Têmûrê Xelîl derheqa Babayê Keleş da
Babayê Keleş yek ji wan nivîskarên kurd yên Ermenîstanê ye, ku him bi kûrayî zanebûna zmanê kurdî, him bi kûrayî zanebûna edebîyeta cihanê edebîyeta kurdên Sovyeta berê gîhande dereceke diha bilind.
Ew sala 1947a di maleke kurdperwer û zaneyê folklora miletê me da mezin bûye. Kalikê wî – Dodoyê Baba aqilmendekî dema xwe bû. Ewî nebîyê xwe – Baba bi hikyat, destan, beyt û çîrokên kurdan va mezin kir.
Babayê Keleş beşa kurdzanîyê ya Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanê xilaz kirîye. Pişt ra weke 18 salan di redaksyona rojnama kurdî ya “Rya teze” da kar kirîye, gihîştîye heta qulixa sêkrêtarê cabdar, ku beramberî cîgirê berpirsyar bû.
Heta niha pirtûkeke wî çap bûye bi sernivîsara “Nîşanî”, ku tê da 14 serhatîyên bijare hene. Û eger her yek ji me wan hemû serhatîyan bixûne, tu şik tune, ku kurmancîya wan wê baştir be. Ez vê yekê li ser xwe jî texmîn dikim. Ji ber ku min ne tenê serhatîyên Babayê bira xwendine, herwiha em bi hev ra weke 15 salan di redaksyona rojnama kurdî da xebitîne.
Ev pirtûka Babayê Keleş (û pirtûka Xelîlê Çaçan Mûradov ya bi sernivîsara “Morîyên Nenê”) usa li nivîskar Delîlo Îzolî xweş hatibû, ku ewî herdu jî ji tîpên kîrîlî kirine latînî û li Hollandayê dane çapkirinê.
Xênji vê pirtûkê, gelek serhatîyên wî di almanaxa “Bahara teze” da çap bûne, ku her sal li Yêrêvanê çap dibû. Çend serhatîyên wî bi ermenî, rûsî jî çap bûne. Pirtûkeke wî ya dinê jî ber çapê ye. Û eger weşanxanên kurda yên welatparêz alîkarîyê bikin bona çapkirina pirtûka wî, edebîyeta me wê diha dewlemendtir be.