Barbang.info
  • Aborî
  • Civak
  • Siyaset
  • Cîhan
  • Werziş
  • Zanist
  • Çand
  • AGQ
  • Ziman biguherînin
    • Kurdî
    • Русский
    • Қазақ
Barbang.info
  • Aborî
  • Civak
  • Siyaset
  • Cîhan
  • Werziş
  • Zanist
  • Çand
  • AGQ
  • Ziman biguherînin
    • Kurdî
    • Русский
    • Қазақ
Barbang.info
Barbang.info
  • Aborî
  • Civak
  • Siyaset
  • Cîhan
  • Werziş
  • Zanist
  • Çand
  • AGQ
  • Ziman biguherînin
    • Kurdî
    • Русский
    • Қазақ
©2025 — barbang.info
Civak

Malbata mezin

Автор Асан Джалилов 23/05/2026
Автор: Асан Джалилов 23/05/2026 178 просмотры
Wêne: rojnema RYA TEZE. №1, (4563), 1 – yanvarê (kanûna paşin) s. 1992.
178

Van axirîya ez çûbûme Qazaxistane. Wê rêspûblîkayêda kurd pirin. Jî wana gelek bajarê Alma–Atayê û gundê doreda dîminin. Êleke xweşe, rengîne, bi tradîsîyayêd xwe, erf–edatêd miletîyê, rabûn–rûniştina kurdîyêva dijîn. Dikevî malêd wane şênê–bêdew, hewasa  mêriva tê. Odeke mezine bedewda xalîçe raxistine, ser wan doşek û belgî danîne, rûsipî jore rûdinên, tizbî deste wanda, qelinê dikişînin, cahil û zarok jî bînêtare rûdinên. Lê wexta mêvanek tê hundir, wî dibin serê jorê didine rûniştandinê û bi xeyîsetê miletîyê ezet– qulixê jera dikin.

Sivre hema wira ortêda rast dikin û dore dicivin. Perê Alma–Atayêda gundek heye, jera dibêjin Zaryîa Vostoka. Wira weka 40–50 malêd kurda hene. Ji wana yek jî mala apê Zîyoye. Zîyoyê Bedirxan Elîyêv. Apê Zîyo heftêyî zêdetire, rûsipîkî ruh sivikî, xeberdanî, laqirdî hez.

— Mala me gundê Axçîyasda dima, nehîya Aspînskîyê, Gurcistaneda. Bavê min Tibilîsêda gimnazîya urisî xilaz kiribû, nav êlêda merivekî pêşî nav û deng bû, nehiyêda xebata cabdar dikir. Lê min şirinaya hezkirina bavê nedît. Ez heyîşt salî bûm, wextê ew çû remetê, etîm mam. Mala me dewletî bû, baxê me hebûn, zevîne genim, pez, dewar, petokê moza…

Tê bîra min, havînê em derdiketine zozanêd Încazê, zivistanê dîsa vedigeriyana gund…

Zarotî, cahiltî bahara emirin,— apê Zîyo keserê dikişîne.— Paşê bû kolxoz. Şerê wetenîyêyî mezin destpê bû, ez çûme pêşenîyê. Wê rojê qewimê wî — Adilê Hesen mêvanê wî bû. Camerî idî berbî sêdsalîya xwe diçû, lê hala ser xwe ye, meriv hewas dike kêlekê rûnê, guh bide xebardana wîye maqûl. Ape Adil niha gundê Caneturmusê, nehyîa Kaskêlênê dimîne, malxwe mala girane. Herd rûsipî gilîyê warê xweyî berê dikin, bi hurmet her tiştî bîr tinîn û kizîn dîle meriv tê, wexta dêrheqa sirgûnkirinê, zulma Stalînida xeber didin.

— 15 gundê me kurda hebûn. Wanda himlî êl û qebîlêd celalîya, îsmaîlka, birûka, zîlana diman. Navê wan gunda ha bû: Nekelekiv, Conde, Timûk, Zêdevarze, Anagêt, Berdekan, Tanêt, Axçe, Mirişxan. Rûstav, Peresxêv, Kûpelî, Bilorze, İnter, Tîsêl. Gund nîvî diketine nehîa Axalxalakê nîvî jî — Aspînskîyê.

— Eh, bavo,— Adilê rûsipî keserê dikişîne,— mala wî xirab bê, ku wa anî serê me, em sirgûn kirin. Hêsîrê me serê rê û dirbêd nenas xistin. Kal — bavê me zûda hatibûne wî warî, me jî ew der gelekî hez dikir… hezkirina wê ketibû nava xûna me…

— Pîrikeke min hebû, navê wê Sultan bû,— apê Zîyo xebera wî şekir dibire,— rind tê bira min, ewe 145 salî bû, ewê gilî dikir, digot, wextê êlê me Kergitêda dima, mala kal-bavê me mala bega bûye. Navê beg jî Silêman bûye. Go, havînekê, zozana dawatê dikin. Begê tirkayî cînarê wan, siyarê xweva davêje ser wan, ku bûka wan ji wana bistîne. Êl seba namûse tev radibe. Şerekî zor dibe. Begê tirk cînarê xweva têne kuştinê… Pîrê digot, wî çaxî ewe zarok bûye.

