Şeroyê Biro – şahê dengbêjê radîoya Yêrêvanê 1900-1985

Автор Асан Джалилов
155 просмотры

Nivşê me li ber dengê dengbêj -sazbendên radîoya kurdî ya Yêrêvanê mezin bûn, bi kilam û ewazên wan, wê mîzîka delal perwerde bûn. Me şirnaya kilam û ewazên kurdî ji dengê wan tem kir: Şamilê Beko, Şeroyê Biro, Egîtê Cîmo, Egîtê Têcir, Reşîtê Baso, Xelîlê Evdile, Memoyê Silo, Zadîna Şekir, Karapêtê Xaço… Nav pirrin, karin geleka bidine rêzê. Ji wan her yek bi xisûsîya deng, ewaz û kilamên xwe ketine nava rohê me. Wan derê dengbêjîya kurdîye resen li ber me vekir û bûn nimûnê ji bo qîmetkirina deng û dengbêjên nû.

Em nav û emekê dengbêjên xweye din kêm nakin, sîyê navêjin li ser hunera wan, lê rastî ewe, ku di nava wê chana dengbêjîya delal de şahê dengbêjên radîoya Yêtêvanê, xweyê tacê zêrîn Şeroyê Biro ye.

Şeroyê Biro sala 1900 î li qeza Surmelîyê, Kurdistana Bakûr di maleke kurdên êzdî de hatîye diniyayê. Wê demê ew dever dikete bin deshilatdarîya Rûsîyayê. Biçûktayê de li gundekî rûsên melekan de hînî zimanê rûsî dibe, li wura jî ew dibistana dêra wan ya dusale xilaz dike.

Zanebûna zimanê rûsî karibû gelek dergê jîyanê ber wî vebûna. Lê xwestin, xewn û xiyalê wî dengbêjî bû, sazbendî. Dengbêjîya wî xwedê dayî bû. Teyê bigota temamîya bedewî, deng û rengê suruşta çîya- banî, zozanê welatê Serhedê, xulîna cew û kanîya, dengê qaz-quling û werdeka, hewa hênik e mêrg-çîmana gişk di nava ruhê wî de civiyabûn û bedewî, tem-şîrnaya xwe dabûn dengê wî, ku li bal degme dengbêjan heye…

Zarotîyê de dê-bavê xwe wunda dike. Sêwîtî û mecalên jîyanêye ne ewqas baş wî naşkênîn. Panzde salî jî tunebûye heremê de wek dengbêjekî hizkirî nav û dengê wî bela dibe, di gel dengbêj- sazbendên naskirî dewet, kêf û şaya de distirê. Ji wan fêrî sirr û sêrên dengbêjîya welatê Serhedê dibe.

Şeroyê Biro di serkanîyê de hînî kilamên Evdalê Zeynikê bûbû û bêqisûr distiran. Nivîskarê hizkirî Ahmet Arez, di pirtûka xwe ya derheqa Evdalê Zeynikê de dinivîse, ku gava wî ji nebyê Evdêl pirsîye, gelo kîjan dengbêjê kurd kilamê kalkê wî rind distirê, nebîyê Evdêl gotîye: “Dengbêjê radîoya Yêrêvanê Şeroyê Biro “.

Gor lêkolînê Ahmet Araz, sala Evdalê Zeynikê (1900 ) çûye rema Xwedê. Hema di wê salê, li wê heremê Şeroyê Biro ji dayik bûye. Wusane, dengbêjên Şero ji wan fêrî kilamê Evdêl bûye, piranî peyhatî û şagirtên dengbêj-şayîrê Serhedêyî mezin bûne, wana Evdal dîtine, di dema wî de kilamên wî sitirane. Dibe ji wan geleka dengê wî jî bihîstine, şagirtê wî bûne. Şeroyê, xweyê şureta dengbêjîyê di serkanîyê de av ji kanîya dengbêjîya weletê Serhedê vexwerîye.

