Ahmedê Hepo
Ji rûyê ne yekîtîyê û bêxemîyê dîrok ji gelê kurd ra bûye avbez. Gellek ewledên vî gelî — mêrxas, rêvebir, dîrokzan, zanîyar, helbestvan, nivîskar, hunermend û yên mayîn hatine dunê, mêrxasî kirine, xuliqandine, efrandine, nitirandine, teqil dane pêşdaçûyîna dîrokê, jîyanê, lê zû hatine jibîrkirinê, yanê jî avbeza dîrokê ew kesana tevî sêlafeke mayîn kirîye û hineke din ji wan bar û pişt bûne. Sedem çi bûye? Ya here mezin — bê dewletî! Paşê jî bê xemî!
Çarenûsa dersdar, helbestvan û ulimdar — Emînê Evdal jî li vê bêxemîyê alîyaye.
Sala 1959 — an min li Azerbaycanê dersxana deha xilazkiribû, çûbûme Ermenîstanê, Yêrevanê da di însîtîtûta pêdagojîyê da dixwend. Sala 1960 — î bû. Wan salan li Yêrêvanê rojnama “Rya teze”, salê bi çend nava pirtûk dihatine weşandin, di radîoyê da bi zimanê kurdî bername hebûn, di Akadêmîya Ulma da beşa kurdzanîyê, li rex Yekîtîya Nivîskarên Ermenîstanê sêksîyona nivîskarên kurdan hebû. Ez gellek nivîskar, helbestvan, ulumdar, rijnamevan û rewşenbîrên kurdan ra bibûme nas, usa jî bi ulimdar Hecîyê Cindî û Emînê Evdal ra. Wana Akadêmîya Ulma ya Ermenîstanê da kar dikirin û herdu jî tev, di odeke biçûk û teng da diman.
Bala wana hey ser min bû. Her ku, ez diçûme bal wan, wan camêran êpêce pirs didane min. Derbarê nefîkirina me, derbarê rewşa kurdên Azerbaycanê, derbarê zargotinê, erf — edet da… Çawa dibên, herekê pêşekê xwe ra girêdayî pirs — hewal ji min dikirin û çi ku hişên wan dibirî kerre — kerr dinivîsîn. Carekê jî ez hatim, rehmetlêbûyê Emînê Evdal di odê da tenê bû.
Ew çendek bû, hatibû hişê min, wekî ez careke mayîn herime Akadêmîyayê, şerm nekim ezê ji wan pirskim, hûn çawa hatine derketine vira û karê we çîye?
Gava min dît Emînê Evdal tenê ye, ez dilşidîyayî bûm. Min ya dilê xwe ji wî ra got. Ew ji pirsên min kêfxweş bû û awa dest bi axavtina xwe kir:
— Timê em berê te didine pirs — hewalan, lê îro ezê derheqa xwe da kurt ji te ra qal kim.
Vî mirovê hemdfire, xemxûr ji pirtûka jîyana xwe çend rûpêl qal kir, rûpêlek qe ji bîra min naçe.
— Ez sêwî bûm, — ewî axaftina xwe domand, — min di mala dewlemendekî da xulamtî dikir. Zivistanê êzîng hûr dikir, bixêrî vêdixist. Wexta surr û sermê di tendûrê da, lê baharê, havîn, payîzê carîyan ser sêlan nan dipetin, min jî ew nanê germ şivan, gavan, pale, cotkar, rêncberan ra dibir.
Çavên min ji dû zer dibû, min hey pif dikir, wekî êzing hev bigirin, bişewitin, destên min ser sêla sor dişewitî, bîna nanê germ davîte pozê min, ji devê min ava reş diçû, hesreta kerî nanê tisî bûm, zikê min tifalî ji birçîna dikire qure — qur.
Carekê min birçîbûn taw nekir, nanek ker kir, hinek penêr kire nav û di rê da xwar. Êvarê axê ez dame ber pihînan.
Ulimdarê birêz serbuhurîya xweye reş — sipî hûrik — hûrik ji min ra qal kir. Naha jî ezê bi bîr — bawerîya heq rêbarîkê têkime nava wê şirovekirina ulimdar.
Çend salan şûnda min nêta ulimdar xwe – xwe ra şirovekir. Belê, ulimdaro, we ji sêla sê kuçik destpêkir monik — monik pêşdahatina gelê xwe bi ulmî nivîsî, erf — edet, rabûn — rûniştandina wan ron kire ser kaxezan, got, ku em bi xwe dikarin nanê xwe ser sêla xwe usa bi tem — lem bipêjin, bila yên din heyr — hejmekar bimînin.
