Berxê nêr bona kêrê ye

Автор Асан Джалилов
108 просмотры

Zarotîya xweda min gele cara ji mezina dibihîst, ku xerberdana xweda digotin:

“Berxê nêr bona kêrê ye”.

Min ji nava berxê me xwera berxeke çîle-qerqaş bijart. Min gele ji wê berxê hezdikir. Diqewimî min nedihişt ew berx tevî berxê din here çêrê. Dê û bavê min li min hêrs dibûn, berx dikirine nava kerî, berxwe diketim, digiryam. Payîzê ew berx îdî bûbû kavirr, bavê min xwest tevî çend kavirrêd meye din bibra bazarê, bifrota. Min nehîşt, got naxwezim wê bibin şejêkin. Bavê min, dya min û cînarê me min dikenîyan. Carekê bavê min minra got: “Berxê nêr bona kêrêye, lao, tu berxwe nekeve, kurê min, ne tu îdî şikir mezinî”. Min wê rojê nan nexar, dê û bavê xwera xeberneda, şev xewa min nehat, ser gilîê bavê xweda gelekî fikirîm. Sibê zû rabûm, çûme alîê berxa xwe, çend berxê me tunebûn, lê berxa min wir bû. Dya min ez dîtim, kenya, hate rûê min, go: – “Lawo, te îşev-mişev berxweva xeberdida, navê berxa xwe hildida.” Berxa min îdî bûbû beran. Rojekê jî bavê min got, wekî emê hevra herne bazarê, çend kavrra bibin, bifroşin.

Pey frotanêra bavê min pê qîmetê wî beranî minra xewnceleka usa kirrî, wekî bira nedida birê.

Ji pirtûka Ûsivê Beko «Berxvan»