Bîranîna Karapêtê Xaço

Автор Асан Джалилов
111 просмотры

Bîranîna Karapêtê Xaço, dengbêj û dengxweşekî Radyoya Yêrêvanê ez berbi rojên buhurî birim. Sala 1965 a bû ez li bajarê Yêrêvanê xwendkarê kûrsa çara ya zanîngeha Malhebûna Gundîtiyê bûm.

Destpêka heyva nîsanê xwendkarê kûrsa me şandine gundên Ermenistanê, ku karê xwendinê yê piraktîk li kolxoz û sovxozê Ermenîstanê pêk bînin. Ez jî sandim nehiya Êcmiyadzînê Sovxoza çara, kîjanê ra digotin Voskêhat. Ew sovxoz malhebûna zanîngeha me bû.

Li wur zaniyaran cêribandinê xwe, yên zaniyarî derbaz dikirin. Profêsorekî zanîngehê dixwest ji pey dewî anîna xwendinê ra min hilde cem xwe xwendina aspîrantûrayê. Bi wê menyê jî ez şandime wê sovxozê ku cêribandina da alî wî pirofêsorî bikim.

Sovxoza çara weke sî km ji Yêrêvanê û sê-çar km ji bajarê Êçmiyadzînê dûre. Me, kurda, bajarê Êçmiyadzînê ra, berê-berê da gotye Dêr…Ji bo wur dêra Ermeniya ya here mezin e, merkeza ayîna dînê wan e û oldarên wan e here mezin li wur rûdinên.

Rind tê bîra min 24 nîsanê bû. Wê salê cara ewlin hukumeta Sovêtê destûr dabû ermeniyan ku wê rojê, çawa roja komkujya xwe bidine kivşê. Çalakiyên mezin li hewşa dêrê da dibûn. Mêvan ji her dera hatibûn. Wê rojê ez jî betal bûm, rabûm çûme wur. Dema êdî çalakî dewî dibûn, ez jî ketime rê ku vegerim sovxozê…

Ji wî gundî gelek hatibûn ciyê çalekiye, û tev kom-kom ketibûne rê, vedigeriyan. Erebe tune bûn. Rojeke pir xweş bû. Pêşiya min weke neh-deh zilam diçûn. Qerebalixa wan bû. Min tê derxist evana kurmancî diaxivin… Min tirê kurdin. De ez xort, nenas, min şerm kir tev wê koma xerîb bibim. Ketme rê hêdî-hêdî pey wan meşiyam.

Axaftina wan derheqa qira Ermeniya û çalakiyên wê rojê da bûn.. Axaftina wan va xuya bû, ku hemwelatiyê xwe ne razî ne. Nêskaya gund yekî ez texmîn kirim, keniya û bi dengekî bilind kurmancî gote hevalên xwe:

— Hebe-tunebe ew tixayê* han jî ûsanoxê. (yanê ev kurkê han jî xwendevanê).

-Binhêrin çî qureye,- yê din keniya…

-Bavê xwe quretire!.

-Ezê niha gazîkimê, em xwe ra xweşiyê xwe lê bikim, pê bikenin,- yekî simêlqalim vegeriya berbi min û bi ermenîke şikestî gazî min kir.

Min bi ermenî silav da wan, got ez xwendevanim, piraktîka xweye xwendinê ezê li gundê wan derbaskim.

-Tixa,( yan kurik)- ewê simêlqalim bi ermenî û kurmanciya tev li hev ez dam femkirin, ku giva nexweşiya çorê* ketiye nav tiryê wan, tirî tev ji destê wan diçin, û bi qerf zêde kir: „ Hebe-tunebe dewleta ermeniya tu şandî hewara tirîyê me, ku me ji vê zulmê xilazkî. Ezê niha pelê tiriyê nexweş bînim nîşanî te bikim,-zilam got û berbi baxe tiriya çû.

Li rex rê baxê tirya bûn.

-Belg rind bi cixarê biqimilîne, qul-qulkîke,- hazirekîbi kurmancî temî dayê.

-Çika hekîmê Loqmanê çi dermanî birîna tiryê me bike,- yekî din keniya û bi qerf çevê xwe hazira ra qurincand.

Êdî min tê derxist gilî derheqa çi dane… Ew nexweşî li ser pelê tiriya dertê û hema weke şewatê ye.

Zilêm pel anî. Gişk bi hewas dora me civyan…

-Tu mêrê mezin, lê tu şerm nakî, te çû bi cixarê pel şewitand anî,- min pel destê wî girt bi zimanê ermenî şermî dayê,-dema nexweşiya çorrê li ser cîyê reşbûyî toza sipî digre…

-Te xwer!-rîspîkî qemerî, ziravî porsipî,bi kurmancî li zilêm hilat.

-Apê Karapêt, welle evî tixayî ( kurikî) ez rezîl kirim…

-Kurê bava dara dik’utne…,- dîsa rîspî got û ça nîşana begemkirinê destê xwe li pişta min xist.

