Bîranîn derheqa Wezîrê Nadirî da

Автор Асан Джалилов
178 просмотры

Min mamê xwe, Wezîrê Nadirî çara yekê kengê û çawa dîtîye…

1944- salê bû. Şerê cihanêyî dîda dewra xweye here cawdar derbas dikir.

Kasivayê û xelayê çawa pareke miroved dinê, usa jî miroved ovêd me gelekî feqîr û belengaz kiribû. Rind te bîra min. Ezî hevt salî bûm. Fesla payîzê bû. Êl ji zozana berbijêr dibû. Ova me pêre bajarê Yêrêvanê, rex Sarîtaxê danîbû (Sarîtax pareke bajarê Yêrêvanê ye). Ova meye ne ewqasî mezin bî Heta 20-25 mala bû.

Berî nîvro bû. Erebeke reşe pir birqonek, hate nav ovâ me. Jê sê mêrêd cilêd paqişe, bedew lê jê peya bûn. Nava wan da mêrekî gelek bilindî derbî çav hebû. Me zaroka hemûya li wî mirovê nihêrîn. Ser wîyî vekirî bû. Şal û bilûze zere lê bûn. Pîyê wî da gîzmeyê xurom (pêlavên dev dirêj) reş hebû. Qayîşeke sore, pene pîsta wî bû. Mirovêd ovê hemû çûne cem erebê. Em zarok jî dora erebê û wan civîyan. Çawa tiştekî nûhî, nedîtî, me li wana û erebê dinihêrî Ecêbgirtî diman.

Dema kalemêr û pîrejînêd ovê gihiştine bal erebê, min dît ku ewana rûyê ewî miroved bilindî berbiçav maç dikin. Ew jî destê wana maç dike. Mirovêd ovêye emir da piçûk destê wîya maç dikir û Ewî jî tetika wana maç dikir. Dayka min, destê min girt. Ez birime cem wî û got:

-Kurê min, ev mamê teyî Wezîre. Tu jî were destê wî.

Min destê wîya maç kir. Ew vebişîrî. Destê xwe da ser serê min xareve hat û herdû rûyêd min maç kirin. Ew tevî cimatê xêleke xurt axivî. Paşê berê xwe apê minî Rizgo da (ew û apê min kur mamêd herduye helal bûn) kir û jê pirsî:

-Apê Rizgo, qet halê weyî çawane? Hûn vî wedê xirav da çawa derbazîya xwe dikin?

Mamê min got:

-Wezir, ez qurbana te me, hal, îdî hala derbaz bûye. Hemînê yê ku bimrana îdî mirine. Lê, em nizanin, emê van nemirîya vê zivistanê kuderê û çawa xweyîkin, wekî silamet derxine baharê. Zivistan îdî nêzîk dibe. Tu sitara me tune ne. Emê bê cîye, bê sitarin. Nizanin, çi bikin. Emê ber van sur û serîyêd zivistanê kîdere û çawa êbûra xwe bikin, wekî vî hêsîrê birçî û tezî çawa ber qirê û qutê silamet xilas bikin, nizanin…

Piştî vê gotina apê minî Rizgo, miroved ovê tevî wî gelekî axivin. Her yekî gilîyekî xwe got. Ewî hemdeke gelekî fîre, ew hemû bihîstin. Bi medekî jî dewreyî nerazî got:

— Gelî qewma, ez, loma jî îro hatime çem we. Halê we ra bibime nas. Bê vê jî min halê we zanibû. Çend roja berê, ez boynet vî halêd weyî giran çûbûme cem miroved dewletêye here bilind. Min derheqa halê we wana ra qise kir. Ewana jî dîlsaxîke here başva min ra razî bûn. Du roja berî hatina vira, ez çûbûme nav cimatê Devexerave. Min çawa lazime bi sipartine dewletê alîkarî da wana jî. A, îro jî, dewletê ev herdû camêra tevî min şandine cem we. Heval Pêtrosyan, lap jorê kar dike. Ev jî hevalê Tigrane. Ew serkarê taxa Sarîtaxê ye. Dewletê sipartiye wî, wekî ew we van çend mehêd giranê sar, Sarîtaxê da cî û war bike. Heta baharê alîkarîyê bide we. Paşwextîyê hûn çawa dixazin, usa jî bikin.

