Hovhanês Tûmanyan
Li gundê xwe gundîkî xişt
Dikan çê kir, difrot tişt-mişt.
Rojekê rojan ji gundê cînar,
Gopal ser mil, kûçik li pey
Dikeve hundur şivanekî zir:
— Roja te xêr, hey dikanvan,
Hingivê te tune,
Çilkekî bidî me?
– Heye, heye, birayê şivan:
Bide derdanê, kanê derdan,
Kîjan dîlimê xas tu bixwezî,
Vê sehetê bibirim, xwe ne lezî?
Bi hub û rez, hêdî awa
Hingiv şîrintir gilî danîn zar,
Hingiv dikşînin û nişkêva
Dilope hingiv jorda tê xar.
– Vizz, mêşek wêda difire,
Tê li ser vê dilopê datîne.
Pişîkê xweyê dikanê,
Dîna wî li kelmêşê,
Tele-tel tê û banzdide,
Bi tetikê xwe mêşê dixe…
Lê hama ku pişo banzda,
Kûçkê şivîn wê hindavê
Dike ewtîn,
Radibe ser xwe,
Pişikê reben
Davê bin xwe,
Dixeniqîne
Û kewkî dike.
– Xeniqand, way, nêrgizê min,
Wey, bisekitî, kûçkê kurê kûçika, –
Hêrsa dilerize dikanvan
Û çi li ber dêst dikeve
Davêje netka kûçikê,
Vedilezîne rex pişîkê.
– Wey, ez gorî, kûçkê minî eslan,
Tu hebûna min, tu mal-halê min…
Mal te xirab, hey dikanvan,
Bêîsaf, nepak, filan-bêvan,
Wey, tu çawa kûçkê minxî?
De, tê lêxistinê niha bivînî…
Dike qûjîn ejdehê me,
Gopal-sertopizê xwe
Bilind dike, jorda tîne,
Dikanvan erdê vedilezîne.
– Kuştin, kuştin… hey, hewar…
Mehel bi mehel, mal bi mal,
Dikne gazî der û cînar:
– Hey, hewar, kuştin, kuştin…
Ji taxa jorîn, ji taxa jêrîn,
Li serê rê, li ser xebatê,
Bi qûjîn, bi qarîn,
Bi girî û şîn, –
Îdî dê û bav,
Xuşk û bira,
Jin û zar,
Heval-hogir,
Xasî, xezûr,
Zava, serdewatî,
Xal û xarzî…
Gişke nenasin – kê hev derxe,
Tên û hema tên,
Kê tê û têr şivên dixe:
– lo, hirçê pîs, lo, beyanî,
Kê dîtye, kê binayî,
Tu hatî kirîn-firotanê,
Yan bikujî malxê malê?..
Yekê dibêjin, deha lê didin,
Kirkaş dikin, dihincirînin,
Li rex kûçkê wî erdê dixin.
– De, werin miryê xwe bivin.
Û ji vira hêwerze diçe,
Li gundê nêzîk perwaz dide:
– Hey, hewar, hewar,
Xwe hûn ne mirine,
Ne, kuştin gundyê me…
Mîna pêteka mêşê kûçikan
Wêrankî, deremdax, berdî,
Notla wê kelmêşa kuştî,
Gund-gundîtî – ordîke tam,
Dikin şemate, dertên derva,
Her yek tiştek li kefa dêstda:
Yekî hildaye tifing,
Yekî şene, dar û kêr,
Yekî mer, şîş, yê din bêr,
Yekî bivir, yê din tevir,
Yek sîyarî, yê din peya,
Yek serqot, yê din pêxas –
Avîtine ser gundê dijminê har.
– Lo, wêran gundê aha jî heye:
Ne îsaf maye, ne tirs û xofe,
Mirov jî here kirîn-firotana,
Gund jî rabe, dide ber şûra!
Tûû, gundê we, mirovên têda,
Namûsa we, edetê we…
Em herin, lêxin,
Hûrxweşkin, gullekin…
– Ez heyrana we, de we binhêrim…
Rabûne rûbarî hev,
Ha lêdan û lêdan,
Xişirandin, gulle berdan,
Çiqas gelek qir kirin,
Aqas zede hêrs ketin,
Hev qir kirin,
Hev red kirin,
Bûn mina û unda
Notla toza besta.
Ev herdu gund, tu nebêjî,
Aqas nêzîk, gundê rex hev,
Her yek bacê dide padşakî.
Padşê dewletekê,
Gava evê dibhê,
Fermanê derdixe
Bo gelê herêma xwe:
– Bila dihar be bo dewleta me,
Esker, pale, her ocaxzade –
Hemû mirovayê û cîhanê,
Ku milatê cînarî decal,
Bê qanûnî û xayîntî,
Li xewa şîrin em razyî,
Zor avîte ser sînorê me,
Û qir kir, şûr dêstda,
Ewledên meye hizkirî.
Lewra lawên meye gernas,
Girê dane çek û rextê xas,
Gazî me dikin
Û em, dijî xwesteka xwe,
Silav dikin artêşa xwe,
Bi topên xwe giran
Û bi navê Xudayê dlovan,
Boy tolana zîyaretî û helal
Bikevne axa dijminê decal.
Padşê dinê jî li hinda xwe
Bang kir esker û gelê xwe:
Li pêş we û Xudayê me
Em şikyatê cînêr dikin,
Ji wê kirinê û nepakyê,
Ku hemû qanûn kire binpê,
Şer-dew daxiste meydanê,
Avîte nava miletê kevnar,
Aramî û aşîtya cînartyê.
Lema jî em bi mecbûrî,
Ji bo sîyanetê û rastyê,
Ji bo xwîna ame-tam,
Ji bo dinya meye aza,
Ji bo Xuda û xatrê wî –
Em banga xwe dikin awa
Û şûrê me li ser wan ra.
Û danîn dew û doza mezin.
Qirçîn, teqîn, vira, wira.
Agir kete gund û bajar,
Xiwîn, qûjîn, kavil, wêran,
Li her alya tirs û saw,
Li her dera bihna laş…
Havîn, zivistan,
Gelek sal,
Pale betal.
Zevyê neçandî,
Û şer nesekinî,
Li her dera xelayî,
Xelayî hat – êş anî,
Welatê rengîn bû xalî…
Bendên mane rû-heyatê,
Bi saw dikin pirsa vê dewê,
Ku ji ku derket gelo,
Ev qetlema zore îro.
Wergêra ji ermenî ya Prîskê Mihoyî.
18.04.2018