7
GELÎ ÇIYA
Hûn miskenê gul û gera, gelî çiya,
Selam wera, sebax wera, gelî çiya.
Zef geryame li bêlan û qaşê we,
Ez jî bûme hogir û taydaşê we.
Min jî serê xwe mînanî serê we
Daye ber ba, birûsk û bagerê we.
We ber pê min gul û gîha raxistiye,
Lê qe çendik-çend birûska min xistiye…
Û kenyame, ez kenyame dil û can,
Mîna gul û sosinê we tor-mircan.
Hûn dê bûne, hûn dê bûne, ez- dergûş,
Li hafê we firîme wek qereqûş,
Û min danye nava konê kurmancî,
Bûme bengiyê qîza bikure tûncî.
Dota kurda hiş min biriye, gelî çiya,
Avliheyat min we xarîye, gelî çiya,
Hersal hûnê vegirin hêşîn, gelî çiya,
Û ezê jî wek we bijîm, gelî çiya?