Şekroyê Xudo derheqa Şikoyê Hesen da
Sed mixabin, ku helbestvanê meşûr Şikoyê Hesen zûva ji me dûr ket, bê wede serê xwe danî ax-berên sar. Lê eger em rastîke dinyalikê bînin bîra xwe, ku meriv hene piştî mirinê jî dimînin, em dikarin bêjin, ku Şiko îro jî heye, di nava me da ne, navê wî ser zarê me ye, bi şêkirdarî tê bîranînê.
Em hevalên hev bûn, şeş sala em di dersxanekê da hev ra hîn bûne. Paşî xwendina dehsalîyê ew çû bi riya fîlologîyê, ez – dîrokê.
Merivekî pir xwendî û zane bû. Ez timê zendegirtî dimam, ku ewî ji kîderê pirtûkên cûre-cûre li gundê xweyî biçûk dest dixist û dixwand. Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanê xilaz kir, bû hizkirîyê zimanzanê ermenîya yê bi nav û deng, akadêmîk Hraçya Açaryan. Ewî paşwextîke mezin Şiko ra didît. Lê… ax, kula vê “lê”.
Min zûva texmîn kirîye: xezeba bindestîyê, tunebûna dîwan-dewleta gel ji gişka zeftir nav çevên merivê aqil, merîfet û şermoke dixe (her merivekî xweynamûs gerekê şermoke be).
Meriv hene, ku çiqas wan kêm nas dikin, ewqas karê wan baş dimeşe, çiqas nivîsarên wan kêm fem bikin, ewqas ew zû û bê problêm dibine pirtûk û gelek tiştên haya… Eva gişk rewşa me – kurda va girêdayî ye û bingeheke bextreşîya me ye, gava dinya der-dorê gelek cara me bi destî fêlbaz û berzeqa nas dike. Şiko di nav wê meydanê da nikaribû serê xwe xweykira. Ew bû şehîdê vî dewr-zemanî. Ew zimanzanekî xudêda bû… lê rê ne danê… Şayîrekî bê qusûr bû, lê rê-derge bona “reşbelekên” hineka vekirîbûn. Çevê Şiko li ber destê wan bû. Paşî mirina wî, bi gotina gotîya, efrandinên wî hatin talankirin.
Şîrhelal bû. Têma kurd û Kurdistanê bona wî ne tiştê mode bû, bi wê va ewî ne dixwest zimanpenîya bike, ji xwe ra quncekî germ bibîne. Ewî bi vê têmayê dinivîsî, çimkî pê va dijît, nikaribû nenivîsîya.
Dibe menîya vê jî ew bû, ku ewî ji geleka çêtir xezeba tunebûna dewlet û serxwebûnê didît û texmîn dikir.
Şikoyê Hesen lezeta jîyanê ne dît. Êtîm mezin bû. Rehmetîyê apê wî – Sofî, ew mezin kir û da xwendinê. Lê mora êtîmtîyê heta kutasîyê ser Şiko ma. Na, ne êtîmtîya ku tunebûna dê-bavê ra girêdaye. Wek merivekî kûr, dûrdîtî Şiko xwe êtîm didît, çimkî gelê wî di rewşa êtîmtîyê da bû.
Bi van kirina û bi vî xeysetî hate dinê, şewitî, ku ronayê bide, navekî xweş hîşt û gelê wî jî bû şêkirdarê wî.
Xwezil merivên awa gelek bûna nav meda. Dibe wî çaxî em ne di vî halî da bûna.
Ji pirtûka Têmûrê Xelîl Antologîya 35 helbestvan û nivîskarên Sovyeta berê