Têmûrê Xelîl derheqa Hecîyê Cindî da
(1908-1982)
Di nav gelê kurd da gelek kesan ji bo miletê xwe karên mezin kirine. Karê hinekan gihîştîye milet, karên hinekan jî heta niha negihîştîyê. Ji bo nimûnê, karê radyoya kurdî li her çar perçên Kurdistanê belav bûbû û kar û barê wê, xwesma sitiranêd radyoya Rewanê gelek kurdên di xewa hingorê da hişyar kirîye. Û ew kar bi saya serê serokê wê radyoyê (ji sala 1957a heta 1981ê) Xelîlê Çaçan Mûradov bûye. Ji xwe berî wî radyo tunebû û piştî wî jî radyo hema bêje ne ma. Nimûneyek din ew berevkirina zargotina (folklora) kurda ye. Di wî karî da em dikarin bêjin, ku Hecîyê Cindî di nav kurdan da yê herî bi nav û deng e. Û ew kar jî gihîştîye miletê me, ji ber ku piranîya milet ha ji folklorê heye û jê hiz dike.
Ji karên Hecîyê Cindî yên herî berbiçev ev in: «Folklora Kurmanca» ya sala 1936a, 640 rûpel, ku wî nimûnên wê bi Emînê Evdal ra tevayî berev kirine, «Mesele û metelokên cimaeta kurda», 800 rûpel, «Şaxêd Rostemê Zale kurdî», 400 rûpel, pênc cildên «Hikyatêd cimaeta kurdîyê», 1300 (hezar û sêsid) rûpel, «Folklora kurmancîyê» ya sala 1957a û yên din.
Dema rojekê pêwîstî pêşda hat, ku hemû karên Hecîyê Cindî yên di nav 50 salan da kirî berev bikin ji bo miqalekê binivîsin, ew kar ewqas pir bû, ku pirtûkek derket.
Hecîyê Cindî di wextê da serokê beşa Kurdzanîyê ya Akadêmîya Ermenîstanê bû, profêsorekî kurdayî bi nav û deng bû, di hêla ulmî da bi dehan miqalên wî hene, ewî helan daye bi sedan kurdan, ku xwe li xwendinê bigrin û çend salan di Ûnîvêrsîtêta Rewanê, beşa kurdzanîyê da mamostatî kirîye. Ew herweha xudanê ”Elîfba kurdî” ya ji bo zarokên kurd e û herweha xudanê pirtûka dersan ya ji bo komên 3-4an e, ku di dibistanan da heta niha jî bi wê pirtûkê dersan didine zarokên kurd.
Lê Hecîyê Cindî berî her tiştî welatparêzekî mezin bû. Ji bo welatparêzîya xwe di salên Stalînîzmê da kete hebsê. Ji bo çi kete hebsê?
Gava kovara kurdî ya delal «Hawar» destbi weşana xwe dike, çend hejmarên «Riya Teze» û hinek pirtûkên kurdî yên li Yêrêvanê derketî ji wan ra têne şandin. Kovar hejmara xwe ya 8a da (sala 1932a) nivîsa Celadet Bedirxan (bi nasnavê Herekol Azîzan) ser vê meselê çap dike. Em binihêrin çika li wir çi tê gotinê:
«Rûjnameke kurdmancî, bi herfên nû, bi kurdmancîyeke xwerû, li Rewanê, di şiklekî spehî û çeleng de derdikeve.
Vê paşîyê çend hejmarên wê gehiştine destê me. Çavên me pê biruhn bûn, dilê me şa û geş bû.
Kurdmancên Rewanê ji rûjnamê pêve çend kitêb jî derêxistine. Me sê-çar rûj mijûlahîya xwe bi wan kirin.
Ji nav rûpelên wan ên taze û ter bihna kulîlkên çiyayê Elegozê, bayê zozanên Serhedan dihatin. Di nav resmên wan de şal-û-şapikê kurdmancî, xencer û piştxencera kal û kalikên me dihatin dîtin.
Rêya Teze wek navê xwe taze ye, nû ye, nûbar e. Lê ji Hawarê kevintir, bi emr jê mezintir e. Hejmara wê a paşin ko gehiştiye destê me a pêncî û nehan e. Li gora ko Rêya-Teze rûjnameke dehrûjkî ye, berî salkê û hin dest bi derketinê kiriye».
Di wê hejmarê da Celadet Bedirxan ji pirtûkeke ji Yêrêvanê şandî du helbest weşandine û dawîya nivîsa xwe da ha gotîye: «Ji bona îro me hevqas got, pêşdetir em dîsan ji Rêya-Teze behs bikin.
Em ji hevalê xwe re rêyeke xweş û dawîyeke geş hêvî dikin. Divêt ko her gav me hay ji hev hebit û gerek e ko em hevdu ser xebata hev serwext bikin».
Rast e, «Hawar»ê bas ne kiriye (û rast jî kirîye), ku kê ew hejmarên «Riya Teze» û pirtûkên kurdî ji Yêrêvanê ji wan ra şandîye, lê em zanin ku ew Hecîyê Cindîyê nemir bûye û bona wê yekê dewletê ew girt, kire hebsê. Rast salekê ew zindana Stalînîyê da ma, lê kubar bû, ku bona wî karî li wir maye.
Îro dibistana gundê kurda — Sîpanê, li navça Aragasê, li Ermenîstanê bi ser navê wî ye. Ew hema di wî gundî da jî hatîye binaxkirin.
Min Hecîyê Cindî baş nas dikir, ji ber ku ew him hevalê bavê min bû, him jî gelek caran dibû mêvanê mala me. Eger ez di alîyê rojnamevanîya kurdî an jî karê bi edebîyeta kurdî va girêdayî da bi pêş ketibim, keda Hecîyê Cindî pir e. Ew bû sebeb, ku min dest ji meslekê xwe kişand (min beşa fîzîk-matêtîkayê ya Ûnîvêrsîtêtê xilaz kirîye) û bûme rojnamevan. Ew bû, ku piştî her miqaleke min, ku di ”Rya Teze”, an jî di kovar û rojnamên rûsî û ermenîyan da derdiketin, ji min ra têlê dixist, helan dida, tevî pesina şîret jî li min dikirin. Ez bi xwe jî gelek cara bi tenê, an jî bi kurdên Kurdistanê dibûme mêvanê wî. Ez him şaş dimam, ku ew ji ku ewqas wext dibîne bi min ra sohbet bike, him jî kubar dibûm, ku merivekî usa mezin çend sehetên xwe dikare bide min.