Hemû qurna nav êgir da tu pijyayî,
Heciqîyî, herişîyî, him zêryayî,
Yasax bûyî, pêpez bûyî, ne helyayî,
Ne rizyayî, lal ne bûyî, zimanê min.
Beyanîya, merivkuja tu veçirîn,
Ser te bîngêr tim gerandin, tu hincirîn,
Qels ne bûyî, bend ne bûyî, te kir hurmîn,
Tu palyayî, tu meyayî, zimanê min.
Bi te kenyan, tu lomandin, ne tirsyayî,
Dilop, dilop bûyî gorav, tim kişyayî,
Neyar xast te bimiçqîne, tu kelyayî,
Ne maşyayî, ne weşyayî, zimanê min.
Te xemiland teht Bîsitûn, dinya zane,
Te xuluqand kal «Avêsta», ev eyane,
Ji xaçgera te xilazkir dîn-îmane,
Hûrxwaş bûyî, ricim bûyî, zimanê min.
Feqî lîland, Xanî qaland, Barzan qîrya,
Goran lûvand, Şêxmûs hêrs bû, Hejar kelya,
Xayîn mirin, te nas dike îro dinya,
Nûr-nederî, tu namirî, zimanê min.
Qam-qinyatî, şûr-mertalî, cî da helal,
Gula bînî, hilçinîye ava zelal,
Qema tûjî, te kul kirye dilê dijmin,
Tew zimana şirîntirî, zimanê min.
Tu Soranî, tu Goranî, him Kurmancî,
Zîyaretî, qubla minî, him jî tacî,
Geh şirînî, geh engalî, geh jî bacî,
Xezna kûrî, lel û durrî, zimanê min.
Barîyê BALA