Apê Adil salêd qeyîdê Şêwrêye êwlînî bîr tîne.

— Gundê meda jî mekteb kurdî vekirin. Cahilêd me çûne bajarê Yêrêvanê xwendinê. Wî çaxî Yêrêvanêda têxnîkûma Pişkavkazêye kurdaye pêdagogîyê hebû. Tê bîra min Kemal Bedirxan û Erebê Şemo hatine gundê me. Gundî gişk dora wan top bûn. Teyê bigota gundda eyîd bû. Me bi hewas û kubarî wana dinherîn, herda gundda civat kirin. Dersdarêd pêşîn ji bajarê Tbilîsîyê bûn. hîmli kurdêd êzdî bûn, navê wan jî tê bîra min — Eco, Sehîd, Qehreman. heta sala 1938-a an mekteb kurmancî bû, paşê hate hildanê, bû gurcikî.

Zulma Stalînê sala 1937-a ser vê êla kurdara jî hêsa derbaz nebû. Gelek mêrêd zanaye nav û deng girtin, jî wan piranî venegerîyan. Teşkilkirina qeydê kolxozîyê jî hîndik zehmet neda xelqê. Bî destê zorê kolxoz hatine çêkirinê. Xelqê xwelîya xwe, milk û malê xwe unda kirin…

Destpê şerê hemdinîyayî dîsa dibû, bî hezara binelîyêd wan gunda jî diçine peşenîyê. Ev herdu rûsipî jî berê xwe didine wê oxirê.

— Ji gundê me 60 mêr birin, jî wan tek deh vegerîyan. Ez sala 1943-a şerê seba Kavkazêda giran brîndar bûm, vegerîyame gund,— apê Adil gilî dike.

— Ji mala me şeş mêr birin. Tenê ez vegerîyam. Ji Stalîngradê gihiştime Berline,— apê Zîyo gilî dike.

Sala 1946-a vegerîyame. Lê çi… gundê me tune bû. Xelq sirgûnî Asîya Ortê kiribûn. Tblîsîyê min gelek derî kutan, lê kir-nekir nikaribû pê bî hesîyama neferê min kî warî ne. Kincê askerîyêva, ser pêsîra min ordên û medaled şewrêye altindarîyê, dilşikestî, min berê xwe da Asîya Ortê. Axir min malda dê, pîrek, zara xwe ye kurîn, dê xûşk û xarzîyê xwe hîştibû.  Ew diketina bîra min, kizîn jî dilê min dihat… Gunê mê çibû? Gunê neferê min çi bû?

Apê Adil gilî dike: 16ê noyabrê sala 1944-a meriv ji nehîyê hatine gundê me, em gişk top kirin û gotin, ku çar seheta wede didin, wê avtomaşînê bene ber derê me û me bibin…

Çawa paşê, em pê hesîyan, gundê ser hidûd qe ew yek jî nekiribûn, şev avtomaşînê ajotibûne ber derîya. xelq jî sîyar kiribûn, biribûn. Me heywan, mal-hale xwe сîda hîşt û nizanibû wê me kuda bibin. Hema wê şevê em vagonêd barbire sar sîyar kirin, berê me danê Asîya Ortê. Çi hate sere me, bira neyê sere gurê çîya. Vagonê sarê barbirda jin, mêr, zar, kal – pîr the hev cîkîda bê mecalêd dabêye lape sade, em dibirin…

Gelek dimirin… Kulfet, heşa seba destavê, wextê maşîne disekinî, lê peya dibûn û diketine binî. Teyê binhêrîya nişkêva maşîneyê rêketa û hêsîra wê binda qir bûna. Xelqê nikaribû bizanbûya merivêd wane peyabûyî çawa bûn. Rêva doxtir dihatin, meyîtêd mirîya ji xweyê wan distendin, dibirin. Ku çel dikirin, çawa dikirin, kesî nizanibû. 16 – 17  roja em birin. 2ê dêkabrê em gihîştine jî…

Ji heyîşt neferê mala me 4 man. Marza Andîjanêda cîh dane me… Min gelek sal derbaz kirine, gelek telî – tengasî dîtine, lê ew rojêd emirê minî here çetin û reş bûn…

— Ez hatime Qazaxistane,— apê Zîyo gilî dike.— bî pirs pirsîyara min qewmê xwe dîtin. Wana gotin, ku neferêda mala me tev rêda qir bûne. Tenê xuşkeke min û xarzîyê min mabûn. Qazaxa xûşka min xweyî dikirin, nehîya Çîlîkskîyê, gundê Budîyonîda. Cimeta qazax seba me pir tişt kir, wana perîyê xweyî kutasîyê hêsîrê mera hîvî dikirin, sitar didana wana, wanra bûne bira û pismam.

