Şemo kurdekî kesîb bû, ji êla Hesinîya bû. Diçû ber dewarêd xelqê li qeza Surmelîyê. Berê ew qeza tev welatê Rewanê bû. Wextê jina wîye pêşin mir, ewî herdu kurêd xwe – Dewrêş û Biro hildan û ji qeza Surmelîyê derket, lêda çû, îdara wî li wêderê nedibû. Şemo di rê da gele çetinayî dîtin, çimku barbirê wî tunebû, ewî herdu kurêd xwe hildigirtin, yek dida pişta xwe, yê din jî dida ber milê xwe. Biro wî çaxî sê salî bû, lê Dewrêşî hê du salî bû. Qet tiştekî wî îdî tunebû xênji lihêfeke kevin.
Di rê da, gava terî dikete erdê, Şemo dida ber dîwara û qafê zinara. Alîkî lihêfê bin zara ra dikir, alîyê dinê jî davîte ser wan, ku zaro serma nekin. Bi xwe jî bi kincêd xwe va radiza. Rojêd ku hewa sar bûya, Şemo sibê şebeqê radibû, sergîn top dikir, kûra êgir lê dikir. Zarêd wî xwe ber êgir germ dikirin. Paşê dîsa bi rê diket, diçû. Di rê da di nav gunda da ji xwe ra nan berev dikir, heta hat derkete welatê Qersê, gundê huruma (yûnanî – T.X.) – Azatê. Di Azatê da ez û du xûşka va ji diya xwe bûn.
Carekê, êvareke zivistanê, em tev dora tendûrê rûniştin. Pak tê bîra min, bavê min ji me ra gilî dikir û wa digot:
-Êvar bû. Baraneke hûr dibarî, bakî sar jî pê ra dihat. Ez û zara va şil bûbûn, me serma dikir. Em hatine kêleka gundekî. Ew gund Azat bû. Merekeke tek li kêleka gund hebû. Me xwe li merekê girt, em çûn ketine merekê. Nanê me bi me ra pir hebû, lê di merekê da ardû tunebû, ku me agir dada, xwe pê germ bikira û kincêd xwe ziha bikira. Kûre-kûra zara bû, digirîyan. Min pişta xwe vedikir, herdu zara jî dikirine paşila xwe, germ dikir û ber dilê wan da dihatim, ku negirîn.
Qulçekî merekê gîha tê da hebû. Wextê terî kete erdê, zaro hê digirîyan, kerr nedibûn. Mecala min hate birînê. Ez rabûm, min gîha ji hev vejand, orta gîhê kûr kir, lihêf raxist, zaro kirine nav û gîha jorda avîte ser, ez jî ketime nava gîhê. Min xwe da ber pişta zara û velezîyam. Zaro zû germ bûn, îdî nedigirîyan. Zef nekişand, zaro ketine xewa şîrin.
Dilê min hevekî rehet bû. Guhê min jî seqirî ji dest girî û zêwe-zêwa zara. Ez ketime mitala, difikirîm, çimku min ji sedî sed nizanibû, ku ezê bi van zara va kuda herim… Herim kîjan gundî, ku min nas bikin bona ez karê rêncberîyê ji xwe ra peyda kim. Alîkî jî îdî wextê rêncberîyê jî derbaz bûbû.
Di wan mitala da ez jî wexteke şevê xewra çûm. Nizam ez zef yan hindik razam, nişkêva reqînîya dêrî hat. Ez hişyar bûm, min nihêrî ro hatibû nîvro, kuleka merekê da tîrênca tevê dabû binpîya me. Ji bin gîhê min dîna xwe dayê merîkî hupizî bejineke dirêj lê, qasî ejdahakî, qafekî terikî lê, simêleke bijoqî qaline lê, birû hatibûn ketibûn ser çeva, meriv nizanibû çevêd wî hene, yan na, dirganeke hesinî dêst da derê merekê vekir, hate hundurê merekê. Merek hevekî binerdî bû. Wextê ewî lingê xwe pêpelîngê da avît, berê xwe da gîhê û hêdîka hat, ez tirsîyam, ku eva merîya me bibîne, wê bona vî gîhayê xwe min û zara bikute, çimku lingê me herî bûn, gele gîha ber pê me ziyayî bûbû.
Min gîha hêdîka ber çevê xwe da alîkî û dîna xwe da wî, çika wê çi bike. Wextê hate orta merekê, çawa ku dewsa lingê me dît, nişkêva sekinî, dîna xwe da dewsa lingê me, kûz bû, serda nihêrî. Lê min xwe usa telandîye, bîna xwe çikandîye, ku qet bîn ji min derneyê. Usa kerr im, ku ez pak texmîn dikim çawa dilê min davêje. Ez ditirsim, ku ew me bibîne û têke qalme-qalm, zaroyê ziravqetîyayî bibin.
