Aqilmendê dema me

Автор Асан Джалилов
154 просмотры

Têmûrê Xelîl derheqa Çerkezê Reş da

Çerkezê Reş ji wan kesan e, ku ji wan ra dibêjin ”Merivên ha di sedsalekê da carekê ji diya xwe dibin”. Ew merivekî bi her alî pêşketî bû û di her karekî xwe da jî serketî bû. Ew kesekî wisa bû, ku ser dereca komara Ermenîstanê dihate naskirin û qîmetkirin. Lê berî her tiştî jî ewî aqilmendîya xwe kiribû xizmetê gelê xwe – kurdan, û welatê xwe – Kurdistanê. Wek edebîyetzan, ji nav kurdên Sovyeta berê da yekî ser wî ra tunebû. Wek helbestvan, eger nav û dengê wî gelek belav nebûbe jî, ew jî ji wê ye, ku fîlosofîya wî ya şayîrtîyê tam nehatîye fêmkirin û qîmetkirin. Û dema kurdên Ermenîstanê dixwestin di komarê da xwe di hêla zanebûnê û ulm da rûsipî bikin, Çerkezê Reş didane pêş û ewî her caran serê me bilind dikir, guhdarên xwe bi aqilmendîya gelê me va zendegirtî dihîşt. Me bi hebûna wî xwe bextîyar didît û me zanibû, ku ewê li her deran bikaribe aqilmendîya gelê me bi îzbat bigihîne gelên din.

Çerkezê Reş, ku navê wî yê fermî Çerkezê Dadaş Mistoyan e, 25ê tebaxê sala 1955an, li bajarê Êçmîadzînê ji diya xwe bûye, ku demekê paytextê Ermenîstanê bû, lê niha navbenda ruhanîya dînê ermenîyan e. Piştî ku fakûltêta zimanzanîyê ya Înstîtûta Pêdagogîyê ya Ermenîstanê bi dîploma dereca pêşin va xilaz kir, li weşanxaneya wê Înstîtûtê wek berpirsyar kar kir. Sala 1980î aspîrantûra bi serketî temam kir, pişta ra 4 salan li fîlîala wê dayîreya xwendinê ya bajarê Gorîsê da bû dersbêj. Sala 1990î ewî bingehê para kurdzanîyê ya Ûnîvêrsîtêta ser navê ”Davît Anhaxt” danî û dû ra jî sê salan li Ûnîvêrsîtêta Moskow ya Dostîya Gelan dersên ziman û edebîyeta kurdî daye kesên, ku di paşdemê da bûne kurdzan. Ji sala 1993an heta sala 1997an berpirsyarîya kovara ”Kurdistan Raport” kir, ku li Moskow bi zimanê rûsî derdiket. Di salên 2001-2003an da bûye serwêrê kafêdra ziman û edebîyeta ermenîyan li Înstîtûta Gorîsê. Di wan salan da herwiha berpirsyarîya rojnameyên ”Welatê Royê” û ”Mêsopotamîya” kirîye, ku li paytextê Ermenîstanê – Rewanê, bi zimanê ermenî derdiket, lê hemû nivîsên wan ser kurdan û Kurdistanê bûn. Ew ji sala 1997an heta roja mirina xwe – 20ê adarê sala 2008an serokatî li rêxistina ”Komîtêya Kurdistan” li Ermenîstanê kirîye. Ew herwiha cîgirê serokê ”Şêwra Ronakbîrên kurd li Ermenîstanê” û serokê Rêxistina xwendkarên kurd ya bi navê ”Ro” bûye.

Helbestên wî yên pêşin hela di salên şagirtîyê da çap bûne. Pirtûkeke wî ya helbestan ya pêşin di cildeya Antologîya bi sernavê ”Bihara teze” da çap bûye û dûra jî her deh cildên wê da ronahî dîtine. Lê pirtûka wî ya helbestan ya bi sernavê ”Şorişa xeberan” – sertaca efrandinên wî yên edebîyetê ne, ku sala 1986an bi zimanê kurdî çap bû. Ji wê salê berhemên wî li çapemenîya ermenîyan, rûsan û kurdan da çap bûne, di nav wan da li Kurdistanê jî.

Berhemên wî yên zanyarîyê di salên xwendkarîyê da çap bûne. Sala 1980î berhema zanyarî ya bi sernivîsara ”Veçêkirina zargotina (folklora) kurdan di edebîyeta ermenîyan da”. Sala 1984an bi têma ”Jîyana kurdan di nav edebîyeta ermenîyan da” têza doktorayê qedandîye. Bi salan gotarên wî yên edebîyetzanîyê di çapemenîya ermenîyan û kurdan da ronahî dîtine.

Ewî qîmetekî mezin dida karmendên kurdan yên mezin, ku kedeke bêhempa kirine nava pêşketina çand û edebîyeta kurdî. Wek nimûne, piştî mirina nivîskarê kurd yê mezin Xelîlê Çaçan ra Çerkezê Reş helbesteke bi sernivîsara ”Zar-zimanê min nagere” ser wî nivîsî, ku di paşdemê da sazbend Xelîlê Evdile ew kire kilam, ango li ser wê helbestê sazbendî sêwirand.

Têma wî ya doktorayê ya bi sernavê ”Janra çarxetan di nav edebîyeta kurdan da” îdî hazir bû. Ewî çend gotarên zanyarî jî amade kiribû bo çapê wek ”Bedewnivîsara kurdan ya sedsalên navîn”, ”Rêyên dîroka edebîyeta kurdî”, ”Çavkanîyên ermenîyan derheqa kurdan û Kurdistanê da”, ”Edebîyeta kurdan ya ji bo zaran” û yên din. Ewî gelek qewil û beytên êzdîyan û nimûneyên hunermendîya sitiranên êzdîyan yên sedsalên navîn ji kurdî wergerandibû ermenî. Lê di van karan da ya here berbiçav ew e, ku ewî ”Mem û Zîn”a Ahmedê Xanî kiribû ermenî, ku ji 7 hezar xetan e. Lê mirina bê wext ne hîşt, ku ew armancên xwe pêk bîne. Em hîvîdar in, ku ew mîrata, ku Çerkezê Reş li dû xwe hîştîye, wê bê çapkirinê û di wî karî da çi ji destê min bê, ezê bikim, ji bo bîranîna wî zanyar û welatparêzê kurdan yê bi nav û deng herdem geş bimîne û venemire.

Min ev gotar bi hesîneke xemkêş destpê kir û bi hewaseke nebînayî va xilaz kir. Xemkêşîya min ji wê yekê bû, ku hevalê min, zanyarê mezin, şayîr û nivîskar, welatparêz Çerkezê Reş ser hev 53 sal emir kir. Lê hewasa min jî ji wê bû, ku min karibû gorî karebûna xwe keda wî di nav pêşketina edebîyet û ulmê kurdî da bi we bidim naskirin.

Min û Çerkez me bi hev ra çend gotar nivîsîne û dane çapkirin. Yek ji wan gotareke zanyarî ye bi sernivîsa ”Cegerxwîn derheqa êzdîyan û êzdîtîyê da”.

Ji pirtûka Têmûrê Xelîl «Antologîya 35 helbestvan û nivîskarên Sovyeta berê»