Sala 1906 — an binelîyên gundê Emençayîrê, nehîya Dîgore, qeza Qersê gişkan bihîst, ku ji Evdalê Baso ra kurek bûye, navê wî danîne Emîn. Wê demê te ji dê — bavê zarokê, yanê ji hemû binecîyên gund ra bigota, ku ev tifalê bi hezar dijwarî mezin be, wê bibe dersdar, nivîskar, helbestvan û ulimdar, wê bi te bikenîyana, qerfê xwe bi te bikirana.
Gava ew 13 salî bû ji destê rev — bezê, ji tunebûna bargiran, dê — bavê wî ji vê dinyayê bar dikin. Hinekî şûnda, sala 1920 — an Evdalê xizan derê sêwîxanê dikute û li wir cî — war dibe.
Di jîyanê da rêyên usa hene, ku te berbi roja sibê ya qenc dibin. Rêke awa bona Emînê Evdal, sala 1923 — an vedibe û ew ji sêwîxanê dertê, berê xwe dide bajarê Tibîlîsîyê, tê mala apê xwe.
Vira ew qebûlî fakûltêta bona pala dibe, dixûne. Emînê Evdal ew xwendingeh xitimkirinê şûnda, diçe Ermenîstanê û li gundên kurdan da dest bi dersdarîyê dike.
Emînê ciwanî xwedanê kel — bîna pêşdaçûyînê sala 1931ê qebûlî unîvêrsîtêta Yêrêvanêye Dewletê dibe û ewê sala 1936 — an bi serfinîyazî, bi zanebûneke kûr kuta dike. Lê gotî neyê jibîrkirinê, wan sala Emînê Evdal Zanîştgeha Kurdaye Pişkavkazêye pêdagojiyê da dersê dide, di rêdaksyona rojnameya “Rya Teze” da dibe katibê bersîvdar.
Ji salên 30 — î hetanî dawîya jîyana xwe ew bi nivîsara berheman va jî mijûl dibe, serpêhatîyan û helbestan dinivîse. Serpêhatîya wîye ewlîn “Casim û Tosin” da kivşê, ku torevanê wê xwedanê ruhekî efrandarîyêyî hêle ye û ew şedetîyê dide, ku ji berê qelema wî efrandinên nebîrkirî wê bêne hinartinê.
Rastî jî Emînê Evdal şev – rojan li xwe dike yek, dinivîse, diefrîne û dibe stûneke wêjeya Kurdên Yekîtîya Sovyêta berê. Helbest û destanên efrandî û yên salên cuda — cuda da weşandî, yên mîna “Bihara min”, “Gulîzer”, “Memê û Zînê”, “Perîşan” di nava wêjeya kurdên Sovyêta berê da cîyê xwe yên giran digirin.
Emînê Evdal derê xezîneyeke mayîn jî vedike. Ew xezîne zargotina gelê kurd, ya dewlemend û pirrçiqil bû. Zaneyê mezin mal bi mal, gund bi gund digere, ber kal — pîran, rîndansipî — porsipîyan çok vedide rûdinê, çîrok, beyt — serhatî, kilam, dilok, qelîbotk, mesele – metelok û nimûneyên zargotinêye mayîn tomar dike, dinivîse. Û sala 1936 — an tevî ulimdar Hecîyê Cindî pirtûka weke 700 rûpêlî, ya bi navê “Folklora Kurmanca”, didine weşandinê, bi wê yekê va efrandinên gel ji undabûnê didine xilazkirinê.
Emînê Evdal — xwedanê keda giran û hêja usa jî xwedanê pritûkên dersan e. Bi van pirtûkan bi sedan zarên kurdan hînî xwendina zimanê dîya xwe dibin, paşê di jîyanê da ji xwe ra rîya xwe dibînin.
Bi van hemû kirinan ra tevayî kana ulm ewî berbi xwe dikişîne.
Emînê Evdal qebûlî aspîrantûrayê dibe, ewê bi serfinîyazî diqedîne û sala 1944 — an dîsêrtasîyayê diparêze û dibe doktorê zimanzanîyê.
Ew bê westan, bi kel û bîn ji sala 1944 — an hetanî roja, ku dunya xwe diguhêze, di Akadêmîya Ulmî da kar dike û kêrî gelê xwe tê.
