Rêdaksyona rojnama «Rya teze» rast ocaxa netewî bû – di roja damezirandina xwe da hetanî hilweşbûna Sovîyêtê. Ew rast bûbû oda kurdî. Gelo çiqas rewşenbîrên meye navdar li vê ocaxa çanda netewî kar kirine û dû ra gihîştine çi hêlanên bilind? Em dikarin bêjênin: bêhesab! Gelo çiqas xwendevan, gotarvan, lo hela gundîyên sade derê vê ocaxê vekirine û pirsgrêkên xweye şexsî û civakî raber kirine û çûne? Ew jî Xwedê bizanibe! Lê îro gilyê min li ser tiştekî mayîne: rêdaksyona rojnama «Rya teze» eynî bûbû hêwirgeha deng û behsan, gilî-gazinan, şêwir û temîyan… û usa jî henek-laqirdyan…
Dêmek, li despêka salên 1980-î berevoka wêjeyî ya «Bahara teze» li Yêrêvanê çap dibû. Cilda pêşin bi navê «Bahar» weşya, lê dû ra bû «Bahara teze». Berpirsyar û amdekarên wê berevok-almanaxê Karlênê Çaçanî, Eskerê Boyîk û Mîkayêlê Reşîd bûn. Ger derew tê tunebe, sala 1984-a bû. Wê demê min li rojnamê kar dikr û wê salê cilda «Bahara teze» ya 3-an dihate amedekirinê. Her ro Mîkayêlê meyî Rêşîd dihate rodaksyona rojnama «Rya teze» û dewa helbest û serpêhatîyan ji karmendên rojnamê, bi taybetî ji min dikir:
– Kanê efirandinên we, de bidin, da! – hêrs dibû. – Hemû nivîskarên meye dinê efirandinên xwe îdî dane, tenê hûn mane. Divê em vê cildê zû bişînine çapxanê, lo!
Mîkayêlê Reşîd helbestvanekî meyî navdare, xwendina wîye bilinde wejeyî ya ermenî û rûsî heye. Ewî bêtir helbestên nazik yanê yên lîrîkî-evînî dinvîsî. Di destpêkê da ewî bi ermenî û rûsî dinvîsî, lê dû ra ew awqas baş fêrî zimanê dê bû û diefirand, ku me gencan havêjîya xwe qelema wî danî. Ew mirovekî gelekî heyf, berbihêr û dilê xweyî sax bû. Tiştê «bi fen û ken» nizanibû, ji ber ku di nava civaka gund da mezin ne bûbû. Ew li bajarê Tiblîsê mezin bûbû, Yêrêvanê û Moskvayê xwendibû. Wek dibêjin, mirovê bajêr bû, lê li ser ta û benê me gundyan vendibû…
Rojekê jî ew dîsa hat rêdaksyonê. Babayê Keleş û Têmûrê Xelîl hatne oda me û gotin:
– Va Mîşa (me Mîkayêlê Reşîd ra usa digot) hatîye û gaznê xwe dike, wê niha bê dewata te bike!
– Lawikno, – min gote wana, – bila Mîşa bê, tenê hîvî ji we dikim, hûn nekenin, ezê bersiva wî bidim…
Û Mîşa bi gef û gurr kete oda me. Lawik sekinîne, xwe met kirine û deng nakin.
– Axir, eva cara çendane ez têm, tu dibêjî: îro, sibê. Kanê helbestên te? – Ew vepelikî ser min.
– Mîşa can, keremke rûnê. Emê niha her pirsên xwe safî bikin, ez heyran! – Min gote wî.
– Hema niha? – Ew vedibeşire.
– Erê, Mîşa can, – ez dibêjim û xwe guneh dikim. – Tu zanî, her ro qirareke partya meye komûnîstan dertê, divê derheqa wan qirarên partyayê da em li ser rûpêlên rojnamê binvîsin. Qet wedê min tune, ku helbestên xwe bona çapê hilbijêrim yan jî yên teze binvîsim. Kurt-kurmancî, niha ez tera rast bêjim, Mîşa can, vê gavê ez destengim!..
– Destengî çîye, ez fem nakim? – Ew hinekî milahîm deng dike. Çimkî min navê partyayê da.
– Destengim, yanê li ber destê min vê gavê helbestên hazir tunene. Bi kerema xwe, deynî çend helbestên xwe bide min, ezê vê cilda «Bahara teze» da çap bikim, hetanî cilda dinê, ezê binvîsim û ber deynê teva helbestên xwe bidim… Mîşa can, xwe dinya nehatîye hev?
– Kîjan helbestan dixwezî, – ewî bi dengê nimiz û nerm gote min û çeltê xwe danî li ser texte, dest avîte belgên nivîsarên xwe.
– Hema kîjanan dixwezî û ber nakevî. Yên lape bêkêr bide min!
– Çi? – Hêrs bû, – helbestên mine bêkêr tunene!
Û wê demê bû pîrqînya me. Mîşa me mêze dike û ew jî dikene:
– Hiii, tu heneka dikî, ne? Mirov helbestan deynî nade hev, lo!..
Bê, Mîşa, Mîşa, rehma Xwedê li te be, helbestvanê meyî dilsax!..
Prîskê Mihoyî
03.10.2021
P.S. Û wê cilda «Bahara teze» da tu tiştekî min derneket!.. Lê Mîşayê meyî dilsax ne gunekar bû, ferezî ez hêçxem bûm!..