Roja din, gundda êdî teva zanibû ew „tixayê“ xwendkar kurd e. Ez jî pê hesyam ku rîspyê deste xwe pişta min xist dengbêjê radya me Karapêtê Xaço ye…

Ez şeş meha wî gundî da mam…Mim û apê Karapêt tim hev didît… Bîr nedikir, destê xwe pişta min dixist û dikeniya : „Wele te lawik rezîl kirin.“

Nivê gund ermeniyê mihacir bûn…Mehela wan ra digotin taxa Kurda. Geleka qet ermenî jî nizanbûn. Mezina gaznê xwe dikirin, digotin, ku ew nikarin zimanê ermenî hin bin, zare wan jî naxwezin kurdî biaxivin…Payê pirê malên xwe da kurmancî diaxivîn.

Roj tune bû yekî ez teglîfî mala xwe nekirama… Li hev diciviyan, êl û eşîr, axa-begên Kurdan bîr tanîn, distiran, Kurdî distiran, xweş distiran û ji Karapêt dipirsîn gelo çima radiyoyê da filan yan bêvan kilamê nastirê?

-Bavo nahelin, nahêlin…Vî welatî da kilam ji qedexene.

Ez çend cara bûme mêvanê apê Karapêt jî. Ji bo vegera xwe ya Ermenistanê ew jî mîna ermeniyên mihacire din pir poşmam bûbû, lê dêst çûbû…“Kê kete nav lepê Sovêtê êdî xilasbûnn tune, em xapandin, anîn…“- digot.

Ewî bi kêfxweşî tim derheqa serokê radiyoya Kurdî yê wê demê Xelîl Mûradov û xebatçîyê radyoyê Mirazê Evdo da digot û zêde dikir: „Camêra qedrê min zanin.“

Ez wê demê xort bûm…Û niha, dema wan roja ji bîr tînim, axîn dikim: „ Xwezi aqilê minî îro yê wî çaxî bûya…“

Li nav civaka me ya Ermenistanê da çîrokbêj, dengbêj, dinyadîtî û zaneyên usa hebûn, ku meriv bi mehan kêleka wan rûnişta çîrok, serpihatî, kilam, beyt, qewl, due’a, dirozge bibihîsta, binivîsiya kutabûn nedibû.. Xizna zargotinê bûn. Çîroka jiyana her yekî romanek bû.

Meriv tê dernaxe ku dem nasekine, dikşe diçe, her tiştî xwera dibe. Çi te hilda ew dimîne. Te hilneda, got ezê paşê hildim êdî tu xweyî nînî.Wusa jî di biranînên wan şeş mehan, yên sala 1965 an da ew taxa Kurdan, ew cwamêrên mêvanhiz, kilam û keserên wan û apê Karapêt ji dûraya sala mîna xewmeke şevaye xweş têne ber çavê min…

Cara duda min Karapêtê Xaço bawarkî bîst sal şûnda, sala 1984 bû yan 1985 a, pak nayê bîra min, dît… Di gel kurxatyê xwe, rehmetiyê Ahmedê Gogê (wê demê Ahmed radyoya Yêrêvanê da serokê beşa kurdî bû) çûne sovxoza çara, dîtina apê Karapêt. Teyê bigota wan bîst sala da dengbêj nehatibû guhestîn. Tek porê wî hevkî sipî bûbûn. Loma dibêjin: „Demgbêj kal nabin.“

Merra qedirekî baş kir. Wê demê halê mala wî xweş bû. Destpêka payîzê bû, wextê maçarê (şerava tirya ya nû avîtî). .Me têr maçar vexwer, kilamê rispî bihîstin û vegeryan….

Ji pey ra sal buhurin. Demên giran hatin. Em kurde Ermenistanê mîna kulme moriyê bê ben ji çenga sovêtê ya pola derketin û li nava dinyayê bela bûn.

Ez dema rastî Kurdên ji perçên Kurdistanê yên din têm, ew tev bere ewlin be’sa RADIYOYA YÊRÊVANÊ dikin û ji dengbêja jî navê Karapêtê Xaço bîr tînin…

Radyoya Yêrêvanê bû pelekî dîroka gelê me, ya zêrîn, baxçekî gul û cewahiran.

Karapêtê Xaço jî bi dengê xweyî xweş bi kilamên Dayîkê, Saliho, Filîtê Qoto, Lê lê Edûlê, Evdalê Zeynikê û gelekên din baxçê hunermendiya kurdî bi rengên nemir xemiland.

Heta tinebe dewleta Kurda ,li cem gelê Ermenî navê Karapêtê Xaço xêncî li ser kevirê mexberê wî dijwer cîkî din bê nivîsar û bê bîranîn, lê Kurd jî dijwer Karapêtê Xaço û dengê wî bîr bikin.

Dengbêjê kesera welatê BIŞÊRYÊ bû, Karapêtê XAÇO !

Eskerê BOYÎK

Комментарии