12ê Nîsana 2026an, salvegera 65emîn a yekem geşta fezayê ya mirovî ye. Ew li ser axa Qazaxistanê — li Kozmodroma Baikonur — pêk hat. Geşt ji hêla kozmonotê Sovyetê Yuri Gagarin ve li ser keştîya fezayê ya Vostok hate kirin. Roja Kozmonotîkê ya Navneteweyî her sal ji bo bîranîna vê bûyerê tê pîrozkirin.
YÛRÎ GAGARÎN
Pê gemîya bi navê «Rojhilat»,
Ew berbi esmana nîsanê hilat,
Ev rûsê genc Royê ra vebeşirî,
Silav da steyrên teveka batinî.
Bi pencera xweye weke elekê
Dît qencî û xiravîya mirovayê,
Çerx û fitil da dor topa cîhanê,
Peya bû erdê – nûnerê Xwedê.
Feleka xayîn mecal neda wî,
Bêje bendeno, dûmika we kine,
Hevra heyrîcan bin û bi nezanî
Deremdax nekin evê mala xwe!..
Prîskê Mihoyî