189
Berê şivanê Bedir bûyî,
Pezê wî xweyî dikir timê,
Tu dengbêjê melûlîyê bûyî,
Te digotin kilamê xemê.
Rûdiniştî ser kevira,
Bilûr lêdixist, te distira,
Dengê te diket zinara,
Diperitand dilê merîya.
Dest axêda zêrandî bûyî,
Kutana wî te bîr dihanî,
Tu maşoqê gula, pêz bûyî,
Bi tera distiran gul û kanî.
Xwezil bi te Heso can,
Tu şivanê kolxozvan,
Tu azayî, aza niha,
Teyîrê aza li ser çîya.
1957