Wê şûnda, apê Wezîr tevî miroved ovê xêleke jî axivî, paşê xatirê xwe ji wana xast û çû.

Wê qewimandine hêya roja îro jî nava ruh û mejîyê min da pêceke gelekî kûr hiştîye. Min çi tiştê bilind didît û tafilkê digot: Yeqîn, mamê minî Wezîr destê xwe bilind bike, destêd wîyê ji wana gişka derbaz bibe. Her wext wa difikirim.

Bejn û bala wîyê bedewê, taylan heta roja îro jî ji ber çavêd min neçûye.

Tê bîra min, bavê min timê tevî pîre diya min derheqa wî da xeber dida û car-caran jî digot:

-Şikir, şikir, Rebbê jorîn, xweyê me heye, emê pîs-pak bijîn. Bila xwedê temam miroved sexîre, bê sitar bê rehmê. Xwedê ew nevsa ne tenê boynet pismam û gelê Kurd xuliqandiye, ew usa jî, boynet hemû gele xuliqandiye.

Ez wede ku nivîsarêd wîra dibime nas, tafilkê tême ser vê fikrê:

Ew ne tenê ewledê gelê Kurd bûye, ew usa jî ewled û alîgirê hemû gele, hemû miroved besitare, merûm bûye. Şeveke fesla 1946-salê payîzê bû. Min nişkêva dengê girî bihîst. Veciniqîm. Hişyar bûm. Dît ku, dîsa pîredayka min û diya min digerînin, şewat-şewat digirîn. Ewana gelek cara dizê me seva bavê min digirîyan. (Bavê min Elîyê Paşê serê cihanêyî duda da şehît ketiye). Min tirse-tirs li wana nihêrîm. Dayîka min ez kirime hemêza xwe û bi dengekî şewatva got:

-Lawo, qet nebêje Xwedê dîsa li me hate xezevê. Em dîsa bê xweyî û bê xwedan hîştin. Tu kor bî, ne apê teyî Wezîr çûye rehmeta Xwedê.

Wêne: Wezîrê Nadirî

Min ev gilîyê dayika xwe çawa bêjî nebihîstin. Ricifîm. Bê hemdî xwe, gelekî bilind qîriyâm. Kire îsk-îsk. Hêsrêd min nolî tavîya fesla baharêye gorav xweberê berjer bûn. Xanima wî, Nûrê Poladbêkovê qise dikir, wedê defna Wezîr, zimanzanê Ermenîyayî eyan Acaryan bi kêmeke gelekî şewate û nebirkirî pêşda hatiye. Piştî defnê, ewî xanimê Wezîr û keça wî şeş meha mala xwe da xweyî kirine.

Wedê ez 1958-ê qebûlî zanîngeha komara Ermenîstanêye dewletê ser navê Xaçatûr Abovyan (bi zimanê Azerî, beşa fîlolojî) bûm. Dêkanê beşê profesor Artaşak Poxosyan rojeke gazî min kir û ji min pirsî:

-Kurê min, tu çi miletî?

Min got:

-Hevalê Poxosyan, ez Kurdim.

De wekî Kurdî, ezê derheqa dostekî xweyî Kurd ji te pirskim. Bê te ew mirova dîtibû, yanî na? Kurê min, te Wezîr Nadirî dîtî bû?

Min bersiv da:

-Hevalê Poxosyan, Wezîrê Nadirî mamê mine.

Ewî kesereke kur qişand, xêleke xurt netika xwe mizda. Bi dengekî xemgînva got:

-Heyf, sed heyf. Ew însanê ewqasî pir zane ji dinê zû çû. Xwedê ew çawa xezneke lel-cewahire têre-tijî xuliqandibû. Lê îmkan neda, wekî ew wan lel û cewahirê pir qîmet bigihîne gelê xwe û usa jî gelê temam dinyayê.

Barîyê BALA