Bîranîn derheqa bavê xwe Fetoyê Hodîk

Автор Асан Джалилов
135 просмотры

Sala 1974an cara ewlin wekî ezê biçûyama ber berxa. Me ji gund koç kiribû em hatibûne serê çîyê, me konê xwe vegirt, koza berxa bin kon çêkir, berî êvarê pez hate ber dêrî, me berx ji makê wan veqetandin kirine kozê. Sibe zû bû, Bavê min  rehmetîyê Fetoyê Hodîkê Evdo deng da min ez hişyar kirim, got rave kurê min rave ser çavê xwe bişo wekî îsal tu gerekî Qurbana durf bikî.

Bavê min kêra xwe derxist da destê min, gote min, têkeve koza berxa, guhê heft berxa pê kêrê jêke ji bo Qurbanê. Kengê wexta ew berxana mezin dibûn û kok dibûn, hingê çend rojan carekî berxek serjê dikirin û belayî ser heft mala dikirin, çi jî binîda dima ewjî neferê malê dixwarin..

Îjar wexta min kêr ji destê Bavê xwe hilda, ez ketime koza berxa, min dîna xwe dayê kijan berxa lape gire -bedewe min ew jî durfkir. (minra gotibûn kîjan berx dilê te dixweze ewê jî durf bike).

Ez jî zarok bûm, emre min heyşt salî bû, min qet ne nihêrî, berxo tu nêrî yan mê yî? Usa jî nava heft hevada du hev mê derketin. Bavê min rehmetî nehişt ewê mê serjêkin, got bira bimînin bibine mî îjar emê berxê wan têkine Qurban.

Wexta min guhê heft berxa xûn kir, ez ji koza berxa derketin, birê min yê mezin rehmetîyê Cindî hat bibîne çika min kîjan berx durf kirine, nihêrî û hêrse-hêrs gote min, go kuro ne evan berxana min kifş kiribûn wekî em çendek şunda bibine bazarê bifroşin?

Bavê min bihîst û gote birê min wekî ne lazime ser Qurbanê bibe xeberdan, zare û dilê xweyî saxlem jibartye û durfkirîye.

Zurbê FETO