Min dixwest baz û balendeyê nîv dilê xwe
Di berbanga Arefe û Îda Qurbanê’de
Bifirînim ber ezmanê bihuşta te
Daku bihejîne ew per û basikên xwe
Ber ezmanê Keleha bajarê te yarê
Ez venoşim tîrîjê evîna ezelî ya bê mirin
Bi hêvîya ku ez tunebim di hebûna awirên te’de
Û basik bihejînim ber’ve asoyê evînperestan
Di sehera şefeqên bihara nujîyanêde
Wekî Qulingê nîv dilê Evdalê Zeynikê
Nişkêva,
Şîyar û firdarbim ez, di berbanga nûbiharê’de
Hemberî Gulê
Bi qîrîn û awazê xwe’ve
Bi qîrîna; «Wî de Delal ez bê hal’im Delal» !
Zar û ziman min bûye heram û lal
Di ahengê stranek qedexebûyî’de
Biçiranda sînorên rabirduyê a qedexebûyî
Hilweşanda hemû sûr û hesarên astengîy’an-
ên ber sîne gerdena dildara xwe
Lerzîn daketiba seran serê Serhedê
Çîya bi çîya
Senger bi senger
Taaa zozanên Mors û Zagros’an
Olan bikeve newal û gelîyan
Tu zanî,
Bextê camêran neşikîne
Min ji te û bajarê te pir hezkiribu
Di sêzdehê germa Tîrmehê’de
Wek tahma hêliz û elegezê
Min dixwest ez bihêmê cem te-
te dêm kulîlka berçem
Lê ne te ji min fêhmkir û ne jî bajarê nîv-
Acem
Tenê te çengek Xoyê li birînê warkir
Him jî xwoya Keleha Xoyê a bê dengîyê
Te zêrand Qulingê dilê min Avdalê Xwedê-
mîna kesera nîv dilê Evdalê Zeynikê
Min ê dîsa bi dilê sincirî
Bi hestên tazî û agirî
Xwe bavîta ber sîya zinar û latê çîyayê bilind
Mînanî bazê pey nêçîra xezal’an
Ava kanîsarkan wê biherikîya li bin pîyê min
Pêkve ji bihuşta welatê min e
Pîroztir ji ava Zem-Zem û Kewserê
Awirên te ên zelal wê bida sekinandinê çemê-
Erez
ji heybet û rêzgirtinê
Wekî çewa ber ehengê rista Feqîyê Teyran-
Sekinîbû çemê Xaburê bi wîte-wîta çuk’an’re
Bi tilsima; «Ey dîlberê tu menale,
Feqîyê Teyran êdî khale
Nexweşekî pir bedhale «!
Kenîn li ser lêvên te diba kulîlkên jîyanê
Ew kenê ku ji bona min egera hinde lîyanê
Çê xweş terapî w şifaye
Ji bona min rewa û helale
Kanê ew coş û neşa min
Kanê ew dêm û çavên te kanê ?
Ew dêmê wek Binevş û Beybûnê
Tu cardî deng bide dengê min
Cardî warê nik min rûnê
Warê jîngeh û eywanê
Ji bona xatirê evînê
Nûh bike soz û peymanê.
Mehmet AVCI