li wê gavê ji gundê Pampê, çîyayê Dibûr binherya, cetin te kerê pêz û kevir hev başqe kira, hergê nedîta, ku çawa şivan û dûajoyê wî mina qeretiya hêdî-hêdî ber bi yalê şimalê, tivşa çîyayê Qemerdaxda pêberjêr dilivin. Pez diha xwe da sirtê çîyê. Şivan hanga pêşî ket û çend cara kire “he-he…” Pezê ku lezekî pêşda hey çêre-çêre berjêr dibû, û hey zîq dibû, dikaya, îcar mina eskerekî hazirî, guh li ser qomandar ha-hanga top bû, çipixî hev û li pey şivan dikişya…
Te ku terîda dîna xwe bida, teyê bigota zyakî mezine jorda dikişe, û şivan jî sere wî “zyayî ye”- hilbirîye, ku binhêre li pêşiyê tu ziyan tune?
Dûajoyê çûkî 7-8 salî, wekî serê wî du buhusta ser pişta pêz diket, xwe da dû pêz û paşî şivkot kir ser pêşiyêda daxist. Bû kuxte-kuxta pêz: şivên texmîn kir, ku dûajoyê xam pez revandiye, zivirî lê kir gazî:
— Ro-rîyo, pezê têrxarî narevînin… Majo, wê xwexwe bê, were xwe bide pêşiyê.
Gede berjêr şiqitî, rex şivên ket û mina tişkî bi xem got:
— Apê Hesen, ne wekî wî alîda…
Şivan texmîn kir kurik derheq çida dibêje, û xwexwe jî ew nav hilneda, lê got:
-Tîşkî nake, xwedênekirî bimbarek nav keve, wê berjêr bîne…nikare hevraz bive… yekê jî, ev herdu şêr bendî çine?
Lê bona diha arxayîn be, vegerya ser kelbekî kêleka xwe, lê hilat:
— Qesav, telan, telan…
Sê dêla xwe kir nav lingê xwe û tuyê bêjî ji xweyê xwe xeyidî hevekî kir gire-gir û hevraz çû, xwe da dû pêz…
Kerê pêz gihîşte ser cewa navbera çîyayê Dibûr û Qemerdax. Şivan çiqas jî kire fîte-fît û “qurrût, qurrût”, xencî çend bizina pez tu poz avê nekir.
— Pez gava dinê tîbûna nediçêriya, lê hema hewa êvarê serket, tîbûna wan şikest,- şivan got û îjar dûajoyê xwera xwe da li pey pêz û berbi guhêra binya çîyayê Qemerdaxe nêzîk ajot…
Pez çawa gihîşte guhêrê — cîbicî ser hevda kerixî, te digo lingê wan jêkirine.
— Meko can,- şvan zivirî ser dûajo,- rabe, mala we nêzîke, rabe here male, hêsabe.
Fêrîkê ÛSIV
1970