Berîya em ser jînenîgarîya Simoyê Şemo û piştra nirxandina kar û bare wî bi giştî û poêzîya wî bi taybetî rawestin me dixwest cîyê wî û hogirên wî yen temen û pênûsê di nava dîroka edebyeta kur- dîda ya li Ermenîstanê kivş bikira, ber ku ew yek pêwîste ji bona bi heralî û rast nirxandina keda wî şayîrê me ya berhemdarîyê. Heger em dixwezin vê yekê zelaltir kivş bikin- pêwîst dibînin wê rewşa edebyeta kurdî li Ermenîstanê qet nebe bi kurtayî raxin ber çevan ya ku zemanê ji dayîkbûna Simo û nemaze yê hilgirtina pênûsa şayîrtîyê ji yalê wîda çê bibû. Em çima konkrêt behsa edebyeta kurdî ya li Ermenîstanê dikin, gava bi rastî Simo helbestvanê kurde bi goveka temamîya Kurdistanê û gelê kurd? Ji ber wê yekê, ku ew nava goveka edebyeta kurdîda ya li Ermenîstanê, nava atmosfêra, ku wê edebyetê çê kiribû wek şayîr çê bû bi giranî ser bingeha tradîsîyon, û xusûsyetên wê edebyetê. Lê ew edebyet jî hetanî ze- manê kamilbûna Simo weke helbestvan ji ya kurdî bi giştî ya li Kur- distanê destpêka sedsalên navînda bingehgirtî qutbûyî bû ji ber sebebê qutbûna civaka kurdên Sovyêtîstanê û bi taybetî ya kurdên Ermenîstanê bi sînorên dewletê yên bi dîwarên hesinî ji Kurdistanê.
Bilî vê yekê faktoreke din jî rola xwe ya neqenc lîst di ware çêbûna girêdanan navbera edebyeta kurdî li Ermenîstanê û edebyeta kurdî li Kurdistanêda, ber ku heger berhemên şayîrên kurd yên Kurdistanê biketana ber destê xwendevan û ronakbîrên kurd yên li Ermenîstanê jî, lê ji ber wê yekê, ku ewana bi giranî bi tîpên erebî hatibûn çapkirinê, xwendin û têgihîştina naveroka wan ne mûmkûn bû, çimkî tîpên erebî ji bona ronakbîrên kurd yên li Ermenîstanê xerîb û nenas bûn. Vê faktorê, weke me got, her çiqasî jî roleke nêgativ, ne qenc ji bona çêbûn û pêşketina edebyeta kurdî li Er- menîstanê leyîst, lê ew bi awakî êndîrêkt dive bingeha pesinandina edebyeta kurdî li Ermenîstanê û xizmetkarên wê. Gotina me tê wê watê, ku edebyeta kurdî li Ermenîstanê her çiqasî jî hetanî ze- manekî nebû berdewama tradîsyonên edebyeta kurdî li Kurdistanê yên dewlemend, lê dîsa jî ew bi giranî bi awakî serbest gihîşte destanînên baş di ware çêkirina berhemên edebyeta bedewî yên bi nirxda.
Û gorî vê nêrînê jî em gotî berhemên Simoyê Şemo û hogirên wî yên pênûsê binirxînin. Ewana û berya wan- bingehdarên edebyeta kurdî li Ermenîstanê bi giranî bi awakî serbixwe ede- byeteke kûr ya di ser asta hûnera bedenî ya anegor bilind çê kirin û raberî gelê xwe kirin. Hilbet sebebekî dinê jî yê çêbûna edebyeteke kurdî ya bi vî awayî li Ermenîstanê heye, ku em pêwîst dibînin bi sivikayî ser şirovekirina wî rawestin.
Bingeha edebyeta kurdî li Ermenîstanê ji destpêka salên 30-î yên sedsala 20-î hate danînê, gava dewleta Yekîtîya Sovyêtîyê, rêve- birîya wê gorî polîtîka Lênînîyê ya miletîyê, her çiqasî jî zemanekî kivşda eynî rêvebirî bi serokatîya Stalîn bi motiva polîtîkî yên bi bingeha xweva sert çawa li kurdên welatê xwe, her usa jî yên li Kurdistanê hate xezebê, lê îmkanên qenc çê kirin ji bona pêşvabi- rina edebyet û çanda êtnosên welêt yên kêmjimar (mînorîtê), per- werdekirina wan, ku ji hinek miletên alîyê çandêda pêşketî şûnda mabûn û bi cîanîna wê polîtîkayê berên here qenc û baş dan, nava kurdên Ermenîstanêda jî em dikarin bi temamîya xweva binav bikin wek şorişa çanda kurdî. Netîceke bi cîanîna wê polîtîkayê jî bingehgirtina edebyeta kurdî ya hetanî warekî xwe serî xwe, serbixwe bû li wê komara Yekîtîya Sovêtîyê.
Em „hetanî warekî,, dibêjin, ber ku şûna edebyeta kurdî ya sed- salên navîn û yên nû ji ber sebebê li jorê kivşkirî edebyetên gelên Yekîtîya Sovyêtyê yên dinê tesîra xwe ser ya kurdî çêkirin, nemaze ya ermenîya, ber ku xwendin û têgihîştina berhemên wê edebyetê ji bona şayîr û pirozayîsên kurd yên ku perwerda xwe bi giranî bi zimanê ermenî dest anîbûn, hêsantir bû. Bingehdarên edebyeta kurdî li Ermenîstanê û gelek dûhatîyên wan jî valaya di warê ede- byeta kurdîda çêbûyî, ku me li jorê besa wê yekê kir, bi berhemên zargotina kurdî jî dadigirtin, pir caran bi veçêkirina wan berheman ji yalê xweda.
