Hovhanês Tûmanyan
Hebûn-tunebûn, mêrikek û jinikeke kesîv û sê keçikên wan hebûn.
Rojekê mêrik li ser xebatê tî dibe, keçika xweye mezin dişîne avê. Ev keçik cêrê xwe hildide û berê xwe dide kanîyê. Li serê kanîyê dareke bilind hebûye. Gava ew vê darê mêze dike, xwe ra dikeve nava mitala:
– Ger ez niha herme mêra û kurekî min hebe, navê wî jî em daynin Kîkos. Kîkos bê û rabe serê vê darê û jorda bê xarê, serê wî kêvir bikeve û bimre…
– Wey, Kîkos can, wey!..
Hema wê demê, li binê darê ew rûdinê û şîna xwe dike:
Ez çûme mêra,
Kurek bû min ra,
Tûjik bû koloz,
Navê wî Kîkos:
Rabû serê darê,
Jorda hate xarê…
Wey, Kîkos can!
Wey, lawo can!..
Dayka wê disene, disene, dinhêre, ku keçika wêye mezin tune. Keçika ortê pey wê dişîne. Dibê:
– Hela here binhêre, xûşka teye mezin çima derengî ket.
Keçika ortê diçe.
Xûşka mezin çawa dûrva çav wê dikeve, diha bilind dike lûbînî.
– Were, were, xatîka bextreş, hela mêze bike, çi hate serê Kîkosê te.
– Kîkosê çi?
– Lê tu nabêjî:
Ez çûme mêra,
Kurek bû min ra,
Tûjik bû koloz,
Navê wî Kîkos:
Rabû serê darê,
Jorda hate xarê…
Wey, Kîkos can!
Wey, lawo can!..
– Wey, Kîkos can, wey! – xûşka ortê dike zîwîn, li rex xûşka mezin rûdinê û tevayî şînê dikin.
Dayka wan disene, disene, dinhêre, ku herdu keçikên wê tunene. Radibe keçika biçûk dişîne. Dibê:
– Keçik, hela here binhêre, xûşkên te bûne çi?
Niha keçika biçûk diçe. Diçe dinhêre çi: herdu xûşk li serê kanîyê rûniştine û digrîn.
– We xêre, hûn çima digrîn?
Xûşka mezin dizare, lê tu nabêjî:
Ez çûme mêra,
Kurek bû min ra,
Tûjik bû koloz,
Navê wî Kîkos:
Rabû serê darê,
Jorda hate xarê…
Wey, Kîkos can!
Wey, lawo can!..
– Wey, xatya te qertel be, Kîkos can, wey! – Ew jî serê xwe dixe, li rex xûşkên mezin rûdinê û dike şînê.
Dayîk disene, disene, dinhêre, ku keçikên wê tunene, ew radibe û diçe.
Gava hersê xûşk dûrava çav dê dikevin, dikine gazî:
– Were, were, pîrka bextreş, hela çi hatîye serê nevîyê te.
– Nevîyê çi, halê çi, qancixno, çi qewimîye?
Keça mezin dikewgire, dibêje, dayê, lê tu nabêjî:
Ez çûme mêra,
Kurek bû min ra,
Tûjik bû koloz,
Navê wî Kîkos:
Rabû serê darê,
Jorda hate xarê…
Wey, Kîkos can!
Wey, lawo can!..
– Wey, çavê pîrka te birije, Kîkos can! – Ew jî çokên xwe dixe, li rex keçikên xwe rûdinê û dike şînê.
Mêrik dinhêre jink jî çû pey keçikên xwe û ew jî nehat. Dibê, hela ez herim binhêrim, çi hate serê wan, ew pey hev çûne kanîyê û venegeryan.
Radibe û diçe.
Jinik û keçikên wê gava dûrava çav wî dikevin, bi hev ra dikin zîwîn.
– Were, were, kalikê bextreş, hela were, bala xwe bidê, ku çi hatîye serê Kîkosê te… Wey, bê Kîkos!..
– Kîkosê çi, hûn çi dibêjin? – Mêrik zendegirtî dimîne.
Keça mezin dike zarîn, dibê, lê tu nabêjî:
Ez çûme mêra,
Kurek bû min ra,
Tûjik bû koloz,
Navê wî Kîkos:
Rabû serê darê,
Jorda hate xarê…
Wey, Kîkos can!
Wey, lawo can!..
– Wey, Kîkos can! – Dê û keçikên wê çokê xwe dixin û şînê dikin.
Di nava wana da yê herî aqil bav bû. Ew dibêje:
– Ay, axmaxno, hûn li vira çi rûniştine û şînê dikin. Şîn û girî bê feydaye, hûn teze Kîkos venagerînin?! Rabin, em herne mala xwe, gazî der-cînarakin, dua-dirozga bikin, xêr û xêratê Kîkos bidin. Şîn û girî bê feydeye, qirara dinyayê ye: ew usa hatîye, wê usa jî here.
Tu nebêjî, bîhna bîso ji mala wan nayê. Ewin serê gakî û dewle ar. Tînin wî gayî serjê dikin, ji wê dewlê ar elek dikin û nan dipêjin, gazî cimetê dikin, dua-dirozga dikin, xêra Kîkos dixwin û teze sêkin û baristan dibin.
Wergêra ji ermenî ya Prîskê Mihoyî.
14.11.2022