Ahmedê Mîrazî — Korbûna Evdalê Zeynikê

Автор barbang info
3 просмотры

Hinekî me xeberda. Paşê meta Emê got:

-Ahmed, lao, ez gilîyê Evdalê Zeynikê jî ji te ra bikim. Hûn ku mezin bûn, salixa ji cahilêd xwe ra bikin. Pêşîyêd me xêrê nebînin, me ne xwendin e, ne kitêb e, ne jî defter e, ku her qewmandinêd me jî bêne nivîsarê. -Zivirî ser min, bin lêva da kenîya:-Bextewarî serê min, katibek tune ji lawikêd eskerîyê ra kaxezekî binvîsim, ma ku terîqê binvîsin.

Kurê xwe ra bêjim, Evdalê Zeynikê dengbêj bû, qonax-qonax ewî avîte ser siyara û nexweşa, heta hatin. Bayê samê axir li Evdal jî dabû, ew ji nexweşîyê ne mir, lê ji herdu çeva nuxsan bû.

Rojekê rêncber ji deştê qulingekî qanatekî wî şikestî digrin, tînin gund. Evdal lavaya li rêncbera dike: “Ewî qulingî bidne min, ew jî mîna min birîndar e. Bidin ez qanatê wî girêdim, belkî qenc be, here bighîje hevalêd xwe, mîna min heta-hetayê bira ji hevala şûnda nemîne û ji refê xwe neqete”.

Rêncber heyfê li Evdal tînin û dibêjin: “Kerem ke, hanê ji te ra, apê Evdal”.

Evdal qulingê xwe tîne, perê wî cîyê şikestî da girê dide, di wedekî kin da qanatê quling dicebire, ew hînî Evdal dibe û bi hev ra dibine heval û hogir.

Bahar tê, belekî dikevine erdê, teyrade ji zivistana Serheda ya sar berbi welatêd germ çûyî, ku zivistana xwe li wan welata derbaz dikin, hêdî-hêdî vedigerin tên welatê Serhedê, ku dîsa li deştê-zozana, wê çêrê, gul, sosin û teher-teher çîçekêd delal, usa jî golêd avêd sar bigerin, hêlûna daynin, cûcika derxin, bi fira xin, ku payîzê wan jî bidne rex xwe û dîsa berê xwe bidne welatê germ.

Evdal hîvîya refêd qulinga bû, ji bona wê sozê dayî, ku qanatê quling qenc ke û careke din dîsa bighîne hevala. “Hemin ez şûnda mame, bira qulingê min şûnda nemîne, bighîje hevala”,- Evdal digot”.

Ew bê sebir hîvîya hatina qulinga û dengê wanî zîz bû.

Ew roja Evdal hîvîyê bû, ew roj hat. Bû qîre-qîra qulinga, hatin ser gund ra derbaz bûn, stu dirêj kiribûn, per dikutan, derbaz bûn, çûn li mêrg û çîmanêd binatara gund da danîn. Lê meriv kivş dikir, ku ji welatê dûr hatibûn, ku ser gund ra jî derbaz dibûn û dikirine qîre-qîr, te digot qey ew dibêjin: “Selama şîrin ji we ra, em dîsa hatine zozanêd we. Payîzê jî dua li oxira me bînin”.

Wê şevê Evdal raneza, ewî dixwest zû sibe safî be, ku ew qulingê xwe bibe bighîne refê wî, ku ew jî bighîje hevala. Sibê Evdal bi çend xorta va, birek jî zarêd gund va çûne çîmana, ku quling ji wan nesilikin. Quling dane destê cahilekî sivik, ku bi tele-tel quling berda nava refê qulinga. Ewî ku berda, quling çû nava qulinga. Kurê xwe ra bêjim, quling li wî qulingî hatine hev û dane ber dindika, ku quling nefirîya, berbi meriva nehata, wê ber dindika da bikuştana.

Evdal ku pê hesîya çi bes e, got: “Bînin, bînin, kivş e ewî pêşkêşî min dikin, bira ew jî ji min ra bimîne heval”.

Evdal û quling usa hînî hevdu bûn, yek bêy yekî temûl ne dikir. Şeva ku Evdal derengî biketa, quling dikire qîre-qîr, deng lê dikir, hilbet, digot: “Rabe, bistirê”. Evdal zef kilam avîtibûne ser xwe, ji wan kilama ez du heba bêjim.

Ewî digot, quling jî pê ra diqîrîye, hilbet tewîn dida Evdal.

-Ez Evdal im, ez Evdal im,

Ji bona gotinêd qomsî û nemama

Ji cegerê birîndar im,

Ezê pirs û pirsyara bikim,

Kê here Tiblîsa xudêavakirî ser hekîma,

Ji bona nuxsanîya herdu çeva, ez heval im.

-Qulingo, malxirabo, vê berbangê te ser min da çima ha qîrîne?

Malxirabo, çevêd min kor in, qanatê te şikestîne.

Were emê herin xwe bavêjine ber ocaxa Şêx Şemdîne,

Belkî xudê çevêd min sax ke, qanatê te bicebirîne.

Heyla wayê, heyla wayê,

Feleke xayîne bi Evdalê Zeynê,

Gula govenda ra nayê.

Heft salêd Evdal temam dibe, tu hekîm tu çarê li çevê wî nakin. Şevekî quling diqîre, Evdal mîna cara radibe ku bistirê, stran devê wî da ew kulekê dibîne, çevêd xwe miz dide, usa dizane ku qerepere ne têne ber çevê wî, careke dinê dinihêre, ne tenê kulek, hela stêrkêd ezman jî kulekê ra tên xuyan. Evdal zarêd xwe hişyar dike, dibêje: “Mizgînîya min ji we ra, rabine ser xwe, çevêd min vebûne”.

Berê kesek bawer nake, ewana çirê vêdixin. Evdal dibêje: “Hûn bawer nakin? Aha, kincê te vî rengî, yêd wî wî rengî ne, eger bawer nakin, têl û derzîyê ji min ra bînin, ez derzîyê ji we ra bi têl kim”.

Aha lao, kurê min, Xudê usa li wî evdî hate rehmê…

Xudê, tu li hemû evdê tengîya bêyî rehmê, usa jî li Îbkê minî xerîb bêyî rehmê.

Комментарии