Ez Dinêra ketime dewê
Te çima Gelê min,
Kirîye xewê
Ketîye halê
Ribat kewê ji hevra.
Kîn û bînin,
Hev dukujin û dişêlînin.
Li bazara wan,
Rastîya tehl
Ji derewa şîrin arzantir e.
Xîyanet û bêbextî
Bûye edetê berpirsyarî.
Cabdarî bûye xela
Hukum ketîye
Destên Axa û began,
Şêxa û mela,
Ser serê me bûne bela.
Metirse!
XWEDÊ kela çekir ji bo mêra
Berxê Nêr ji bo kêra.
Mirna li ser piyan
Çêtire ji jîyana li ser çokan.
Merikên Ereb lez û bez
Yek me kire guro,
Yek pez
Yek dare
Yek rez
Wek çar kerî pez.
Yek ji me kire nęçîr
Yek tejîyê nęçîra dijmina.
Lo – lo kuro
Min bînerin çi divejin.
Cara axirê ye dikim hewar
Herçî bûne ker, çehş û dewar,
Bidinê wede û mecal
Bira çermên xwe bugihêrin bênê mal.
Heger bûne se û tûle
Bêje bê Welat dibê min qebûle.
Rûçikê dijminda
Mane cîda Naçin pêjda.
Were emê yek — yekî bratî û heqî
Têkine tac yek text
Yek şûr û mertal,
Ked û bac
Xerc û xerac.
Azad û serbixwe
Kir û xur birabin
Birê mezin Kiro ye
Piştra sirîya Guroye,
Ez ne gurim netirse
Pirsên we hevin bipirse.
Helbestvan – Kanîya Rastîyê.