Rokê baharê xasbaxçê Rewanê
Du şayîrên mezin rûniştine –
Eskerê Boyîk û Fêrîkê Usiv
Li gulên nazik hijmekar mane!
Fêrîkê Ûsiv:
– Esko, qelama min şiva qudretê,
Wer tînim herdem li ser kaxetê,
Ew gulên hane bi reng narincî
Dertên ber xeta mine kurmancî!..
Eskerê Boyîk:
– Gulên te gulên baxçê buhuştê,
Ji wan timê bîhn-buxsa xweş tê,
Kulîlkên mine ji çîyayê Elegezê,
Bende jê hildidin heyr û lezetê!..
Fêrîkê Ûsiv:
Erê, lê gava şexte gulên mexe?
Wê teyax bikin gulên min yan yên te?
Gulên mine xas givirk, bilind bûne,
Lê gulên teye naz teze bişkok dane!
Eskerê Boyîk:
– Ger hebe tewlet, derge-dîwana me,
Wê biparêzin, avdin baxçê gulên me,
Gulên te gulên baxçê buhuştê,
Kulîlkên mine ji çîyayê Elegezê!..
Prîskê Mihoyî.