Mixabin, weke me li jorê kivş kir, vê şorişa edebyet û çanda kurdî zemanekî dirêj berdewam nekir, ber ku dawîya salên 30-î rêjîma Stalîn bi çend êtnosên Yekîtîya Sovyêtîyê yên dinêra bi kur- dên welatê xwe jî hate xezebê, bi sirgûnkirina beşeke kurdên Pişkavkazîyayê berbi Asîya Navîn û bi girtina dezgeh û rêxistinên edebyet û çanda kurdî. Pêşketina edebyeta kurdî li Ermenîstanê hate rawestandinê. Her bi tenê piştî mirina Stalîn di sala 1953-da rêke berfireh ji nûva li ber pêşketina edebyet û çanda kurdî hate vekirinê, ku em vê yekê dikarin bi nav bikin weke Ronêsansa çanda kurdî, ku ya li Avropa Rojavayê dixe bîra me. Ji sala 1955-da dest bi nûva weşandina rojnema kurdî ya „Rya teze„ , pirtûkên kurdî yên per- werdekirinê, yên edebyeta bedew û bi naveroka polîtîkî û zanyarî bû. Sêksîyona nivîskarên kurda li rex Yekîtîya Nivîskarên Ermenîs- tanê bi rêk û pêktir karê xwe meşand, Instîtûta Rohilatzanîyê ya Akadêmîya Ermenîstanê ya zanyarîyêda beşa kurdzanîyê hate vekirinê. A di vî zemanîda li rex koma bingehdarên edebyeta kurdî li Ermenîstanê Erebê Şemo, Hecîyê Cindî, Emînê Evdal, Cerdoyê
Gênco, Casimê Celîl, Wezîrê Nadirî, Ahmedê Mîrazî, Etarê Şero nifşeke pirozayîs û helbestvanên kurd ya nû peyda bû, ku em dikarin wek nifşa duyemîn bi nav bikin. Bi sebebên cihê-cihê û ne- maze bi saya hebûna bingeheke edebyeta kiu’dî ya ku li Ermenîstanê salên 30-î hatibû dadanê, evê nifşa nû bi xwera edebyeteke kurdî ya bi hûnera bedewî û zimanê kurdî yê xwerûtir û tam û temamtir anî. Û ji ber ku qehremanê vê pirtûka me Simoyê Şemo yê helbestvane emê navê çend şayîrên kurda yên ji nifşa wî yên here bi kemal (ta- lant) hildin, yên ku bûn xeleqa wê zincîrê ya navîn ya ku nifşa yekemîn û duyemîn bi hev ra girêdan, gîhandin hev, heger em bi awakî dinê jî bêjin, yên ku bûn berhemdarên nifşa duyemîn yên here pêşin: Qaçaxê Mirad, Mîkayêlê Reşîd, Sihîdê îbo, Fêrîkê Ûsiv, Şikoyê Hesen, Eskerê Boyîk, Karlênê Çaçanî, Şemsî (Egîtê Şemsî), Rizalîyê Reşîd, Çerkezê Reş… û di nava sergovendîyên vê govenda kurdîda qehremanê vê kitêba me Simoyê Şemo.
Lê ya here mûhîm ji bona bi giştî, bi temamî nirxandina poêzîya Simoyê Şemo em kivşkirina wê yekê dihesibînin, ku di nava van şayîran û bi temamî hemû şayîrên kurdanda yên sedsala 20-emîn li Ermenîstanê, heger em dikarin bi vî awayî bêjin, ew bi destxeta xwe cuda dibe, bi awa, bi stîla xwe ya xisûsî, bi wê yekê, ku gava xeteke helbesta wî, hetanî semavê helbesteke wî jî dixûnî, hilbet, gotina min derheqa zane, pisporên helbesta kurdîdane, dest xweda pê dihesî, ku xudanê wan xênji Simo helbestvanekî dinê nîne. Em dikarin li ser vêda vê gotinê jî bînin: Simoyê Şemo awa, cure, stîl, destxeta xwe di nava ne ku bi tenê poêzîya kurdî ya Ermenîstanêda, lê di nava temamîya helbestvanîya kurdîda anî hole, ku em dikarin bi nav bikin wek awa, stîla Simo. Her çiqasî jî, weke haya min baş jê heye,
Simo ne ku bi tenê hemû berhemên şayîrên kurd, lê gelekên yên bîyanîyan jî û bi taybetî yên ermenîyan jî xwendibûn û dixwendin, lê ew tu cara haqasî neket bin tesîra berhemên wan, ku bi çevlêdan yanê jî bi hemdî xwe awa û stîla nivîsandina xwe unda bike, bi pejirandina ya helbestvanekî dine, her çiqasî jî ew helbestvanekî mezinbe. Eva tê wê menê, ku Simo bi xwendina helbestên xelqê her her bi tenê zanînên xwe di ware poêzîyayêda dewlemend dikirin, lê nivîsandina helbestên xwe gorî wan deng û awazan bi cî danî, yên ku ji kûraya dilê wî, hest û hisên wî bi xwe dihatin, diketin guhên wî û ji wir ewî dixistin nava pênûsa xwe.
Wezîrê EŞO