Ezîzê Gerdenzerî derheqa Têmûrê Xelîl da
Têmûrê Xelîl sala 1949an li paytextê Ermenîstanê, bajarê Rewanê (Yêrêvanê) ji diya xwe bûye. Piştî temamkirina fakûltêta fîzîk-matêmatîkê, 3 salan (1974-1977) li gundê kurdan – Sîpanê, dersên matêmatîkayê daye zarokên kurdan. Ji sala 1977-1981 û 1984-1992 di rêdaksyona rojnameya kurdî ya “Rya teze” da xebitîye: pêşî wek nûçegihan, paşê jî wek serokê beşa çande. Di salên 1981-1984an da rêdaktorê radyoya kurdî ya Yêrêvanê bûye. Di salên 1992-1997an da cîgirê berpirsyarê rojnameya kurdî ya “Golos kurda” bûye, ku li Moskvayê bi zimanê rûsî çap dibû. Bi sedan gotarên wî di kovar û rojnameyên ermenî û rûsî da û herwiha hema bêje hemû kovar û rojnameyên kurdî yên bi nav û deng, ku li Awropayê û Kurdistanê derdiketin û derdikevin da çap bûne. Têmûrê Xelîl niha yek ji karmendên radyoya kurdî ya Moskvayê ya “Dengê Rûsîya” ye.
Têmûrê Xelîl çend salan endamê komîtêya Komela Xwendkarên Kurd bûye li Ermenîstanê, paşê jî bûye endamê komîtêya Şêwra Rewşenbîrên Kurd li Ermenîstanê. Ew endamê Yekîtîya rojnamevanên bajarê Moskvayê ye. Ew yek ji endamên Komika “Kurmancî” ya Înstîtûta Kurdî ya Parîsê ye, endamê Komela nivîskarên kurd e li Swêdê, endamê redaksyona kovara “Roja Nû” bû. Ewî bi kesên wisan bi nav û deng ra hevpeyvîn kirîye, wek Cegerxwîn, Qanatê Kurdo, Ebdurehman Qasimlo, akadêmîk Keremê Nadir Nadîrov û gelek kesên din yên bi nav û deng ra.
Çend sitiranên wî di radyoya kurdî ya Yêrêvanê da hene, wek “Mêrê mêrxas” (derheqa Barzanîyê Mezin da), “Milkê kurdî” û yên din.
Pirtûkeke Têmûrê Xelîl ya serpêhatîyan ya bi sernavê “Dengê xûnê” ji alîyê weşanxaneya LÎSê da di roja Newroza îsalin da ronahî dît. Ewî herwiha pêşgotina dîwana Cegerxwîn ya 8an – “Aştî” nivîsîye (em wê jî bêjin, ku ew bi daxaza Cegerxwînê mezin bû), bi Mehmet Bayrak ra tevayî ferhenga “Rûsî-kurdî” ya Îvanê Omer Farîzov kirine “Tirkî-kurdî”.
Bavê wî – Xelîlê Çaçan 24 salan (1957-1981) serokatîya radyoya kurdî li Yêrêvanê kirîye, dayka wî – Eznîva Reşîd 27 salan (ji destpêkê: 1955an heta 1982an) spîkêra pêşin ya radyoya kurdî bûye. Du keçên Têmûrê Xelîl hene. Mîdîyayê beşa rojnamegerîyê ya Ûnîversîteya Moskvayê ya ser navê Lomonosov temam kirîye, lê Dîdare piştî temamkirina Ûnîversîteya Stokholmê, beşa sosîonomîyê, niha li beledîya Stockholmê wek sosyolog kar dike.
Gelek kesên bi nav û deng qîmetekî mezin dane kar û barên Têmûrê Xelîl yê di hêla kurdewarîyê da. Em tenê gotinên prorêktorê Ûnîvêrsîtêta Alaamatê, li Qazaxistanê, akadêmîk Knyazê Îbrahîm bînin, ku nivîsîye:
-Biraye minî ezîz û delal Têmûr!
Ez bi her karê teva şame. Ne ku îro: te temamîya emrê xweyî hêja pêşkêşî dîrok, çand û hunerê gelê me kiriye. Bi serfinyazî rêya mamoste û pêşewitîye çanda meyî eyan Apê Xelîlê Çaçanî rehmetî berdewam dikî. Malbeta we bi tomerî îro karê malbeta Bedirxanîya tîne ber cavên me!
Ji biraye xweyî hêja ra sehet u qewatê dixazim. Bi silav û rêz birayê te Knyaze Îbrahîm!
Weşanxaneya LÎS wek hedyaya ji bo roja Newroza sala 2009an pirtûka serpêhatîyan ya Têmûrê Xelîl çap kir. Di nasînameya wê da ha tê gotinê:
Bi zimanê xwe yê ku ji rehên kurdiya me ya delal dikêşe, bi tevna xwe ya ku wê hêjahiya evîna dilsoz bi xwendevanan bi firêt û xavên xwe yên qewîn ve dide zanîn, çîrokeke gelekî nas, gelekî balkêş û gelekî diltezîn… Evîna Temo û Alînayê. Mirazê nebûyî. Naleyeke Cudayî. Straneke bi per û bask, li ber serê baqek binefş.
Pê re jî, du çîrokên din ên kurt û delal, bi Dengê Xwînê re, di vê berhevoka Têmûrê Xelîl de.
Ev ji zû ve bû min çîrokeke ev çend bi sadebûna xwe ve xurt, bi kurdî nexwendibû. Bi raya min, we yê jî nexwendibe…”
Lê edebîyetzan Mezhar Kara derheqa vê pirtûkê da ha dinivîse:
…” ji alîyê pêkanîna zimanê kurmancî da çîroka here biserketî ye. Ji alî ziman da mirov dikare bibêje çîrokeke bêqusûr e. Taswîrên wî pir biserketî, hevokên wî lihevhatî, kurdîya wî zelal û xweş e. Babeta çîroka wî gelek zor e. Lewra ew taswîrî deşt û çiyan, çem û kanîyan, ken û girî nake. Wî dest avêtîye psîkolojîyê. Ew bi wê çîrokê evîna şikestî, ruhciwantîyê vedike, ruh û hîs û pejnên xortekî evîndar dike. Di wî karî da Têmûrê Xelîl nivîskarekî gelek pêşketî ye. Em ji wî berhemên nû hêvî dikin”.
Ji pirtûka Têmûrê Xelîl ya ser navê «Antologîya 35 helbestvan û nivîskarên Sovyeta berê»