Zimanê kurdî bê şik zimanekî dewlemend e, lê di alîyê zaravan, rastnvîsandinê da dijwarî, çewtî hebûn û îro jî hê ew yek ji holê nehatîye rakirinê. Emînê Evdal evê yekê rind dibîne, derc dike û di vî alî da karekî berbiçav dike, vê valahîyê tijî dike, berga kêmasîyan digire. Sala 1958 — an pirtûkeke bi nave “Xebernama Kurdîye rastnvîsandinê” dide weşandinê.
Dibêjin, di karikirina her efrandar, xuliqdar, ulimdarekî da berhemek dibe sertaca efrandarîya wî.
Belê, eger Emînê Evdal her tenê pirtûka xweye bi ulmî, ya bi navê “Heleqetîyêd pizmamtîyê nav kurdan da” binivîsîya, dîsa navê wîyê bi şêkirdarî bihata bîranînê. Ew pirtûk kulîlkeke kurdzanîyê ye.
Lê bi dilêşî dixwezim bêjim, ku pey wefatbûna vî ulmdarî, nivîskarî, helbestvanî û dersdarî ra kêm — zêde derheqa emir — jîyan, efrandarîya wî da hatîye nivîsarê, lê gellek caran navê vê karxebata wîye hêja da tiştek nehatîye gotinê.
Berî her tiştî, ez çawa zimanhizek, dixwezim bêjim, di vê pirtûka navbuhurî da gilî — peyv — gotin, têrmînên usa bi zanebûn, bi hostatî hatine pekanînê, veçêkirinê, ku wana kirasê ulmî li xwe kirîye û di alîyê zimanzaîyê da bûye nexşekî nûh.
Bi wê ra tevayî gotî wede jî, sal jî bêne ber çavan. Bi gotinekê, pirtûka “Heleqetîyên pizmamtîyê di nav kurdan” da rikinê malhebûna ber, qebîl, tevrabûn, mîratxwerin, xwîn û qinêt û yên mayîn e.
Derheqa êtnoqrafê kurdan da gellekan nivîsîne, lê di vî alî da kêmasî pirr bûn. Ulimdarê kurd Emînê Evdal bi ulmî behsa dem û dewrana pêşdahatin, sazbuna gelê kurd dike, bi hûr gîlî ser jîyan û pêşdaçûyîna gelê me disekine. Bi ulmî îzbat dike, ku kurd miletekî dunyayêyî xwedanê bi sedan erf — edetên qenc e. Ji koçerî, nîvkoçerî, ji kurdên edilî, ji holikan girtî, heta avayê wane bedew, ji hasiletê, hetanî xurekên pirr cuda — cuda usa şirove dike, te tirê tu romaneke şirîn dixûnî. Awa ew dinîvîse: “Nav jîyîna kurdan da alîyê malhebûnê da, cîkî ferz digire sînorêd oba, cîyê çêre. Sînorêd oba bi dest wekîlêd hukumetê û serekê êlê dihate kivşkirin. Gellek caran sînor bi texmîna çavan, bê çapkirin kivş dikirin”…
Bê şik, mirov dikare hêjayîke zêdetir bide pirtûka ”Heleqetîyêd pizmamtîyê nav kurdan da”. Ew berhem neynûkeke erf — edet, dîroka gelê kurd e.
Di dawîyê da bi dilêşî dixwezim bêjim:
— Ew nêzîkî salekê bû Emînê Evdal pirtûka xwe nivîsîbû, xilaz kiribû û destnivîsara wê bi birîyara Akadêmîyayê dabû weşanxaneyekê, bona çap bikin. Lê mirina malwêran ulimdarê gewire ji nav me bire axa sar; hesret, keser di dilê wî da man, ne hîşt ew berê kar — zehmetê xweyî giran, ya çend salan, bibîne.
Fîlosofê Çînê Lao Dzî dibê: “Kî ku pey mirinê ra nayê bîrkirinê, ew her tim zindî ye”.
Gelê me jî dibêje: “Mamo ne li mal e, mala Mamo bi galegal e.”
Wedeyê bê ew pirtûk wê çendik — çend caran bê weşandinê, û ewê di nava Kurdzanîyê da cîyê xwe yê layîq bigire.
Dersdar, helbestvan, nivîskar, ulmdar, destşewitîyê ser sêla gelê xwe — Emînê Evdal sala 1964an çû ser dilovanîya xwe. Rehma Xwedê lê be.
Ji pirtûka Têmûrê Xelîl Antologîya 35 helbestvan û nivîskarên Sovyeta berê