Doxdir-profêsorê me kuştin,
Dema tevgera Lêvonê kor,
Ji bo ji komarê em zû birevin,
Bimînin bê war, dîrok û mor!
Kê Sehîd kuşt, sîyara yan peya?
Dipirsin êzîdîyên êla Ortilya,
Lê hinek kesên êla papax genîya,
Dibêjin, Sehîd kubar gav dida!..
Netewzan-doktor îjar kuştin,
Wextê dîwanbaşî Lêvonê kor,
Ji bo civakê em dûr bikevin,
Bimînin bê kaxet, dîrok û mor!
Kê Memo kuşt, sîyara yan peya?
Îro dipirsin êzîdîyên êla Sîpka,
Lê hinek kesên êla papax genîya,
Dibêjin, Memo lez gav dida!..
Du zanyarên me li Rewanê,
Li nav salekê hatne kuştinê,
Lê çar serokên Ermenîstanê
Dernexistin sura evê pirsê!..
Prîskê MIHOYÎ
Ji pirtûka «Cîhana min. Helbest». Bi zimanê kurdî. Îjêvsk: MarŞhak, Rûsya, 2026. – 144 rûpêl.