Zona sirgûnkirîyêda îzina me tunebû cîkîda biçûna. Em sê yanê çar roja carekê diçûne komêndatûrayê bona qolkin. Kê ku jî hidûdê zona derdiket, gunê wan zêde dikirin, cezayê giran didane wan. Usa em man heta mirina Stalîn…

Apê Zîyo wira dizewice… — Niha, şikir, hale me xweş a, 5 kur û qîzeke min hene. Cimeta me dibêje: „Malê tu bibî hezari…“ Mala min bûye penj mala… Bîst nevîyê min hene…

Kure apê Zîyo — Ezîz bî xwendina bilind, bajarê Alma-Atayêda xebata cabdarda ne. Camêrekî milethezî, hevalheze, navê wî bawer bikî nava temamîya kurdêd welate me, usa jî hidûdê wî derda eyane. Degme yek here bajarê Alma – Atayê û ji mêvanhezîya Ezîz heyîr – hişmekar nemîne. Emekê Ezîzê bira bewerbikî nava teşkîlkirina her dereceke pêşdaçûyîna emirê miletîyêda heye. Ew ewledê miletê xweyî eyîsîne. Yaşa — bî curê dureke dixûne, serkarîyê bazeke kirîn – firotanê dike… Gûnêşa qîz dixebite.

Lawe ape Adil jî başin.. Xalitê lawê wî bî xwendina bilinde û xebata cabdar dike. Ez bî dilekî baristan ji mala apê Zîyo derketim. Hewas min wÊ mala tifaqra hat…

Min sehet, qewat wan herd rûsipîyara xwest. Wê malêra jî — risq û bereket…

Bira male we pir bin!

Eskerê BOYÎK

Alma – Ata – Yêrêvan.

Rojnema RYA TEZE. №1, (4563), 1 – yanvarê (kanûna paşin) s. 1992.

Miqale wergerande herfê latînî — Hesen CELÎLOV

0 комментарии 1 FacebookTwitterPinterestVKOdnoklassnikiWhatsappTelegramSkypeThreads

Edîtorên rojnameya civakî-siyasî JIYANA Kurd û portala serbixwe...

Bîranîna 𝗕𝗮𝗿𝗶𝘆ê 𝗕𝗮𝗹𝗮 (25.08.1937 — 25.05.2020)

Kurdên Qazaxistanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

OL Û ZIMAN

MEMOYÊ XALIT – ZANYAR Û NETEWPERWAR (1938 –1991)

Li çapxana «Avêsta» du pirtûkên Babayê Keleş —...

Kesê ku ji dengbêjiyê fam nake, çawa dikare...

Ji bona bîranîna Serokê radyoya Yêrêvanê salên 1994...

DÎROKA R’OJNEMA K’URDÎ YA HERE T’EMENDIRÊJ “R’YA T’EZE”

Kurdên li Kazakistanê Newroz pîroz kirin: ji Almatiyê...

  • Kurdên Qazaxistanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    19/05/2026
  • Paşînyan û Tokayêv li ser têkilîyên dualî yên Ermenîstan-Qazaxistanê axivîne

    18/05/2026
  • Li çapxana «Avêsta» du pirtûkên Babayê Keleş — «Nîşanî» û «Serhatî» derketin

    15/04/2026
  • WEZÎRÊ NADIRÎ – NAVÊ NEBÎRKIRÎ

    07/02/2026
  • Rola Dayikan li Mala Dostaniyê ya Almatiyê Hate Gotûbêjkirin

    19/01/2026
  • EFOYÊ ESED – XUDANÊ DENGÊ NERM Û NAZIK

    12/06/2026
  • Kinyazê Hemîd li Ermenistanê careke din bû parlamenter

    13/06/2026
  • Kilam

    07/06/2026
  • Курдский фольклор и литература: эпос, народные песни и устное наследие народа

    12/06/2026
  • Bîranîna dengbêj û helbestvanê Kurd yê navdar: Mecîdê Silêman (01.06.1937 — 29.08.2018)

    03/06/2026

Barbang.info — întêrnêt-rojnama serbixwe ya kurdên Qazaxistanê ye. Ew li Almatê diweşe.

  • Derbarê projeyê de
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Prensîbên ji bo bikaranîna materyalan
  • Qazaxistan. Almatî
  • Tel: +7 775 453 64 25, +7 775 142 1496‬
  • Reklam: barbang.info@mail.ru
  • barbang.info@gmail.com

©2025 — barbang.info

Facebook Youtube
Barbang.info
  • Общество
  • Политика
  • Экономика
  • Мир
  • Спорт
  • Наука
  • Культура
  • АНК
  • Выбрать язык
    • Русский
    • Қазақ
    • Kurdî