PEZÊ TÊRXARΠNEREVÎN…

Автор Асан Джалилов
198 просмотры
kurdî

       Terîyê erd hilçinî. Te ku li wê gavê ji gundê Pampê, çîyayê Dibûr binherya, cetin te  kerê pêz û kevir hev başqe kira, hergê nedîta, ku çawa şivan û dûajoyê wî mina qeretiya hêdî-hêdî ber bi yalê şimalê, tivşa çîyayê Qemerdaxda pêberjêr dilivin. Pez diha xwe da sirtê çîyê. Şivan hanga pêşî ket û çend cara kire “he-he…” Pezê ku lezekî pêşda hey çêre-çêre berjêr dibû, û hey zîq dibû, dikaya, îcar mina eskerekî hazirî, guh li ser qomandar ha-hanga top bû, çipixî hev û li pey şivan dikişya…

       Te ku terîda dîna xwe bida, teyê bigota zyakî mezine jorda dikişe, û şivan jî sere wî “zyayî ye”- hilbirîye, ku binhêre li pêşiyê tu ziyan tune?

       Dûajoyê çûkî 7-8 salî, wekî serê wî du buhusta  ser pişta pêz diket, xwe da dû pêz û paşî şivkot kir ser pêşiyêda daxist. Bû kuxte-kuxta pêz: şivên texmîn kir, ku dûajoyê xam pez revandiye, zivirî lê kir gazî:

       — Ro-rîyo, pezê têrxarî narevînin… Majo, wê xwexwe bê, were xwe bide pêşiyê.

Gede berjêr şiqitî, rex şivên ket û mina tişkî bi xem got:

— Apê Hesen, ne wekî wî alîda…

       Şivan texmîn kir kurik derheq çida dibêje, û xwexwe jî ew nav hilneda, lê got:

       -Tîşkî nake, xwedênekirî bimbarek nav keve, wê berjêr bîne…nikare hevraz bive… yekê jî, ev herdu şêr bendî çine?

       Lê bona diha arxayîn be, vegerya ser kelbekî kêleka xwe, lê hilat:

       — Qesav, telan, telan…

       Sê dêla xwe kir nav lingê xwe û tuyê bêjî ji xweyê xwe xeyidî hevekî kir gire-gir û hevraz çû, xwe da dû pêz…

       Kerê pêz gihîşte ser cewa  navbera çîyayê Dibûr û Qemerdax. Şivan çiqas jî kire fîte-fît û “qurrût, qurrût”, xencî çend bizina pez tu poz avê nekir.

       — Pez gava dinê tîbûna nediçêriya, lê hema hewa êvarê serket, tîbûna wan şikest,- şivan got û îjar dûajoyê xwera xwe da li pey pêz û berbi guhêra binya çîyayê Qemerdaxe nêzîk ajot…

       Pez çawa gihîşte guhêrê — cîbicî ser hevda kerixî, te digo lingê wan jêkirine.

       — Meko can,- şvan zivirî ser dûajo,- rabe, mala we nêzîke, rabe here male, hêsabe.

Fêrîkê ÛSIV

1970