Barbang.info
  • Aborî
  • Civak
  • Siyaset
  • Cîhan
  • Werziş
  • Zanist
  • Çand
  • AGQ
  • Ziman biguherînin
    • Kurdî
    • Русский
    • Қазақ
Barbang.info
  • Aborî
  • Civak
  • Siyaset
  • Cîhan
  • Werziş
  • Zanist
  • Çand
  • AGQ
  • Ziman biguherînin
    • Kurdî
    • Русский
    • Қазақ
Barbang.info
Barbang.info
  • Aborî
  • Civak
  • Siyaset
  • Cîhan
  • Werziş
  • Zanist
  • Çand
  • AGQ
  • Ziman biguherînin
    • Kurdî
    • Русский
    • Қазақ
©2025 — barbang.info
Civak

Kurdên Qazaxistanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

Автор Асан Джалилов 19/05/2026
Автор: Асан Джалилов 19/05/2026 136 просмотры
Wêne: rudaw.net
136

Kurdan li her derê cîhanê Cejna Zimanê Kurdî bi coş û kelecan pîroz kir. Kurdên Qazaxistanê jî bi pêşengiya Komeleya Berbangê ya Kurdên Qazaxistanê û Koma Hunerê ya Bêdawî li Almatiyê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir.

«Zimanê me rûmeta me ye»

Serokê Şêwrê Birêvebiriya Komeleya Berbangê ya Kurdên Qazaxistanê Refîkê Yakûb Mîrzoyev di bernameyê de axivî û got: «Zimanê me rûmeta me ye, zimanê me şerefa me ye, namûsa me ye, dayîka me ye. Em çi qasî ji dayîka xwe hez dikin, divê em ew qasî jî ji zimanê xwe hez bikin.» Mîrzoyev bal kişand ser rola dayîkê û wiha pê de çû: «Dema cara ewil em çavê xwe li dinyayê vedikin, mamosteyê me yê zimanê Kurdî dayîk e. Dayîk me hîn dike. Ez diçim kû derê ez dibêjim, ez bi zaravayê dêya xwe diaxivim. Dêya min ez hînî çi ziman û zaravayî kiribim, ez bi wî zimanî diaxivim. Zimanê dêya min jî zimanê Kurdî ye û ez pê gelekî serbilind im.” Di bernameyê de li ser girîngiya zimanê dayîkê axaftin hatin kirin û sînevîzyon hatin nîşandan.

«Me zimanê dayîka xwe ji bîr nekiriye»

Cigîrî berê yê Serokê «Komeleya Kurdên Hemû Sovyetê Yekbûnê» Avdî Sadîkov jî got: «Em kuştine, em hincirandine, em bi dar ve kirine, em kirine girtîgehê lê me zimanê dayîka xwe ji bîr nekiriye. Ji bo zimanê Kurdî bila bijî dayîka Kurd. Dayîka Kurd çi qasî şîrîn e, ew qasî jî zaravayê şîrîn e.” Endamên Koma Hunerê ya Bêdawî jî bi govend û konsera xwe bername rengîn kir.

«Zimanê Kurdî nasnameya me ye»

Akademîsyen Hesenê Evdo Alîyev jî nêrîna xwe wiha anî zimên: «Eger zimanê Kurdan hebe Kurd jî hene. Eger ziman tune be Kurd jî tunin. Mirov xwe bi zimanê xwe dide naskirin. Zimanê Kurdî nasnameya me ye.”

Li Qazaxistanê 100 hezar Kurd dijîn

Ji Navenda Medyayê ya Kurdî ya Azerbeycanê Îbrahîm Alîyev dîmenên bernameyê ji Rûdawê re şandin. Wî ragihand ku Kurdên Qazaxistanê car caran kom dibin û çalakiyên hunerî û zimanî saz dikin. Li gorî amarên Konfederasyona Diyasporaya Kurdistanê, li Qazaxistanê nêzîkî 100 hezar Kurd dijîn. Her wiha Kurdên li wir dikarin li dibistanan dersa Kurdî wergirin.

RÛDAW

deng û behs
0 комментарии 0 FacebookTwitterPinterestVKOdnoklassnikiWhatsappTelegramSkypeThreads

Edîtorên rojnameya civakî-siyasî JIYANA Kurd û portala serbixwe...

Bîranîna 𝗕𝗮𝗿𝗶𝘆ê 𝗕𝗮𝗹𝗮 (25.08.1937 — 25.05.2020)

Malbata mezin

OL Û ZIMAN

MEMOYÊ XALIT – ZANYAR Û NETEWPERWAR (1938 –1991)

Li çapxana «Avêsta» du pirtûkên Babayê Keleş —...

Kesê ku ji dengbêjiyê fam nake, çawa dikare...

Ji bona bîranîna Serokê radyoya Yêrêvanê salên 1994...

DÎROKA R’OJNEMA K’URDÎ YA HERE T’EMENDIRÊJ “R’YA T’EZE”

Kurdên li Kazakistanê Newroz pîroz kirin: ji Almatiyê...

  • Kurdên Qazaxistanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    19/05/2026
  • Paşînyan û Tokayêv li ser têkilîyên dualî yên Ermenîstan-Qazaxistanê axivîne

    18/05/2026
  • Li çapxana «Avêsta» du pirtûkên Babayê Keleş — «Nîşanî» û «Serhatî» derketin

    15/04/2026
  • WEZÎRÊ NADIRÎ – NAVÊ NEBÎRKIRÎ

    07/02/2026
  • Rola Dayikan li Mala Dostaniyê ya Almatiyê Hate Gotûbêjkirin

    19/01/2026
  • EFOYÊ ESED – XUDANÊ DENGÊ NERM Û NAZIK

    12/06/2026
  • Kinyazê Hemîd li Ermenistanê careke din bû parlamenter

    13/06/2026
  • Kilam

    07/06/2026
  • Курдский фольклор и литература: эпос, народные песни и устное наследие народа

    12/06/2026
  • Bîranîna dengbêj û helbestvanê Kurd yê navdar: Mecîdê Silêman (01.06.1937 — 29.08.2018)

    03/06/2026

Barbang.info — întêrnêt-rojnama serbixwe ya kurdên Qazaxistanê ye. Ew li Almatê diweşe.

  • Derbarê projeyê de
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Prensîbên ji bo bikaranîna materyalan
  • Qazaxistan. Almatî
  • Tel: +7 775 453 64 25, +7 775 142 1496‬
  • Reklam: barbang.info@mail.ru
  • barbang.info@gmail.com

©2025 — barbang.info

Facebook Youtube
Barbang.info
  • Общество
  • Политика
  • Экономика
  • Мир
  • Спорт
  • Наука
  • Культура
  • АНК
  • Выбрать язык
    • Русский
    • Қазақ
    • Kurdî