Hewlêr (Rûdaw) — Xelata Nobelê ya Wêjeyê ya 2025an ji ber berhemên wî yên «bibandor û xwedî vîzyon» bû para nivîskar û senaryonûsê Macar ê 71 salî Laszlo Krasznahorkai. Li Akademiya Zanistî ya Keyaniya Swêdê, di civîneke çapemeniyê de xwediyê Xelata Nobelê ya Wêjeyê ya 2025an hat eşkerekirin. Li gorî daxuyaniyê, Laszlo Krasznahorkai ji ber berhemên xwe yên «bibandor û xwedî vîzyon ên ku hêza hunerê ducare piştrast dikin» bû xwediyê xelatê. Xelata Nobelê ya Wêjeyê ya 2024an ji ber «pexşana wê ya helbestî» ji romannivîsa ji Koreya Başûr Han Kangê re çûbû.
Xelatên Nobelê
Xelatên Nobelê li ser wesiyeta Alfred Nobelê Swêdî piştî mirina wî 9ê Hezîrana 1900î ji aliyê Weqfa Nobelê ve hatine damezirandin û wekî xelatên herî biprestîj ên cîhanê tên qebûlkirin. Xelat ji aliyê Akademiya Zanistî ya Keyaniya Swêdê, Akademiya Swêdê, Enstîtuya Karolînskayê û Komîteya Nobelê ya Norwêcê ve di warên fîzîk, kîmya, wêje, aştî û tibê de bi kes an jî saziyên herî serkeftî re tên dayîn. Ji bilî van, Xelata Nobelê ya Aborî sala 1968an bi biryara Banka Navendî ya Swêdê ji bo bîranîna Alfred Nobel hat zêdekirin û cara yekem sala 1969an hat dayîn. Xelatên Nobelê her sal di salvegera mirina Alfred Nobel de, 10ê Kanûna Pêşîn bi merasîmekê radestî xwediyên xwe tên kirin. Ji aliyê din ve, ji destpêka xelatan a sala 1901ê û vir ve çend sal hene ku xelat nehatine dayîn. Piraniya 49 betalkirinên xelatan di dema Şerê Cîhanê yê Yekem û Duyem de pêk hatin. Merasîmên xelatdayînê salên 2020 û 2021ê jî ji ber pandemiya COVID-19ê nehatibûn lidarxistin.