Ew merî vegerîya, çû, dîsa ber dêrî kûz bû, dewsa lingê me nihêrî. Wî çaxî Dewrêşê kurê min hizî da xwe, ku welgere ser kêleka dinê. Min bi herdu desta qayîm girt, ku qet nelipite, deng jê dernekeve û ev ejdahê terikî li me nehese.
Dîsa dora xwe nihêrî, li herîyê nihêrî û lingê xwe avît, hate nêzîkî gîhê. Lê nihêrî gîha tev pêpes kirine. Nişkêva bi zmanê xwe bû bile-bila wî, xeberda. Min fem nedikir ewî çi digot, nizam dida xebera, yan nifir dikirin. Ewî ew dirgan xweşeve kir, ku gîhê rake. Lê ku ew dirgan di gîhê ra bikira, dirgan wê li zara keta, zaroyê birîndar bikirana. Ewî ku milê xwe bilind kir bona dirganê jorda bîne, gîhê rake, ez ji nişkêva ji nav gîhê rabûm. Alîkî niçê lihêfê jî serê min bû.
Çawa ewî ez dîtim, bû qîjînîya wî. Dirgan avît û revî, çû derva. Zaro jî hişyar bûn, pirsîn: “Bavo, çi qewimîye?”. Min got: “Qet tişte neqewimîye, xweyê merekê hatîye dibê rabin, bese razên”.
Lezekî şûnda gundî hatin, bi jin û zara va tije li ser me bûn. Ji min pirsîn: “Tu çi merî yî?”. Min ji wan ra halê xwe û zara gilî kir. Pîrqînîya cmaetê bû, li me û xweyê merekê dikenîyan.
Bavê min eynî wî gundê huruma – Azatê da, xût mala wî hurumî da bû rêncber. Navê wî Todor bû. Li wî gundî yeke kurd hebû. Bavê min zewicî, ewa kurd sitend.
Diya min diçû di mala da dixebitî: hirî dişûşt, şe dikir. Du xûşkêd min jî hebûn: Çîçek û Gogê.
Bavê min havînê diçû ber dêwêr, lê zivistanê dibû xulamê wan, çimku zaro hûr bûn, heqê havînê têra me nedikir, ku me serê xwe pê xweykira.
Ew mereka em tê da diman, me tendûr kiribûyê, lê tendûra me zivistanê gele roja ne dihate dadanê. Eme bê dewar bûn, sergînê me tunebûn, ew pesarîyêd me ji çolê berev dikir, têra me ne dikir.
Her ro diya min diçû mala ra rojheq dixebitî, diya me lavayî li wan dikir, ku îzina me zara bidin, ku em di goma wan da yanê jî tewla wan da rûnên, xwe germ bikin, heta diya me şuxulê xwe kuta dikir. Zivistanê gomêd pêz da û tewla da germ bû. Dewletîya dikire ser me, ku em miqatî afirê dewarêd wan bin, nehêlin gîha yan kurçom têkeve dest-pîyê wan. Em sibê heta êvarê ber afirê hespa, gamêşa û dewarêd mayîn notila pepûka, tî û birçî diman, heta diya me karê xwe kuta dikir.
Wextê ez pir-hindikî mezin bûm, îdî min zef dixwest bibûma dûajo. Birêd min givrik bûbûn, bihara bavê min ra diçûne çolê, alî bavê min dikirin. Bavê min ew hînî rêncberîyê dikir.
Bihara ewlin bû, wextê belekî ketibûne erdê, tevê îdî germa xwe dabû hemû çiya û newala. Ber belekîya qalçîçeka kulîlk dabûn. Rojeke xweş bû. Îzina min dan, ez jî bi wan ra çûme ber dêwêr. Paşê wextê hewa lap germ bû, carna îzina min didan ez bi wan ra diçûme ber pêz, cîyê dûr. Pez zûda zabû, karê berxa dikirin, ku berx jî derkevine çêrê. Bavê min îzina min da, ez bûme dûajo. Ew roj rojeke mine zef ezîz bû, ji şabûna lingê min erd nedigirtin. Diya min dewsa hevana nên torbekî biçûk min ra dirûtibû. Benekî sor jî avîtibû torbe. Gava ku min torbe davîte situyê xwe, benekî sor herdu alîya va ser min da dihat. Ez zef kaw dibûm û min tirê ez îdî şivanekî temam im.
Rojêd ewlin, gava em çûne ber pêz, wan roja diya min jî bi me ra dihat pincara çolê nîşanî me dida: siping, tirşo, mendik û yêd mayîn. Bi vê pincarê me – rêncberêd çolê gerekê nanê xwe bixwera. Diya min nêzîkî heftêkê bi me ra dihat, her carekê du-sê seheta zêde ne dima. Me ku pincar nas kir, îdî diya me bi me ra nedihate çolê.
