Çanda Bazîdê: Di Govendên Me de Esalet, Di Navbera me de Nasname.
Bazîd, di dîrokê de ne tenê bi Qesra Behlûl Paşa a xwe ya gelek xweşik tê zanîn, lê her wiha bi dawetan xwe yên bi xweşik û çanda govendê ya bi esalet jî navdar bû. Lê bi xebatê dibînin ku di salên dawî de, daweta me bi navê modernbûnê hatine bişavtinê û hema hema ruh û tema xwe yê berê winda kirine.
Mesele ne tenê govendek e?
Îro gava em li meydanan dinêrin, em nikarin mezinên xwe yên serê govendê, bi rawesta wan ya giran û bi xweşik bibînin. Lê govend ne tenê ritmek e; ew rêz, hurmet û dîrok e. Bi dûrketina mezinan ji serê govendê, govendên me kûrbûna xwe winda kirine û tenê bûne lez û hereket. Enerjiya ciwanan bêguman girîng e; lê heke ew enerjî bi tecrubeya mezinan û giraniya kevneşopiyê re neyê tevlihevkirin, xetereya xerabûna çandî nayê dûrkirin.
Ji Muzîkjen heta Hunermendan: Demê “Nûjeb” e.
Yekem kesên ku dikarin li hember vê erozyona çandî bisekinin, hunermend û muzîkjenên me ne.
Vegera ser eslê xwe: Divê hunermendên me ne li hember çanda populerê biqelin, lê stran û melodiya me ya kevn û bi kevneşopiyên me ye taybet a dawetan zindî bikin.
Rêberî: Muzîkjenne tenê kesê lêdanê ye; ew her wiha kesê ku meydanê di bin disiplîna çandî de dihêle.
Berpirsiyarî: Her hunermend divê urf û adetên kevnar ên Bazîdê wek emanetek li ser milê xwe bigire û wan bi awayê rast îcra bike.
Pêdiviya seferberiyek çandî heye
Di dawetan me yên berê de zarafet hebû, her gav pêvajoyek maneyê hebû, her stran çîrokek xwe hebû. Niha dem e ku em xwe “nû” bikin. Divê em mezinên xwe dîsa li serê govendê bibînin û bi ciwanan re fêm bikin ku ev çand ne tenê ji hilavêtinê pêk tê.
Heke em îro vê gavê nekin, sibê ti “Çanda Bazîdê” nemîne ku em ji zarokan re bibêjin. Em gazî hemû kesên ku li hember nirxên Bazîdê disekinin dikin — ji muzîkjena heta esnafê, karmed, ji ciwan heta kal û pîr—ku vegerin rojên me yên bi şan, vegerin ser esl û bingehê xwe.
Çand, bingehê paşerojê ye; darê ku rîşeya wê hişk bibe, nikare fêkî bide.
Nivîs: Bariş Akkuş
Wergera Kurmancî: Welat Bazîdî