Terîyê erd hilçinî. Te ku li wê gavê ji gundê Pampê, çîyayê Dibûr binherya, cetin te kerê pêz û kevir hev başqe kira, hergê nedîta, ku çawa şivan û dûajoyê wî mina qeretiya hêdî-hêdî ber bi yalê şimalê, tivşa çîyayê Qemerdaxda pêberjêr dilivin. Pez diha xwe da sirtê çîyê. …