193
Tu evînek buyî
Mîna evîna Mem û Zînê
Bînahîya çavanre destpêkir
Bi awiran agir geşbû
Û
Bi rondikên çavan tu vemirîyî
Min dil şûştibû ji xezeba tarîtîyê
Bi tirênjên evîna te,
Dîsa dunya bû şevereş
Piştî firaq û hîcretê
Her kêlîyekî bîrîya te
Mezintirîne ji mirinê
Dîsa winda bûme di xeyala te de
Di şevên În û havîna
Di şevên Îd û berate!…
Mehmet AVCÎ