Her sibe diya min nan û xwê dadigirt û digot:
-Lawo, nanê we hindik e, lê îdî hûn li baharê ketine, ji xwe ra pincarê biçinin, pêz bidoşin, pê nanê xwe bixun.
Wextê me pincar berev dikir, birêd min ji bîr dikirin, pincara xwerinê û hêşinaya mîna wê ji hev kivş nedikirin, nas ne dikirin. Min pincara xwerinê nîşanî wan dida.
Êvarê, wextê em dihatine mal, diya me şîv dida me, ser şîvê dibû xeberdan derheqa nanxwerinê û pincara çolê, lawika digot:
-Kesek notila Ereb pincarê nas nake, em ji bîr dikin, Ereb pincarê nîşanî me dide, me hîn dike.
Diya min şa dibû, digot:
-Kurê min bi aqil e, silametî ku mezin be, ewê bibe şivanekî pispor.
Bavê min jî fesala çêrandinê, cîyêd xweş nîşanî me dida, digot ku kîjan hêşinayî zirar e. Gele cara bavê min ji min ra digot:
-Lawo, pez carna jerîyê dikeve, gerekê xûnê jê bidine berdanê, ku heywan telef nebe. Ewlê biharê pez li qira diçêre, timê şoreketê dikeve, gerekê hûn wî çaxî miqat bin, nehêlin pez şoreketa baharêye ewlin zef bixwe. Çêrê gengezê ji hemûşka çêtir e, lê ya lape çetin bona pêz ew kepenek e.
Gele temî didane me û em hînî şivantîyê û gavantîyê dikirin.
Wextê çayîr bor bûn, hêşinayî pir dibû, diya min dîsa dihate çolê û em hîvî hêşinaya mayîn kirin, ya ku tê kelandinê, dikin nav xwerinê. Ew pincar soxîk bû, sipîdak, gûlik, mendik, pêqask û yêd dinê bûn. Ew pincar me li çolê diçinî, dikire torbê xwe, dianî mal. Diya me jî tev paqij dikir, hinek dikire tirşînê û ew jî bona xwerinê bû.
Lê wexta em hinekî mezin bûn, îdî dikete payîzê, diya me temî dida me, ku her yek ji me gerekê pêşe pesarîyêd hişkkirî banîya mal. Me hemû gilî-gotinêd diya xwe bi dil û eşq diqedand.
Heta kete kûrana payîzê, me pir ardû bi wî teherî top kir, anî. Dê û bavê me bi me ra şa dibûn, çimku em qet vala nedisekinîn û destevala ji çolê ser malê da nedihatin.
Payîzê eme rûte-tezî bûn. Me zef serma dikir ji dest şilîyê-şilopê, hisreta me cîkî germ bû, ku me xwe lê germ bikira. Me digot: “Gelo kengê payîzê bê, berf bikeve, em heywanet bela bikin û herine mala xwe, rehet bin”.
A, bi vî teherî sala ewlin derbaz bû ya rêncbertîya min.
Nivînêd me lihêfeke mezin bû, yek jî yeke biçûk bû. Kulavekî meyî peritîyî qul-qulkî û du heb qisîlêd me jî hebûn. Me dianî pelexa rinde nerm radixist, qisîl di jor da davîte ser, kulav jî top dikir, dida ber serê xwe. Cîyê me – zara başqe bû. Gele cara me – zara qirka hev digirt, çika kîjan ji me têkeve ortê, çimku ortê germ bû.
Lê ezî ji gişka çûktir bûm, timê ez diketim orta gişka.
Berevkirina pincarê û topkirina sergîna hevekî halê me xweş kir.
Wê zivistanê, wextê me pez li mala bela kir, xanîyê me îdî germ bû. Ardûyê me pir hebû. Diya me bi eşq û dil tendûr dadida. Wextê tendûr gurr dibû, em dora tendûrê rûdiniştin. Lê çaxê diya me nan dipet kuta dikir, dianî pot û palasê me davîte ser tendûrê, dinixamt, ku tendûr sar nebe, em şevê serma nekin. Êvara em rûdiniştin dora tendûrê, nivînek jorda davîte ser tendûrê û lingê xwe tê da germ dikir.
Bavê min heqê pêz carna bi peretî, carna jî bi genimtî distend. Serê her pezekê girvanke genim diket, lê serê dewarekê girvanke û nîv diket, ji ewlê baharê heta payîzê…
Erebê ŞEMO
Ji pirtûka «Antologîya 35 helbestvan û nivîskarên Sovyeta berê». Amadekar: Têmûrê Xelîl