128
Bi H’ezar r’engî, bi hezar dengî,
Gul û ç’îçek, çîya û banî
Deng dane hev, rabûn ji xew
Dixulxulin cew û kanî.
Teyr û tûya, hêlîn çê kir,
Şivan kerî-sûrî r’ê kir,
Kişand berbi çîyayên k’ubar,
K’alîn dikin berxik û kar.
Xwaş bahare, berodehne,
Der û dora eşq û k’ene,
Keç’a govend hûr meşandin,
Mînga berxên xwe mêjandin.
Ç’îyayên jorin bûkek wê tê,
Lêvşîrine wek şerbetê,
Şehr-şimaqî zenda morî
Kofîzêre, ez lê gorî.
Tîne bîna gul-cinetê,
Ew horînga nav t’ebîyetê,
Dota k’urde, nav newroze,
Him zarşîrin, him dilsoze.
Azadara gelê arî,
Ronik da r’êç’a meye tarî,
Divê: -K’urdno, r’abin doze
Roja nuhye, xweş newroze!