Sala 1917 a li Rûsîyayê şorişa Bolşêvîka ser dikeve. Împêratorî hildişe. Leşkerên rûsan ji heremê dikşin, diçin. Hêzên tirkan dikevin heremê. Dutîretî dikeve nava êlên kurdan. Malbeta wan jî, bi hezara malbetên êzdîyên êla Hesinya re tevayî ji zulma hatina eskerên Roma reş û alayên hemîdîyan mecbûr dibin cî-waren xwe bihêlin, birevine Ermenistana îroyîn. Ji pey gelek telî telî-tengîyan û gerê re li gundê Tilikî vala, li navçeya Telînê bineçî dibin…

Li Ermenistanê demezirandina qeydê Sovêtê re dewî kawos, şer û dewa tê, jîyan dîsa dikeve rêya xwe. Nav û dengê Şeroyê Biro jî wek dengbêjekî dengxweş û sazbendekî hizkirî li nav olka kurdên êzdî de bela dibe. Şedê wê demê gilî dikin, ku dema dibihîstin, dengbêj-sazbendên filan yan bêvan dewatê koma Şeroyê Biroye, cî li cîyê dewatê de nedima.

Nivîskar Casimê Celîl gelek cara gilî dikir, ku dewîya salên sîyî çûye nav kurdên nehîya Telînê û koma kilam- reqasê amade kirîye. Ew kom olîmpiyada rêspûblîka Ermenistanê de ser dikeve, paşê olîmpîyada bajarê Moskvayê de bi serketin kilam reqasên kurdî derdixe meydana welêtê sovêtê. Di nav wê komê de bûne sazbend û dengbêjên wusaye bi nav û deng, wek Şeroyê Biro, Şamilê Beko, nave defçîyê komê Memo bûye. Go, Memo xweyê hunureke defçîtîêye ecêb bû. Nivîskar digot, ku li olîmpîyadayê, di ware serketina komê de, emekê dengbêjê mezin pirr bûye“. Heyf, wê demê têxnîka dengnivîsarê, vîdîyo û mecalên wenekêşîyê yên niha tunebûn, ku ew kilam-reqas, mûzîka bedew ewleda ra bima.

Sala 1941 ê dest bi herba navbera Almanîya hîtlêrîyê û welatê sovêtê dibe. Malbeta dengbêj jî dikeve halê giran. Malê ve destguhestî bajarê Tilbîsê dibe. Ji despêka şêr heta dewîyê fabrîka lêskerîyê de wek pale kar dike, pêra jî dewata de dengbêjî û sazbendîyê dike.

Sala 1955 a, vekirina para axavtinê Kurdî di radîoya Yêrêvanê de rûpelekî geş jîyana dengbêjê mezin de vedike. Dengbêj jî nizanibû, ku dengê wîyî şîrin bi radîoya Yêrêvanê temamîya Kurdistanê bela dibe, dikeve her malekê, dilê her evdekî kurd, dibe dengê herî hizkirîyî nemir û nav-hurmeta mezin dengbêj re tîne.

Dengbêjê mezin him kilamên nû efrandine, him ji kilamên gelêrî û yên Evdalê Zeynikê bêqisûr sitira ne.

Kilamên ku Şeroyê Biro bi radîoya Yêrêvanê sitirane evin:

1.H’ekîmo /meyê dixe E’gîtê Cimo/

2.R’izgano /meyê dixe E’gîtê Cimo/

3.Met’ê / – “ “ — /

4.Gundê Mistê Kalo /meyê dixe C.Et’em/

5.H’ecî Balo /t’enê/

6.Xozandaxê /t’enê/

7.H’amê Mûsê /t’enê/

Kilamê bengîtîê:

1.Şevavê /meyê dixe E’gîtê Cimo/

2.Salih’o / – “ “ — /

3.Bedewê / – “ “ — /

4.Emînê /meyê dixe C.Et’em/

5.Zerîê

6.Dezmalê /meyê dixe E’gîtê Cimo/

Kilamên govendê

1.Hob Leylê /t’ev Asa Avdel/

2.Meyremê /t’ev Asa Avdel/

3.T’eşîya te ji darê /t’ev Asa Avdel/

4.K’eleşo tev Mecîtê Fariz/

5.Domam tev Mecîtê Fariz/

6.Bejnê tev Mecîtê Fariz/

Feyzoyê Riza û Egîtê Cimo Hemîdê Riza

Ewledên malbeta Şeroyê Biro niha li bajarê Tilbîsê komara Gurcistanê dijîn. Tiradîsîyên dengbêjîya wî lawên pismamên wî Feyzo û Hemîdê Riza, Emerê Feyzo berdewan dikin, deng û ewazê wî zêndî dihêlin …

Ew dengê şîrînî xweş, ku dîroka dengbêjîya kurdî de kare wek dengê Şeroyê Biro bê navkirin bi dengê wan dengbêjên hê jî zêndî dimîne.

Eskerê BOYÎK