169
Zimanê me pir dewlemend,
Dijmin danîye pêşîya wî bend.
Ew kilît, mifta merîfetê,
Gerekî xweyîkin heta hetê,
Kar bînin gav sehetê.
Qelêm, kaxez, kubar û naz,
Bi xweş awaz.
Ewe tacê serê netewê,
Hişîyar dike me ji xewê,
Ew lazime weka hewê,
Birîna me tîne kewê.
Ew hin helbeste hin kilam,
Him axaye, him xulam.
Him girîye, him jî kene,
Heta ew hebe em jî hene.
Helbestvan: Kanîya Rastîyê